Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] zarokatî, karîn û nekarîn - babê min dikare babê te!!!
2012-05-03 11:05
Nêçîrvan BAYRAM
info@kurdigeh.com
Dema ko mirov li zarokatîya xwe dinêre, mirov dibîne ko ew gelek li ser karîn û nekarînê sekinîye...

Bi teybetî ew mirovên li gundan, li ber govan, ji dayîk bûyîn û jîyana xwe darbaskirîn...

Dema mirov zarok be gelek li ser karîn û nekarîna malbata xwe, tiştên xwe û lehîstokên xwe disekine.

Wekî, babê min dikare babê te,birayê min di kare birayê te ,dîkê me dikare dîkê we, çêleka me dikare çêlaka we, ez ê di vê lehîstokê de te bin êxim û hwd.

Mirov dema ko zarok be karîn û nekarîn jê re gelek teybet û mihom e.

Zarok bi karînê gelik şad dibe,bi nekarînê jî gelek xemgîn dibe.

Dema mirov bi ber û baliq-bûnê ve diçe ev fikrên he tên gohortin.

------

:: Nêçîrvan Bayram