Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] ji-nû-ve jiyan
2012-04-04 09:52
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Dema ko Francesco Petrarca (1304–1374) li avahiyên Romayê yên kevin ko bi awayekî hunerî hatibûn ava kirin dinêrî û dihizirî ka çawa xelkê dema wî ew bajarê spehî ji feqîrî û nexweşiyê di bin gemarê de hiştine, wî bi hesret bêrîya demên berê dikir û hêvî dikir ko dem paşde vegere û ew di nêv nifşên berê yên medeniyeta Yunanistan û Romaya kevin de hatiba dinyayê.

Li her derê, rişwet, şidet û nijadperestî belav bibû, rewşa civatê pir xirab bibû, xelk tenê li wê yekê difikirîn ka çawa nanê xwe peyda bikin, û ti hêviyên wan yên dî di jiyanê de nemabûn.

Hejmara mirovên halxweş kêm bû, ji wan jî yên ko bi sixtekariyê qezenca xwe zêde dikirin gelek bûn. Petrarca jî ji malbateke dewlemend bû lê belê bi rewşa xelkê diêşiya, nemaze dema ko xwe li himber wê rewşê bêçare didît.

Francesco Petrarca, feylesof û helbestvanê italî, jiyana xwe di navbera Italya û Ferensayê de buhirand. Wê hingê Ewropa bindesta împaratoriya dînî bû. Wî êdî nekarî li bajarî bijî û xwest demekê jê bi dûr keve. Wî ji xwe re xanîyekî biçûk li serê zevîyeke li dûrî bajarî kirî, û xwe di nêva daristanekê de îzole kir. Cilûbergên gundîyan li xwe kir û nanê xwe ji masî û nêçîrê peyda dikir lê belê pir bi jiyana xwe ya nû kêfxweş bû. Wî di nameyekê de ko ji hevalekî xwe re rêkiribû got ”xwezî te bizaniya ka hesta azadiyê li serê çiyayekî çiqasî xweş e”.

Ji wî “xanîkê” biçûk bi zimanekî latînî yê karîger ko wê hingê li Ewpropayê zimanekî xwezayî bû, rexneyên xwe yên dijwar bi maneyên vekirî ji desthilatê re rêdikir û ji aliyê hevalên wî ve dihatin belav kirin. Petrarca wekî dî name ji hemî nas û dostên xwe re jî rêdikir û ji her kesî dixwest ko li kevnên xwe vegerin.

Xewna Francesco Petrarca ew bû ko ronahiya medeniyetên berê ji nû ve geş bibe û ji boyî wê xewnê hemî berhemên dema antîkê dan hev. Bi zehmetî belge û pirtûk peyda dikirin, carinan buhayê zêde pê dida, û nisxeyên ko nedikarî bikire bi destxetê xwe ji ber dinivîsand. Hingê çapxane nebûn û pirtûk bi destî dihatin nivîsandin.

Dema ko barê Petrarca giran bû û êdî nekarî bi serê xwe karê nivîsandinê bidomîne, wî mirovên ko bikarin alîkariya wî bikin bi pereyî kirê dikir. Petrarca gelek salên jiyana xwe da xwendin, nivîsandin û wergera wan berheman.

Francesco Petrarca bala xwe dayê ko heta çarsedsalî piştî zayînê hêj berhemên hêja derdiketin, lê belê ji wê hingê û pê ve desthilata dînî xurt bibû û vêca hêdî hêdî ew berhem kêm dibûn heta ko şopa wan wenda bû. Di navbera sala 400-ê piştî zayînê û heta dawiya 1400-ê ko Petrarca lê jiya hezar sal hebûn ko desthilata dînî rê li ber ramanên cuda girtibû û tevgerên fikrî li Ewropayê sekinî bûn. Francesco Petrarca navê “serdema navîn” li wan hezarsalên tarî kir, ew ketin navbera du rojhelatan de, dema antîkê ko vemirî û paşê ko ji nû ve vejiya û geş bû.

