Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kitêb] Romana nû ya Omer Dilsozî, "Berbiska Zer", di nav weşanên Avestayê de derket.
2012-05-02 12:49
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Romana nû ya Omer Dilsozî, "Berbiska Zer", di nav weşanên Avestayê de derket.

"Berbiska Zer", ji sê pencereyan pêk tê; di ya ewil de serhatiya Sînema parêzer û hevalên wê heye. Ya duyem, Sînema piçûk û Berjenê berxvan û tiştên li dora wan diqewimin ji xwe re dike mijar û di pencereya sêyem de, komeke kontra tê çiyayê Bestanê, komek gerîlayên çavdêr li wê derê ne, rageşiya navberê tê vegotin.

Ev kitêb, bi kurtî hewil dide demeke tarî ya Kurdistanê bide ber ronahiyê û hewil dide paşperdeya bûyerên tarî ku tenê em ji nûçeyên êvarê, bi fesla çend çirkeyan guh lê dibin, xwestiye dest deyne ser. Roman ji nûçeyekê dest pê dike û bi ser wê me dibe piştperdeya ku di nûçeyê de nayê gotin lê mimkûn e pêk hatibe.


Di vê romanê de, mafê gotinê bo hemû aliyên bûyerê; hemû aliyên şer û yên ku pişt re li ser bermahiyên şer hewl didin "gunehên şer" ronî bikin, terxan dike û guhê xwe dide "serpêhatî; dubendî, hatûçûyînên derûnî û ruhî" yên her du aliyên şer ên kirde û lêqewmiyan.

-------

Omer Dilsoz

Di sala 1978an de li gundê Gûzereşa Culemêrgê hatiye dinyayê. Di salên xwendina li Culemêrgê de dest bi nivîsîna kurdî kir. Bi navê Hêviyên Birîndar, Bêhna Axê û Neynika Dilî sê romanên wî heta niha gihîştine ber destê xwendevanan û dîwaneke helbestan a bi navê Bila Gotineke Min û Te jî Hebe weşandiye. Dilsoz, niha li Diyarbekrê dijî û bi karê edebiyatê mijûl e.

-----

Weşanxaneya AVESTAyê – Kurdîgeh.com