Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[rexne-nivîsar] Li Tengala Helbestê: Defter
2012-04-19 20:44
:: Înan EROGLU
info@kurdigeh.com
Li Tengala Helbestê: Defter

Hêz û xurtiya helbestê ji çaxên qedîm de hatiye qal kirin û gengeşî kirin, bandor û berteka wê ya li ser xwendevên gelek caran hatiye paşguhkirin û pirrî caran helbest ji otomatekê wêdetir negiha astekê; lê divê em ji bîr nekin ku helbest di nav celebên wêjeyî de ya herî xurt, û zorzehmet e. Di vê dema me de –divê hûn qebûl bikin– helbest ji helbestiya xwe daket û wekî karekî hêsan be kî hat ber helbest nivîsî û xwe xistin dirûvê helbestvên. Azîz Nesînê ku gava li welatekî din bû digot, “Li Tirkiyeyê ji her pênc kesî şeşê wan helbestvan e” ji gotina wî jî zorzehmetî û nehêsaniya helbestê xwe dide der, bêguman divê ev ji bo me Kurdan jî bê heman wateyê. Em dibêjin helbest, lê ev ne pisîka sor e ku em berra dû bidin. Helbestvanê Kurd yê gewre Rojen Barnas jî li ser helbestê hema hema heman tiştî dibêje: “Helbest/ Ne wisa hêsa ye/ Axîn divê/ Oxîn divê/ Ji kezebê/ Xwîn divê hilkeve/ Bifûre/ dûkel… dûkel…/”

Me serê giliyê vekir, îcar hewce ye em pê de herin. Defter. Pirtûka helbestên Elîxan Loran ya yekem e, ji beşên wekî “Def” û “Ter” û ji 28 helbestên qut û gilover pêk tê. E. Loran bi vê pirtûka xwe zehmetiya helbestê raxistiye ber me û me vedixwîne hundir. (Hûn jî şimikên dilê xwe bevêjin û kerem bikin werin ser sifreyê.) Loran li ser helbestên xwe gelekî sekiniye û fenanî ta bi derziyê veke, peyvên xwe bi torê zevt kiriye, bi gavine semt û pêjnpêneketi. Honaka helbestê lek bi lek şehê sedefî hatiye hûnandin û tiştên zêde jî jê hetiye qewêrtin. Di ‘Defter’a ku diyarîyî mekabîstên wekî Aydin Erdem û Mazlûm Erencî hatiye kirin de, Tadeusz Rozewicz behsa helbestkarê xwe dike –ev helbeskarê E. Loran e jî–. Dû re deriyek heta ser piştê vedibe: Vira dengê Elîxan e!

Tenêtî, bêdengî û tiştên din
Ez bibêjim Defter ji tenêtî û bêdengiyê afiriye wê ne derew be. Helbestên di Defterê de cih digirin di nav û hinava xwe de tenêtiyeke bêdeng dihewîne û ev tenêtî-bêdengî çiqas diçe ji xwediyê malê re dibe teşe û giyanekî pîrozwer. (Di vê navbirrê re hûn dikarin wê helbesta K. Nemir bixwînin.)

A balkêş jî ev e ku Elîxan Loran pênasa gelek têgehan li gor bîr û boçûnên xwe aşkere kiriye û ji hevîrtirşa Kurmaciyê arvanê xwe meyandiye. Ez dikarim salix û sûlixa wê bidim ku di vê hewldana xwe de bi ser ketiye û li gor xwe aforîzmayan afirandiye. Û risteyên tehma aforîzmayê di arikê de dihêle zû bi zû nayên jibîr kirin û pirrî caran li der û doran derdikeve pêşberî xwendevên. Min bi xwe yek bi yek binê van têgehan xêz kir û li Defterekê tomar kir ku 60 heb jê derketin. Hin ji wan:

– Zivistan zepitandina biharan e
– Zeman tewanga esmên e
– Nîşeya azibiyê pîşeya bîbûne ye
– Celadek e destxeta jinan
– Dil Qabîlê dil e
– Şev dêqehp e
– Di sendromên mişt hêvî de hemû mirî însomnîak in
– Kuçe, şaneşîna weşaneke bixwexweşanînê ye
– Evîn azîneya herî zinde
– Pêl jî kêl jî pêşnumaya mayînê ye

