Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[xelat] Fîlma, nivîskarên Kurdîgehê ‘’Diyarê dilşad’’ li Zanîngeha Înonûyî di Festîwala Fîlmên Ciwanan de, xelata taybet ya jûrîyê stand
2012-05-12 13:22
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Di Festîwala Fîlmên Ciwanan ya Zanîngeha Înonûyî de. Bi sedan fîlmên ciwanên zanîngehan bûn berbijêra xelatan û fîlma nivîskarên Kurdîgehê Dîyar û Dilşad Bayramî xelata jûrîyê stand. Ji nêv sedan kurtefîlman tenê çar fîlman xelat stand ko yek ji wan kurtefîlma ‘’Dîyarê Dilşad’’ bû.

Hêjayî gotinê ye ko bi tenê fîlma bi kurdîyê fîlma Dîyarê Dilşad bû.

Fîlma xelat standî, Dîyarê dilşad kurtefîlmeka xwerû bi zarê kurmancî ye. Ew li Gundikê-Gundikê Melî- di paşiya sala 2011ê de hatibû çêkirin. Fîlm bi derfetên kêm yên xwendekarên Gundikîhatiye çêkirin.

Hemî leheng, gund û daristanên di fîlmê de, çêkerên fîlmê bi zehmetiyên bi rojan ji heriyê çêkirîne.

**

Dilşad Bayramê yek ji derhênerên filîma berbehs e, li ser pirsa Kurdîgehê ya ‘’ji ber çi we bi kurdîyê-kurmancîyê- fîlma xwe çêkir.

Ho got:

- Ma çima ne bi kurdîyê be?
Ji bo kurdekê tişta normal ew e ko bi zimanê xwe fîlman çêbike. Ji ber ko bi wî zimanî hest dike û hûner jî bi wî zimanî tê hişê mirovî. Heke mirovek bi zimanekê hizir bike û bi zimanekê dî fîlman çêbike ew hêj fîlm çênekirî di dimejiyê xwe de fîlma xwe dublaj dike.

Kurdîgeh yek ji piştgir û çêkera kurtefîlman bû, ji bo spasiyê fîlmçêkeran Kurdîgeh sipasîyên xwe li wan vedigerîne.

**
Kurdîgeh – Miradê Gundikî