Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[rexne] Rexnenêrînek li ser makaleya Miradê Gundikî ya bi navê Navê “Diyarbekirê” ne “Amed” e.
2012-04-18 10:42
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Rexnenêrînek li ser makaleya Miradê Gundikî ya bi navê
Navê "Diyarbekirê" ne "Amed" e

Di vê nivîsa xwe de em ê ewil, li ser navê Amedê ya ku navekî Diyarbekirê ye, bisekinin û dû re jî em ê dîsa li ser navê din ê Diyarbekirê yê ku bal Diyarbakirê ve guheziye, bisekinin. Helwest a me ya ji vê nivîsê jî ew e ku -hema gavek be jî- em nêzikî heqîqeta navê Diyarbekirê bin. Ka gelo wekî Gundikî îdda dike ku bikaranîna Amedê helwesteke siyasî û navekî ku rastiyê îfade nake û çêkirî ye yan na? Û ya din jî, wê li ser rastiya guherîna Diyarbekir-Diyarbakir`ê be. Ka gelo guherîna di vir de qasî ku dixwiyê jî tenê herfek e? An mebesteke din a danerê vî navî heye? Bi vê nivîsê ve em dixwazin van mişkuleyên mezkûr hel bibin.


Diyarbekir, bajarekî qedîm û xwedî dîrokeke gewre û rabirdûyeke dûr û dirêj e. Li ser rûyê erdê kêm bajar hene ku wekî Diyarbekirê karibûne xwe ji tinekirina çerxa felekê biparêzin û li ser pêyan bimînin. Di van hemû heyamên dîrokê de Diyarbekirê singa xwe ji miletên cihê cihê re vekiriye û ji wan re bûye war û wargeh. Ev heyamên ku em behs dikin, dora 5 hezar sal û çendîn dewlet in. Şeyhmus Diken ji B.Z. 3000 sal û heta niha 32 dewletên ku li Diyarbekirê bûne deshelatdar, rêz dike û dîsa dibêje ku Diyarbekirê di seranserê dîroka xwe de gelek nav stendine û van navan jî wiha dide dû hev: Amîd, Omîd, Amîda, Amed, Dîkranagerd, Kara-Amîd, Diyar-i Bekr, Diyarbekir û Diyarbakir(Diken: 11, 12). Dema ku meriv bala xwe dide van navan, meriv dibîne ku bi tevahî ne 9 nav, lêbelê tenê 3 nav in; Amîd, Dîkranagerd û Diyarbekir. Yên din jî ji ber sedemên fonetîkî ve bi bilêvkirina cûda ya van herdu(Amîd, Diyar-Bekir) navan ve derketine holê.

Ji aliyê rêza kronolojîk ve navê pêşîn ê ku bo Diyarbekirê hatiye bikaranîn Amîd-آمید e. B.Z. 1300 sal, li ser qilfê şûrekî ku ji Qiralê Asûrî Adad Nîrarî`yê I. maye, Amîd nivîsî ye(Diken: 11). Dîsa Ahmet Demir jî derbareyê Amîd`ê de digel wan gotinên ku me li jor rêzkirine ve dîrokeke teqez dide(BZ 1310-1281) û bi berdewamî dibêje ku heman nav di belgeyên ku ji waliyên Asûrî yên ku di salên BZ-800, 726, 705 de mane jî, heye(Demir: 107). Demir bal dikşîne ku ev nav wekî Amîd an jî Amed hatiye xwendin. Diken, bo wateya Amîd`ê jî wiha dibêje: Bi îhtîmaleke mezin ev nav ji peyva Omîd`ê ya ku di çavkaniyên Asûrî-Suryanî de wekî wateya rizgariyê hatiye bikaranîn, tê.


