Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[rexne] Ferhad Pîrbal û çîrokên wî, yên ko ji qamê der ji 'amê ferq in
2012-05-05 09:33
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Destpêk

Ferhad Pîrbal, yek ji nivîskarên kurdan e ko ji bilî xwe bi ser tu kesan ve naçe. Helbet berhemên wî jî wek wî ji qamê der ji ‘amê ferq in. Ferhad Pîrbalê ko dizane bi şeş zimanan biaxive, heta niho 63 kitêbên dersê yên di heqê ziman û edebiyata kurdan de, 5 roman, 3 kitêbên helbestan, 7 pîes û senaryoyek nivîsîye.

Ferhad Pîrbalî ji bilî kitêbên xwe 6 kitêb ji kurdîyê ji bo zimanê farisî, erebî an jî fransizî wergerandiye.. [1, Shadow of the lion]


Kitêba ko ez ê îro xwendin û çavdêrîyên xwe yên di heqê wê de binivîsim kitêba çîrokan ya wî bi soranîyê nivîsî ye. Weşanxaneya AVESTAyê bi wergêriya ji bo kurmancîyê ya Şikriya Salihê û Firat Kelehkîyî 2001ê ew kitêb belav kiriye ko min ew a bi kurmancîyê xwend.

***

Çîroka destpêkê

:: Perawêzên Awropayê


Bi kurt û kurmancî heke ez bixwazim bi sê-çar gotinan behsa wê çîrokê bikim ez dikarim bibêjim: rêyek, pirsek, mereq û li-dûv-çûnek.
Lehengê çîrokê ‘’Kurdo’’ di destpêkê de bi kirîna bilêdekê, mereqê diêxe di dilê mirovî de ko mirov ji xwe re dibêje ‘’ji bo çi?’’ û paşê mirov pê dihese ko ew bilêda tirênan e ko mirov vê carê ji xwe re dibêje ‘’ ji bo kû?’’

yanî hêj di destpêkê de pirsek di hişê mirovî/ê de ye, bilêdek di destê mirovê/î de ye û rêyek li pêşiya mirovê/î ye.

Heta paşiya çîrokê jî cihê ko ‘’Kurdo’’ dê biçeyê mirov nizane û mirov dibe nêçîrvanê her gotinê û her kirinê… Çîroknivîs nedihêle mereqa mirovî kêm bibe û ne jî dihêle ew pirsên mezin yên di serê mirovî de biçin, yanî mirov êxsîrê xwendinê ye…

Çîrok wek parçeyên pazilê (puzzle) bigihîne hev hêdî, hêdî û hino, hino rûyê xwe nîşanî mirovî dike lê meseleya Kurdoyî dibe meseleya şexsî ya xwendevanî/ê (nemaze xwendevan kur be… )

Piştî ko Kurdo li trênê siwar dibe û berê wî dikeve rêyê hêdî, hêdî taybetiyên Ferhad Pîrbalî bi xwe li Kurdoyî dide der; simbêlkejj, entellektuel(penaberekê kurd e û klasîkên dinyayê wek navê xwe dizane), penaberê welatekê biyanî( Ferhad Pîrbalî jî li Fransayê xwendiye), zelamekê ji edebiyat û hunerê hez dike û yekê ko wek nîgarkêşan bi xemlê dinivîse…

Kurdo di wê tirênê de jineka nîv-serêya emrê xwe dibîne û di heqê wê de gelek hizran dike lê sûprîza çîrokê li paşiya çîrokê ye, pazil temam dibe, avek cemidî bi ser dilê mirovî de diçe ko mereq namîne…

***

kurteencam

1. Ji ber ko lehengê çîrokê rêwingî(rêwî) ye xwendevanê çîrokê jî aktîf e û ew jî nebes e çîroknivîs bi têbînîyên li jêra rûperan wê derfetê dide xwendevanan ko çîroka di çîrokê de dibîne. Di çîroka li-ber-çavan de mirov ti caran tişta di dilê lehengî(Kurdoyî) de nabîne lê ji bo her kirineka nixamtî(veşartî) têbînîyek heye ko mirov pê perdeya nehînîyê dide paş.

2. ya rastî ew qas ‘’fantazî(ceribandin)’’ di çîrokê de hene ko divîya çîrok bibûya ‘’girara gavanan(tev-li-hev bibûya)’’ lê ew qasê baş hatiye honandin ko xwendevan –ez û yên wek min- pê keyfxweş dibe ko çîrok wî/wê bi rêyan û hestan ve dibe û diîne.

3. Çîrok ji aliyekê ve jî rastiyên penaberiyê û rewş û hestên penaberan jî diîne ber çavan.

4. Daxwazên jin û mêran, pîr û ciwanan… pey hev bi awayekê rût-û-tazî eşkera dike ko ji bo gelek kirinên kesan mirov dikare li wan negire.



