Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[daxûyanî] Fuara Kitêban ya Hewlêrê ji weşanxaneyên kurdî re girtî ye
2012-04-03 22:06
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Daxuyaniya Avesta û Nûbiharê:

Fuara Kitêban ya Hewlêrê ji weşanxaneyên kurdî re girtî ye

Roja 2yê Nîsanê li Hewlêrê “Pêşengeha Kitêban a heftemîn a Navnetewî” vebû. Li gor agahiyên çapemeniyê (Aknews, Rûdaw) ji “12 welatan 330 weşanxane beşdar dibin.” Li fuareke ku li paytextê herêma Kurdistanê û “bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê” çêdibe, temsîliyeta weşanxaneyên kurdî ji sedî 10 jî nake ku ew jî tenê weşanxaneyên başûr in.

Ji rojhilat, rojava û bakur tu weşanxaneyan cî negirtiye. Li ser vê mijarê em wekî du weşanxaneyên kurdî li bakur, Avesta û Nûbihar, me pêwîst dît ku çend gotinan ji kesên elaqedar re bibêjin:
-Heta îsal ji bo me û ji weşanxaneyên din yên kurd re nezaketen be jî tu dawetnameyek nehatiye.
-Berî bi 3 mehan weşanxaneya Nûbiharê, ji bo ku beşdar bibe, pêwendî bi rêveberiya fuarê re danî.
-Ji bo beşdarbûnê muraceetek Avestayê çênebûye. Li ser daxwaz û israra hin rêveberên kulturî û organîzatorekî fuarê ku weşanxaneyên kurdî ên li Stembol û Diyarbekir beşdarî fuarê bibin, Avesta jî qerar da ku bi riya kitêbxaneya Ada ya li Hewlêrê beşdarî fuarê bibe.
-Piştî ku amadekariyên me temam bûn, organîzasyona fuarê bi sedema “derengmayînê” diyar kir ku em nikarin beşdarî fuarê bibin.
-Heta niha tevî hemû zehmetiyan bi salan e ku em beşdarî gelek fuaran bûne, her sal ji gelek ciyan dawetname ji me re tên. Lê mixabin deriyên “Fuara Navnetewî” ya Hewlêrê li me girtî ne.


::kulturname.com