Helbet, di vira de xala ku aşîkar e ew e ku em referansa vî navî ji Omîd`ê bigrin wê çaxê Amîd ji zimanê Asûrî tê. Jixwe yên ku vê xwendinê dikin jî dibêjin ku eger em wateyekî bigerin bo vî navî ew jî digehêje Omîd`a Asûrî. Yanî ev kes texmîn dikin, jixwe di etîmolojiya peyvan de carna meriv nikare sedî sed tiştekî teqez bêje. Vêca ka ev nav dê wekî Amîd- آمید an Amed-آمد bê xwendin. Bikaranîna Amed`ê jî wekî ku Gundikî diyar dike, van salên dawîn de em rast lê tên. Lê, lazime meriv vê xalê jî kifşe bike ku bikaranîna Amed`ê reflekseke wekî deshilatdarên cûmhûriyetê nîn e(Em ê li jêrê diyar bikin ka çima van deshilatdaran navê Diyarbekirê guherandin). Eger bi hezaran kes li ser tiştekî tercîhekî nîşan bidin meriv jî nikare bêje yaw ez vî refleksê fêm nakim û bingeheke wî ye dîrokî tune ji ber wê jî hun nikarin bikarbînin.


Eger ku hun bo bikaranîna Amedê bingeke tarixî dixwazin, vêca em jî hinekî behsa vê bingeha ku hatiye danîn, bikin. Helbet, kurd bi deh hezaran sal in li ser vê axê dijîn. Elbette, meriv ku bi hezaran salan li ser xakekî jiyanek avakir, wê demê meriv wî welatî bi nav, ziman û rengên xwe ve boyax dike. Madem, em kurd jî dibêjin ku em nebiyên Medan in, wê çaxê meriv jî dikare di navbera Med û Amed`ê de eleqeyekî peyda bike. Li ser vê xalê jî Mamoste Cemal Nebez wiha dibêje: Bêşik di navbera Med û Kurdan de têkiliyek heye. Îro, navên kevn ên coxrafî yên li Kurdistanê şahidê wê têkiliyê ne, bo nimûne Amed, Amêdî, Amûde(Nebez: 23). Eger ku meriv navê Amed`ê li ser vê rastiyê avabike wê çaxê meriv dikare tercîha Diyarbekiryan a bikaranîna navê Amed`ê, fêm bike. Lê, problema di vira de jî ev e ku yên ku dibêjine Tirkan ku em ne ji we ne em neteweke cûda ne û navê bajarê me Amed e û him em û him jî navê bajarê me ji Medan tên, bi zimanê kurdî nizanin û yên ku dizanin jî fêrî zarên xwe nakin û bi zimanê neteweya ku red dikin ve diaxivin. Ev jî helbet qehremaniyeke erzan e.


Helwesta esasî ya vê nivîsa min ew e ku ka navê Diyarbekirê kî, kengê, bo çi bal Diyarbakirê ve guherandiye? Ji ber ku Şeyhmus Diken di despêka kitêba * xwe de vê guherînê wekî qewimîneke xwezayî nişan dide û çawa ku di her serdemekî de navekî dî bo Diyarbekirê hatiye bikaranîn wisa jî di serdema cûmhûriyetê de jî navê wî bûye Diyarbakir. Ji aliyekî din ve jî Gundikî di nivîsa xwe de li ser vê babetê radiweste lê mixabin, bersiveke xurt nade û gotinên ku daye peyhev jî sînorê texmîn û îhtîmalan derbas nabe. Bi qeneeta min, eger ku meriv li ser Diyarbekirê tiştekî binivîse lazim e ku meriv vê nivîsa xwe qasî îhtîşama Diyarbekirê cîddî bigre û di nav çavkaniyan de xwe hinekî bilipitîne. Eger ku meriv wiha bike meriv dibîne ku ne wekî ku Diken dibê bi awayekî xwezayî guheriye, ye. Çawa ku bo Dêrsimê di sala 1935`an de bi navê Kanûna Tunceli`yê ve kanûneke nû hatiye danîn, wisa jî di guhestina navê Diyarbekirê de jî muameleyeke taybetî heye.


