Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] ji Ugur Kaymazî re
2012-04-27 09:42
:: Ahmet ALIŞ
info@kurdigeh.com

Ji Uğur Kaymaz re
.....

Rihê min, biborine...
Tu hê dozdeh salî yî?

Xwîna te dozdeh salî, germmmm
Hestuyên sêzdeh ciyan de qul, qeşaaa


Heyfa te îro li ser zimanê min
Ku te sipardîye nezanan, cembazan
Çi ne xweş! Quzzelqurt be bila
Şiîra wan! Li dora wan pîroz

Dilê wan ku dibêje gihêştiye
Birînên ser singê asîmana te
Her wext tarî, ma ew e
Çiqas karibin: pîne dikin

Ax ku îro dîsa xwîna te
Diherike ji hemû aliyan ve
Tûj dike diranên fêlkaran...
Dibe taştê
Dibe firavin
Dibe şîv

Tu jî ji kîsî xwe...

-------

:: Ahmet Aliş - Kurdigeh.com