Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] Ey Mêr-dîn!
2011-01-14 23:22
Ar-da Janxwar
info@kurdigeh.com
EY MÊR-DÎN

Ey Mêrdîn tu wek qîzeke nazelîn û xatûnî yî,
Tu diçêrî ji lûtkeyên gencineyên çandî,
Li gerdana te yî bedew xemilandî ye kûlîlkên kevnare,
Tu heybetpiling î,ji awirên te diricife berîyên te,
Lê tû dukulî,
Tu xilorîka dibarînî,
Çavên te şerpitî ne,
Te sîng bi xwe nehişt,ji nahperûnga,
Ez dizanim , derdê te çi ye,
Ji evîndarên xwe dûr ketin,
Bi te pir tahde tê,
Ne karê herkesî ye,
Bi Mêr-î-dîn bûn,


EY AVÊ AVÊ

Ey ava sipî ma dest te dikeve bi kêf û coşê pêl dan,
Li kêlaka te dişewîte evîn,
Li dora te daristan digîrî,
Li ser te xêliya qîza xwîn digrî,
Li ser te kevnoşopî bin pê dibe,
Ma tu nabînî ey avê,
Tû bi kêf û coş î,
Bê xem î,
Evîn ji dil dihere,
Jîyan tê bişaftin ,
Ma qey haya te jê çênabe ,
Ey avê avê,

Ar-da JANXWAR