Elîxan Loran evîndarê zimanê xwe ye. E. Loran evîndarê rêzimaniyê ye. Çima? Ji ber ku di gelek helbest û risteyên xwe de hezkirin, tenêtî, bêdengî, hêrs û hwd. ya xwe bi mînakên ji rêzimên dide der. Şibandinên wî yên bi cure û celebên rêzimên têkildar in di rihê însan de li hemberî helbestvên sempatiyekê çêdike. Fermo, hin ji wan:

• Bi serhişkiya kişandina hemû lêkeran dikim hîkehîk
• Birjûwazî û ciyawaziya te ergatîvîteya min e
• Kevanên dil kurisîbin jî li otêlên keser û bireseran
• Tu li dijî terora folklorê di Kurdî de lêkera pêşîn î
• Tu di Kurmancî de tewanga nêrîtiyê yî Deftero

Yek ji baştirîn û balkêştirîn tiştên din jî ferhenga helbestvên e. Loran ji xwe re hin bêjeyan dariştiye û wan şîrove kiriye. Lê wan peyvên xwe di helbestên xwe de çawalêhato bi cih nekiriye. Sekiniye, sekiniye, sekiniye, lê ne sekina bêsekin… Bala xwe dayê û bi peyvan lîstiye, lîstiye, lîstiye û lîstiye ku heta tu bibêjî, bes! Binêrin, çi peyv dariştine: “Çîlqetran, acizmend, taketisî, zengwer, yargerînk, xewzêm, kurdbesque, hezperwer, asêxeyd, razgo, direngmayîn, zirza, qadexe…”

Elîxan Loran di helbestên xwe de gelekî cih dide alîterasyonan. Û ev xwendina helbestê herikbar dike. Ger em hin mînakan bidin: Di risteya“Zeman tewanga esmên e, zenkirina zemên e ‘emrê li taldeyan” de alîterasyona tîpa”n”yê tê kirin; di risteya “Dora ger û veger û dorvegeriya xeberên li ber” de alîterasyona tîpa “r”yê tê kirin û di risteya “Nola talanan û mîna tola talanan” de jî alîterasyona tîpa “n”yê tê kirin.

Hêvî ye; ku rojekê li ser vê axa Kurdistana azad li dibistanan perwerdehiya Kurdî bê dayîn, divê xwendekar li ser van helbestên E. Loran jî li mînakên wilo bigerin, ku bi têra xwe jî hêjayî xwendin û lêgerînê ne.

Di Defterê de çi heye ango çi tune ye

Her çiqasî em ê tu carî bi a dilê helbestvên nizanibin û hîn nebin jî, çîçkekî be jî hewce ye meriv tiştekî ji helbestê werbigire. Ez ê di vê beşê de kêm be jî behsa helbestên Loranî bikim, bê ka xwestiye çi ji me re bibêje.

Helbesta pêşîn bi ‘Xerabo’ dest pê dike. Bi vê helbestê kêlîkeke sûretê bajarekî kaf û kûnkirî derdikeve pêşiya me, bi vî sûretî jî em berê xwe didn ew nefsbiçûkiya helbestvên ku li dijî zemên/dahatû hêviya xwe di dirrikê daran de dibîne. Her çiqas daxwazên Xerabo “hilweşandin” be jî, nefsbiçûkiya helbestvên her didome û bi xwe jî tê de heyirî maye, ku ev rewş bi cînavkekê jî nayê ravekirin. Belam di ew rista dawîn de ku dibêje “Dil Qabîlê dil e!”, em têderdixin ku kujer em bi xwe ne. Me gotibû zemên, ew zemanê ji bo ku mirov ji xwe re cihekî ewle peyda bike, têkoşîne bi rext û tundrew dike. Werin, em xwe li vê helbesta “Hêteke Bayê Zemên” biqelibînin, çawa ku me xwe li sînorên derasayî diqeliband. Di vê helbestê de pir ango toreke ji gerînekan hatiye pê, di navbera rabirdû/rîwayet, îro/niha û dahatû/zemên de heye. Ew zeman e ku, bi sedsalan e ji nivîskarên gewre yên cîhanê re bûye mijara sereke ya honandinê. Em di kakilê vê helbestê de jî wî zemanî dibînin, ku me ji teşqeleya îro/niha dibe rabirdî/rîwayetê û ji wir jî me tûşî çavkaniya pirsên ku bi tena serê xwe qurn û dewranek e dike. Bi van qewaman re em bi rasteqîniya dahatû/zemên re rû bir û dimînin.