***

:: Bazdayî


Lehengê çîrokê eskerek e, ew ‘’lingê xwe li navenda eskeran ji bîr dike’’… piştî pê dihese ko wî lingê xwe ji bîr kiriye ji bo ko wî bistîne vedigere.

Serleşker wî didin destê hev û serdeyî onbaşîyî dikin. Eskerê lehengê me bi onbaşîyî re diçe imbara dest, serî, pê, ling … û hwd û lingê xwe nabîne û li yê ti kesên dî jî razî nabe.

Onbaşî xwe bi eskerî re aciz dike û serê xwe ji ser laşê xwe didane ser maseyî û jê re dibêje ‘’ serê min ne yê min bi xwe ye û ez razî me çawa tu li lingê xelkan ne razî yî?’’

Şer heye û xema eskerî ew e ko ‘’bila ti kes nebêjin kurd ji şerî ditirsin’’ (Rp:32)

Lingê wî di paşiya çîrokê de ji wî re nameyekê dişîne û dibêje ko wî firar kiriye…

***

kurtencam

1. serê ko yê laşekê dî, lingên winda, firar a lingî, nameya lingî… nivîskarî bi sembolên balkêş û ‘ecêb rastiya rewşa kurdan û ya binfermanên eskeran eşkere dike.

Çîrok ji bo mebesteka hizrî hatiye honandin.

Qasî xemxwariya nivîskarî ya ji bo edebiyatê, xemxwariya wî

Ya ji bo rewşa kurdan jî xwe dide der.

***


:: Lamartîne



Vê carê lehengê çîrokê helbestkarek e. Ew diçe ajanseka nivîsandinê û karekê dixwaze ko ew bikare bi pereyê wê bijî. Lê şertên ajansê li wî giran tên…

Diçe nik peykerê Lamartîneyî û jê re derdê xwe dibêje.

Lamartîn jê re dibêje ko divîya ji beriya her tiştî wî çarenivîsa xwe neêxistibiya di destên helbestan de…

Lamartîne diçe…

***

kurteencam

1. di kitêbê de cara pêşiyê lehengê çîrokê û çîrokbêj(çîroknivîs) yek kes e.

2. di çîrokê de qedrê helbestkaran nezanîn, ji helbestkaran fêmnekirina xelkê û travmayên helbestkaran yên di jiyana rojanede tê eşkerekirin. Dinyaya helbestkarî, lehengên wî û leheng û rastiyên civakê ji hev dûr in.

**

:: Çîrokek gelek dirêj û trajedî

Çîrok bixwe ji sê komekan-hevokan pêk tê:

Zilamek…

Jinek …

Du rengên tenayîyê…

**

kurteencam

Ev çîrok ji wan çîrokên dî gelekê cidatir e. Her çîrok bi gotin û honandina xwe wêneyekê di serê mirovî de çêdike lê ev çîrok welê ye ko dîtina gotinan wêneyê çîrokê bi xwe ye. Ya rasttir, bi gotinan wêneyê çîrokê ne di xeyalên mirovîde bi teswîran xêz dike lê teswîr bi xwe li ber çavan e.

**
:: Şîzofrenî

Ez nikarim çîroka ‘’Şîzofrenîyê’’ binivîsim ji ber ko ew şîzofrenîtîya min bi xwe ye û her xwendevan divê şîzofrenîtîya xwe tê de bibîne…

kurteencam

Bi rastî jî ev çîrok ji çîroka şîzofrenekê zêdetir çîrokeka şîzofrenîk e. Çîrokeka welê ye ko xwendevan biryara dewama çîrokê û rêya wê bi hilbijartina parçeyên çîrokê yên bi hejmaran hatîn nîşankirin çîroka şîzofrenîtîya xwe dinivîse. Her çende ya hatî nîvîsîn çîroka şîzofrenekê be jî… du xwendevan li rexa hev rûnin û wê çîrokê bixwînin dikarin lehengên cida û çîrokên cida bibînin. Ji xwe şîzofrenîtî ne ew e ko lehengên ji bo xelkê neyî ji bo mirovî hebe?

**

:: kuştina leşkerekî tirk li Zaxoyê

Zilamek, jina xwe, keça xwe û zarokeka xwe ve dema ko li ser pireka Zaxoyê re diçin di nêvbera wan û eskerên tirkan de meseleyek çêdibe ko eskerek ji eskerên tirkan tê kuştin…

kurteencam

1. li vê çîrokê her lehengek bi xwe çîroka xwe dibêje. Welê ye ko mirov dibêje qey mirov dibêje qey fîlmek bi çar-pênç kamêreyan hatiye girtin û derhênerê fîlmê hewil dide ji dîmenên hemî kamerayan fîlmekê bihone.

2. her lehengek hewil dide xwe bi heq bike û xwendevan jî bi mecbûrî dibe hakim lê çîrok xelas nebûye ji ber ko temamkirin ji ‘’hakiman re’’ maye…


-------

:: Miradê GUNDIKÎ