Piştî ku misilmanan vê herêmê fetih dikin, binemala Bekirê kurê Vaîl ê ku ji qebîleya Rabîa ya ku qebîleyeke Ereban e li derdora Dîcleyê bicîh dibin û cîhê ku evan lê belav dibin jê re tê gotin: Diyarê Bekir(Demir: 107). Ev jî tê vê wateyê ku ev nav qasî hatina îslamê kevn e. Yanî bi hezaran salan e ev milet ji vî bajarî re dibêje, Diyarbekir. Li herderê Kurdistanê wiha tê zanîn. Em dîsa vegerine li ser pirsên ku me li jor kiribûn. Eger hun bixwazin miletekî asîmîle bikin divê hun ewil hafizeya wî tune bikin û hemû reh, nîşane û şopên ku dîroka wî netewî îsbat dikin, bi şiklekî ve ji holê rakin. Bi vê helwestê ve jî deshelatdarên komara tirkiyayê ya teze, dest bi talankirin û tinekirina van şopên dîrokî û çandî û hwd. kirin. Serap Yeşiltuna di despêka pirtûka xwe ya bi navê Atatürk ve Kürtler de cîh daye axaftineke mistefa kemal a ku di sala 26. 09. 1932`an de li Diyarbekirê kiriye. Lê belê, nivîskar bo vê axaftinê tu çavkanî kifşe nekiriye, herçiqas ez jî li çavkaniyên vê axaftinê geriyam jî ez negihîştime tu çavkaniyeke ku wê dîrokê destnîşan dike. Lê belê, di çavkanîyan de jî sabît e ku mistefa kemal ne di 1932`an de lê, di 21. 09. 1937`an de di çarçoweya geryana rohilatê ve tê Diyarbekirê û li Diyarbekirê axaftineke wiha dike:

Ez niha li wargeheke qehreman a welatê tirkan im, lê çiqas heyf e ku ji wira re dibêjin Diyarê Bekir. Lê belê, ew der di rastiyê de diyarê tirkan bû. Bekir, piştre ji wî re bûye elem, lê em dizanin ku diyarê me yê eslî çî ye. Diyarê me, delaveke xas a Tirkên Oxuz e, em jî zarokên vê delava pîroz in.

Hingî ku em li vir bi cîh bûne em dikin bêjin ka em kî ne û em dibêjin ku; destê tirkan mezin e û li dinê jî tenê ew mezin e. Ê ku her der tije kiriye Tirk e û yê ku her der ronî kiriye dîsa rûyê Tirkan e.
Diyarbekirî, Wanî, Erzûrûmî, Trabzonî, Stenbolî, Trakyayî û Makedonyayî hemû zarokên nijadekî û demarên derdorekî ne. Karê me yê teze ev e. Ev demarên han bila hev bibihîzin û hev nas bikin(Yeşiltuna: 9).

Digel vê belgeyê Nazmi Kal jî di pirtûka xwe ya bi navê Atatürk"le Yaşadıklarını Anlattılar bi dûr û dirêj behsa guhestina navê Diyarbekirê dike(yên ku detayên vê behsê meraq dikin bila pirtûka Nazmi Kal binêrin). Dema ku mistefa kemal di axaftina xwe ya Diyarbekirê de ku navê Diyarbakirê bikartîne, êdî ew navê ku bi hezaran salan hatibû bikaranîn bi biryar û teserrûfa şaxsekî ve diguheze. Jixwe rojnameyên ku sibetira wê axaftine derdiçin bo Diyarbekirê navê Diyarbakirê bikartînin(Rojnemaye Cûmhûriyet: hejmara 21 09 1937`an). Piştî ku mistefa kemal vedigere Enqerê bi biryara lijneya wezîran a bi hejmara 7789 ve di 10. 10. 1937`an de kanûna ku navê Diyarbekirê dike Diyarbakir, derdixe.

------------------------------
*Diyarbekir dest li ba dike

ÇAVKANÎ
1. Nebez, Cemal, Kurd (Dîrok û Kultura Wan), Avesta, 2007, Stenbol.
2. Demir, Amet, İslam`ın Anadoluya Gelişi, Kent Yayınları, 2008, Stenbol.
3. Diken, Şeyhmus, Diyarbekir Dest Li Ba Dike, Lîs, 2011, Ankara.
4. Yeşiltuna, Serap, Atatürk ve Kürtler, İleri Yayınları, 2007, Stenbol.
5. Kal, Nazmi, Atatürkle yaşadıklarını anlattılar, Bilgi Yayınevi, 2001.
6. Gundikî, Miradê, Navê “Diyarbekirê” ne “Amed” e, Kovara Wenda, Qoser, 2011.
7. Cumhuriyet Gazetesi, 21. 09. 1937, Arşîva Zankoya Anadolu`yê.

:: Pêşeng Pêtoyan – kurdigeh.com