Helbestên wekî ‘Moviktirîn’, ‘Xemzexan’ û ‘Xewzêm’ evînekê di xwe de diguncîne, hezkirinekê dihewîne û bêrîkirinekê diezimîne. Di ‘Moviktirîn’ê de helbestvan mîna ku nigê xwe ji dinyaligê kişandibe û hêviya wî di gewriya wî de mabe, bi baldarî diçe ser xwendevên û tiştina ji yên li hemberî xwe dipirse. Weke ku bibêje; “Eman gidî, him û guma meseleyê ev e. Va ye aşkere min her tiştî raxêrî te kiriye. Tu dawiyê nebêjî filan û bêvan.” ‘Xemzexan’ û ‘Xewzêm’ di bingeha xwe de ji tenêtî û bêdengiyê afirîne. ‘Xemzexan’ bi şibandin û teşxîsên xwe gelekî balê dikişîne. Bo nimûne: “Tu li dijî terora folklorê di Kurdî de lêkera pêşîn î/ Kifşa eyaleteke te ya nû qertafa min a dawîn e” ‘Xewzêm’ her tenêtî ye ku dibêje, “Dizîka diêşim, kes bi xulqê esmanan nizane” Helbestvên dilê xwe dişibîne ‘zebeşê kêrê’ ku berî wê jî gerîllayeke ziravstûr dişibîne dilê xwe –xwe, ji ber ku her çiqas bihevve bin jî, her dil bi tena serê xwe ye, tenêtî jî her şop û aşop e.–. Di ‘Xewzem’ê de hilweşandinek, zalimek her berdewam e. ‘Heke Tiberik e, Çûyîn Heq e’ mişt bi aforîzmayan tije ye. Hema hema her risteyeke wê pênasek e. Loranê ku devê tûrika vê helbestê bi “Werîsê min, warîsê min e,” vedike, bi qasî werîsî wêrekiya xwe nîşan dide, û gavekê li pêşiya zemên e gava werîsê xwe dike warîsê xwe.

Helbesta ‘Pinpinîka Pinpinokî’, ‘Timakariya Cixareya Qûnsor’, ‘Evdozinar’ û ‘Ji Yekê Kêm Pirr’ bi awayekî pexşankî hatiye nivîsîn. Helbesta pexşankî di wêjeya me de, bêguman herî pirr ji aliyê Kawa Nemir ve hatiye nivîsandin. Jixwe tesîra Kawa Nemir xwe di helbestên Elîxan Loran de dide der. Loran û Nemir rêyeke cuda ji xwe re ava kirine, bi tena serê xwe, xweser, lê xwînerên dilsoz bala xwe bidine her du helbestvanî, wê tê derxin ku riya wan digihe heman korerêyê. Soxî, herdu jî, ji heman tasê avê vedixwin. ‘Pinpinîka Pinpinokî’ ji hezkirineke xwebixweyî pêk tê (di vir de hezkirinê dişibîne çalakiya çilekiyê). Di vir de helbestvên hin gazinan ji dûrîbûna yara xwe (pinpinîk) dike. Xwe weke mêşekê jî nabîne ku xwe li ser stûyê wê dayne û şikiriya xwe bîne. Tenêtî êdî ji bo wî xwe xistiye dirûvekî din, ku ew bi xwe jî dibêje; “Tenê tî me, tenêtî me” ‘Ji Yekê Kêm Pirr’ de serîhildanek heye. Di vê helbestê de serboriya civaka me bi awayekî devkî hatiye rêstin. Di her hevok/qewamê de berovajîtiye heye. Ji bo ku em bi ser kevin divê em têk biçin. Anarşîstiya ku xwe di hin hevokan de dide der, helbestvan bi me re dikeve bazarê. Pêşniyar dike ku hema bila rûpelên pirtûkan yên dawî tune bin. Di vir de, dîsa slogana herî berbiçav “huşbûn” e, ku ev huşbûn çiqasî huşbûn be! Haya wî ji tiştekî çêdibe, lê sal derbas dibin, berx dibe kavir. Huş dibim.