Petrarca di nêva pirtûkan de digeriya weke ko li xezîneyeke zêran bigere, her ko informasyoneke nû li ber çavên wî diket, hesteke bextewariyê ew digirt, raman û xewna wî belav dibû. Piştgirên wî jî zêde dibûn û pirsa gûhertinê ji dîn despê kir û paşê, felsefe, literatur û huner heta gihişt hemî beş û meydanên jiyanê. Bajar bi peykerên hunerî xemilîn û şêwekarên Italyayê ji nû ve ruh û spehîtahiya Yunanistan û Romaya kevin di tabloyên xwe de neqişandin, herweha tîrêjên ronahiyê di şevreşka Ewropayê de ji Italyayê despê kir.

Gelek guhertinên bingehî di nêva civata ewropî de çêbûn heta ko şoreşên siyasî bi ser ketin. Miletan dest ji zmanê latînî berda û zimanên xwe yên netewî bi kar anîn û bi pêş xistin, ev bû sedemê xurtbûna hestên neteweyî. Ticaret jî xurt bû: dewlemendên li gundan ji bo ticaretê berê xwe dan bajarên mezin, û cotkarên feqîr bûn xwedî erd. Ticaran bajarên mezin ava kirin, aboriya dewletê jî xurt bû û gelek proje hatin çêkirin. Çapxane pir bûn û dibistan ji bo her kesî hatin ava kirin. Berê zanist tenê mafê mirovên desthilatdar û kesên dewlemend bû.

Roleke giran ya wêjevanên siyasî çêbû. Bi tesîra raman û teoriyên Machiavelliyê italî û Jean Rodinê fransî desthilatên modern û biserketî ava bûn.

Lê belê tişteke balkêş e ko li cihekî wekî Rojhelata navîn di şoreşan de bi hezaran mirov ji bo azadiyê dibin qurban û paşê di encamê de tenê dîktatorek bi dîktatorekî nû têt guhertin û ti reform û çaksaziyên civakî û fikrî çênabin. Desthilatdarên berê rê li ber azadiya siyasî digirtin lê belê kevneperestên ko li dûv wan tên ti awayê azadiyê nahêlin: dest datînîn ser azadiya kesane jî û cilûbergên xelkê jî li gor xwe didirûn, pencere vekirî namînin û heta baya ko mirov nefes jî dikin rê li ber digirin, û êdî xelk sed rehmetê li dîktatorên berê dikin.

Bi navê demokrasiyê hilbijartin çêdibin, lê heta niho ti guhertinên ko dilê mirovî pê şa bibe pêknehatine. Milet bi demokrasiyeke sexte têt xapandin. Kursîyên desthilatê li gor nasnameya mezhebî par ve dibin û aliyek çavên xwe ji kuştinên li ser nasnameya dînî yên li hemberî aliyê dî re digire.

Li Rojhelata navê, civak her wekî xwe dimînin, dema hikûmetek diçe û yeka nû têt jî guhertineka mezin di sîstema civakê û maf û azadiyan de çênabe.

Desiderius Erasmus ko agirê jinûvevejiyandinê li dûv Francesco Petrarca gurr kir, xebateke hêja ji bû çaksaziya dînî kir, ew qet ne li hêviyê bû ko hêj ew sax dê berhema xebata xwe di rastiyê de bi çavên xwe bibîne. Wî ji kêfan got bila navê vê demê bibe ”serdema zêrîn ” û got xwezî ew hêj genc bûya, da jiyana xwe di vê dema pîroz de biborîne.

Xewna Francesco Petrarca pêk hat û ”Renaissance” yanî jinûvevejiyandin bû dergehê jiyaneka nû û Ewropa ji bindestiya împaratoriya dînî rizgar kir. Ewropiyan çaksazî di ruhê civatê de binecih kir û prosesa demokrasiyê bi ser ket.

Lê belê barê rojhelatê giran e, xelkê wê canê xwe feda dikin. Xebata ji bo jinûvevejiyandinê û çaksaziyê berdewam dike. Rêya herî dûr û dirêj jî bi gavekê destpê dike.

:: Rindê Çaçan - nefel.com