Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] eniya min lênûsa xwînê ye...
2012-04-12 21:29
Yehya OMERÎ
info@kurdigeh.com

hemû çûyinên xwe yî stûxwar şîrove kir…
bi dengekî qels êşên xwe wergeran helbestan
û li goristana pinpinîkên xwedî-jan ket şînê
şîna sosinên xemrevin…

wê payîza ku tu ji welatê xwînê teriqî
bûkên baranê di malê de man,
demsal qulipîn
hêvîyê qeşa girt
evin vestiya..
hechecîk pêrgî hecê nebûn,
çavê min di wesletê çavên te de bû bawî.
peymanên azadiyê ketin himbêza erşê

tu li kû yî qiblegeha dilê min?
hemû biharên min bi tere ye,
hemû êşên evinî ji min re ye,
bi şûrê hesreta te
min kefenê peyvan çirran
ez bûme asiyê mirineke bê-guneh

eniya min lênûsa xwînê ye
di rêya wesleta te ez westiya me
tasek evîn bide min.
Brînên min kûr in
ramûsanekê bide min ku evina min rabe li ser lingan...


:: Yehya Omerî – kurdigeh.com