Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] Firîşteyên rehmê
2012-05-16 20:36
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
::. Mehmed Ronî .::

min biryar da ku ez ê îsal herim li ba doktorekî kar bikim, hem dê fêr bibim, hem jî dê havîna xwe bi tiştekî baş derbas bikim ku dıxwendina min de ji min re bibe alîkar. Ji ber ku ez xwendevanekî kolêja bijîjkiyê me li qonaxa sêyêm.

Di civaka me de her kes bi çavekî mezin li doktoran dinêre, û ez bi vê yekê serbilind dibim bi xwe ku xelk dê ji min hes bikin û qedir û qîmetê min di nav xelkê de hebe.

Lê ez ê ji we re vê serpêhatiyê bibêjim belkî hûn êdî cuda bifikrin. Bi rêya hin nasên bavê xwe, min ji xwe re kar dît li ba doktorekî çavan.Demê dibêjim kar ne ku ez ê serê her mehê peran bistînim, na, lê belkî ez ê hin tiştan fêr bibim.

Êdî piştî seet sêyê nîvro divê li ser karê xwe bim û alîkariya berdestê doktor bikim û navê nexweşan binivîsim û bilêtan bidim wan û wan bi rêz bikim ji bo çûna jor ba dokrorî.

Tişta destpêkê bala min kişandibû kêmbûna cihê rûniştinê bû, carina bêtir ji sî nexweşan di rêzê de bûn û hin ji wan rawestiyayî diman ji ber nebûna cih,Yaw çawa ev der cihê nexweşan be û nexweş cihê wî yê rûniştinê nebe!

Ma doktorê me çi ji van peran dike?

Ji xwe mirov digot qey ev doktor mîna derasê ye ew qas karê xwe bi lez diqedand. Dikarim bibêjim carina di hundirê seetekê de deh nexweş bi rê dixstin, ew tişta han carinan kêfa min jî dianî û min dilê xwe xweş dikir û digot karê min ê hêsan be, lê di eynî demî de ji min re dibû nakokî ku çawa ew di pênc deqîqeyan de êş û derdê nexweşî nas dike?

Rojekê berdestê dokror Xelîl ne hat kar û min cihê wî girt û min dest bi nivîsandina navên nexweşan kir, wê rojê jî ji bextê min ê reş hejmara nexweşa gelek bû û ez gihiştim bilêta 27an, min dît zilamekî bi temen da derî bi tevger û cil û bergên wî xuya bû ku ji gundan bû, pê re zarokekî heşt neh salî hebû ku çavê yî yê rastê şaşkirî bû, piştî silavkirinê, ji ber ku cilên min spî bûn gote min:

• Doktor, doktor Gabarî Xwedê jê razî û cihê wî li buhuştê çêke, ji min xwestibû ku ez kurê xwe vê rojê bînim cem wî

• Serçavan xalo, ka navê kurik çi ye? Û çend salî ye?

• Navê wî Resûl e. Bawer dikim neh salî ye.

Min bilêt da wî û gotê:

• Xalo, ji kerema xwe heqê bilêtê bide min û pişt re di rêzê de raweste û jimara bilêta te bîst û heşt e yanî sêzdeh kes li pêşiya te hene de.....

Xalo hêrs bû û nehişt ez axaftina xwe biqedînim û bi dengekî bilind got:

• Wey, doktor ji min xwestiye ez werim li vir. Çi ye ku di rêzê de

bimînim û peran bidim?
Îcar min bi dengekî nizm ji ber ku min şerm kir û min bi lêborînî gotê:

• Bibore xalo, min hûn nas nekirin, hûn dibin nasên doktor, ez ê we niha derbas bikim.

Ez yekser çûm cem doktorî û min gotê ku nasekî te hatiye û kurê wî nexweş e û dixweze yekser bê jor cem te.

Doktor bêyî ku li min meyze bike ji ber ku bi nexweşekî ve mijûl bû û got:

• Demê ev nexweş derket, bila derbas bibe.

Piştî ew nexweş ji cem doktorî derket min xalo derbasî hundir kir.
Min dît ku doktor gazî min dike û ez çûm cem wî û gote min:

• Ka te got min nasek te hatiye, çima te ew derbas nekir?
Di wê demê de min fêm kir ku xalo nabe nasê doktorî û bi rûyekî ji şerman sorbûyî min gotê:

• Bibore doktor, xuya dike min şaş fêm kir. Lê xalo got ku te jê xwestiye ku were li vir.

Bêyî ku bersiva min bide, min dît berê xwe da xalo û jê pirsî:

• Ka bilêta kurê te?

Xalo behitî û êdî fêm kir ku doktor wî nas nake û got:

• Doktor, wê rojê min ev kurê xwe anî nexweşxaneya giştî û te birîna çavê wî dirût û te ji min xwest ku vê rojê bînim cem te clînikê û te got ku ez ê kêliyên wî vekim karê pênc deqiqeyan e, û ha ve min anî.

Rebenê xalo haya wî ji rewşa wî nebû ku doktor çi dixwaze. Îcar doktorê me bi rûyekî tirş û tehl bêyî ku li nexweşî binêre gote xalo:

• Birîna wî hîna baş nebûye. Sê roj din bîne nexweşxana giştî dê kêliyên wî vekin.

Xalo bêyî ku bizane mesele çi ye, careke din ji doktor re du"a kirin û bi xwedê ji te razî be xatir xwest û çû.
Min dizanibû min şaşiyek kiriye û ez ditirsiyam ku doktor bi ser min de were. Dawiya şevê ez çûm min pereyên ku wê rojê kom bûbûn tev dane doktor û ew jî bi wan bilêtan dizane çend kes derbasî ba wî bûne. Pere hijmartin. Min kir ku destûrê bixwazim ku biçim, doktor got:


• Binêre karawan, îro xelîl ne li vir bû te çi anî serê min. Ev der klînîk e cihê kar e, Ji xelkê we ye ku her kesê min ew carekê dîtibe ew dibe nasê min û ew ê bimîne di bîra min de. Ji bîr neke karê min ê di nexweşxaneya giştî de ji bo vî karê min ê li vir e, Îro me gelek wext vala vala derbas kir niç niç niç.

Bi dilekî şkestî bi gotina erê, bibore, ez ji ba wî derketim û min di dilê xwe de got bi rastî jî hûn doktor firîşteyên rehmê ne! firîşteyên rehmê ne!