‘Şêmûk’, ‘A Bi Vê Çîroka Li Ser Min’, ‘Li Stû Bajêr’, ‘Lûs’, ‘Agir Xamoş e’ ji helbestên kin/kurt pêk hatine. Berken Bereh ji bo risteyên kin wiha dilûbîne: “Risteyên kin/ bê şirîk in/ heke haveyna wan zêr/ tehm jî şêrîn be/ tofanan radikin/” Di ‘Şêmûk’ê de aciziyek balê dikêşe û helbestvên vê aciziyê ji xwe re dike danekî rojê. Û di helbestê de berê xwe dide serdestî, weke ku bibêje “biteqiz!” ‘Îşev Peyv e, Peyveron e’ di helbesta me de mînaka herî baş e ji bo sembolîzmê. Gava ev helbest derket pêşberî min, ez li xwe warqilîm û mîna ku tiştekî min bibizdîne derkeve pêşiya min, min xwe kêliyekê bi paş de kişand. Navê vê helbestê ne ev lê ‘Îşev Heyv e, Heyveron e’ bûya ez ê heman tiştî negotama. Peyv û Peyveron di nav û hinava xwe de şevê dihewîne. Peyv sembol e û “dem” jî Adem e. Loran gava ku dibêje “Êzdiyekî gulberoj im li hafa solên dîwanxaneyan” şevekê xwe dixe şûna Êzdiyan ku dem û dewranekê çi hatibû serê wan û çi nehatibû!

‘Qeş(eng)mer’ ku ji qeşeng û qeşmerî pêk tê, helbesteke şilfîtazî ye, dareke jehrdadayî ye, li wî welatê bi darê zorê keçeke sinetkirî ye. Ev helbest di navbera nal û bizmêr, di navbera qeşeng û qeşmerî de maye, ev helbest helbest e ku êdî ji her qewm û qewamê re bûye “helbet”. Ev helbest ew helbest e ku jiyan bi leqeba xwe ya girtîgehê tê nasîn. Ev helbest ji zarokekî berjortir, ji gopalekî berjêrtir û ji hedadekî tundrewtir e. Ev helbest ew helbest e, xwekuştin ji tûncika serî ye. Li ser ‘Şîrheramiyeke Şîrogermî’ tenê gotineke min heye: “Ez j ite hez nakim”/ Têkçûneke gelêrî ya qewmekî ye/. Em hez bikin. ‘Serhewayên Dêrisekî’ helbesteke dirêj û dûdirêj e ku pêşiya pêşîn bi wêneyekî ji dêr(is)istanê derdikeve pêş. Bûyer û hestên xwe li ser çoka me vedidin, paşê helbestvan weke ku kerba dilê xwe ji hin tştan derxe, serî li “êş”ê diqelibîne, û bi me dide fêm kirin, êş xudreste ye, yanê ne kedîkirî ye. Paşê peyvên wî xwe digihînin esmanê zemên, li bendî hewariyekê dimîne. Dû re ew hewarî badilhewa diçe, derew diçe, ne “were’w”; hêvî dibe “qadexe”.
‘Jihevketinên Baro’ ji sê beşan pêk tê: ‘Şûşeya Şûşeyan’, ‘ Şûşeya Lempeyê’, ‘Şûşeya Dilan’. Ev helbest bi giştî di tehma dastanekê û di bêhna çîrokeke gelêrî de ye. Şîretên ku li Baro tên kirin, di rastiyê de ne li Baro, li me tê kirin. Baro bi ya seydayê xwe (helbestvan) dike û sê jinan dike. Her sê jinên xwe; Canê naşîne palehiyê, Nanê naşîne ser kaniyê û Ganê jî naşîne pez û bêriyê. Lê di beşa ‘Şûşeya Dilan’ de bi rastî jî şûşeya dilan dişikê, Baro nikare bi jinên xwe û Canê xatûn bi qertan diçe ser Baro Begê, Nanê xatûn bi nifir û tûkê diçe ser Baro Begê, û Ganê xatûn jî bi sîleyan diçe ser Baro Begê. Belê, di dastanan de tiştên neyê serê gurê çiyê nayê serê Baro Begê. Lê di helbestê de tê û her tê.

‘Çîka Berbihevanînê’, ‘Hey Teacher! Leave Writing Alone!’ û ‘Defter’ bi têra xwe polîtîk in û rexneyên giran di xwe de dihundirîn e. Di ‘Çîka Berbihevanînê’ ya ku diyariyî Kawa Nemirî bûyî de, rexne li hin kes, kom an jî civatan hatiye girtin û belê hin gazin jî. Ev ne rexneyeke asayî ye, ev “liberxistineke îlegal e”. Di risteyên wekî “Lo cawê min î ji zikmakî ve çîlqetran!” û “Tu saziya betalên xudreste yî!” de rabirdûyeke bextreş ya wî helbestvanî tê kifşê.
Di ‘Hey Teacher! Leave Writing Alone!’ de jî helbestvan ji Nifşê Rewşenê heta 68’an û ji hin helbestvanî re pateyê kutaye. Behsa hunerê jî tê kirin û pesnê wê jî tê dayîn. Di vê helbestê de, bêguman, tiştê herî berbiçav rexneya li mamosteyên Kurd e. Di navê re jî ji ‘Janya’ û Rênas Jiyan re jî “stop”eke biçûk heye. Mîna ku ji R. Jiyan re bibêje “nelezîne”, ji ‘Janya’yê re jî dibêje “hêdî!” Elîxan Loran di vê helbesta xwe de dide diyar kirin ku li dijî wî mamosteyê Kurd e, ku di dibistanên Tirkî yên dewletê de dixebite. Lê ya rast rexne ne ji bo mamosteyên Kurd e, E. Loran di hevpeyvîneke xwe de diyar dike ku divê nivîskarên Kurd mamostetiya dewleta Tirkiyeyê nekin û dawiyê wiha pê de dihere: “Ma tekane riya debarê mamostetî ye? Ma Kurdistan qampa penaberan e û tenê karê mamostetiyê heye? Ya din tişta ku nivîskar li dij e çawa dikare di wê sîstemê de vehewe, çawa dikare her hefte li ber xwendina “istiklal marşı” pêşiya xwe bi hev bixin, gelo kurd “îstîklal” bûne haya me jê tune ye? Du sed mamosteyên kurd tune bin wê dinya xera nebe, lê du sed mamosteyên “çardehxur” hebin, em kurd, em ê li serdestan vajî bikin, em ê erza serdestan têxin derza wan.” Û dû re, dû re qencî û gewrebûna gerîllayên mekabîst xwe li gewriya helbestê digire.

Defter bi ‘Defter’ê diqede û ‘Defter’ jî bi lixwemikurhatinekê diqede: “Dîrokek bihurî, Selpakfiroş, em neketin Defteran,/ Va ye, kurmê helbestê heta darbestê” Helbest her hebû, wê hebe, divê hebe, heta darbestê. Defter derfet e, ku çu cara derfeta we çêbû xwe bi ser serkî berra nav geremoliya wê bidin. Wê xêrxatinê li me tu kesî neke, lê tu yê têbigihî.

Wekî encam


Defter, Defter”k” e. Ev ne ji bo biçûkxistina pirtûkê ye. Belê ‘DefterDefterk e. Defterka destan, ya li ber seriyan, ya destan, ya dersan, ya têbiniyan, ya deynan, Defter Defterk e, beriya ku ez bibêjim hûn Defterkê têxin berîka xwe. ‘Defter’ bi şibandin û teşxîsa xwe, bi ferheng û rêzimaniya xwe, bi aforîzma û alîterasyonên xwe û bi bêdengî û tenêtiya xwe Defter e. Kesên xwedêgiravî bi çend gotinên diziyê ji xwe re dibêjin helbestvên jî bila patika stûyê xwe bixurînin. Elîxan Loran. Bi ‘Defter’a xwe nîşan da ku yek ji baştirîn helbestvanê roja me ye. Bi vê berhema xwe ji bin barekî giran derket, ji me re jî xwendin dimîne.

Defter, Elîxan Loran, Adar 2012, Weşanxaneya Lîs


:: Înan Eroğlu – Kurdigeh.com

Avrêl 2012, Bismil