Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar-çandî] paletiya bav û kalan ya bi tirpan û gîsnan û paletiya îro ya di trektorên bi kilîma de
2012-05-20 08:47
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
::.Tevger Çekdar.::


Wextekî paletî li Kurdistanê di warê aborîyê de debara xizanan bû. Xizan û hejaran bi tirpan-kirinê derbasîya xwe dikirin, hewceyîyên xwe çareser dikirin.

Heçê kesên nikaribûn tirpanê bikin ew jî dibûn tapûlvan, li peyê paleyên tirpanê bi rapêlkan giya an genim berhev dikirin. Paletî ne karê herkesekî bû, divê hêz hebûya.

Rêzikên paletîyê jî hebûn, yên pispor serê honê dikişandin, yên din jî li peyê serhonaz diketin rêzê dest bi honê dikirin. Dengê tirpanan bi ahengekî derdiket wek melodîyekî bû. Hon gorî pale pirbûn an hindikbûnê kin yan jî dirêj dibû. Ku hon di qedîya dema cixare pêçandin û kêşandinê bû. Serê her paleyî xwedîyê zevîyê an mêrgê pakêtek titûn dida ku dilxweş bin. Di bêhndayînê de henek û laqirdî dihatin kirin. Stran û klam dihatin gotin ev jî rengînîyek bû.

Paletî sibê zû bi roj derketinê ve dest pê dikir, bi roj avabûnê ve di qedîya. Paleyan sibê zû taştê dixwarin û bi rê diketin diçûn ser karê xwe. Di navbera taştê û firavînê (navroj) de xwarinek dihate dayîn, çimkî karê dikirin gelek giranbû. Paşê navroj û dîsa xwarinek sivik dixwarin ber ve êvarê jê re esrok digotin. Xwarin ji bo paleyan gelek girîngbû, lewra ji hêz de diketin. Malxoyê malê ji paleyan re çiqwas ezed û îkram bikira ewqas jê re dibû rûmet û rêzdarî. Problemeka herî girîng wê demê sarınc tunebûn, ava vexwarinê germ dibû. Zarok û pîrekan bi hespan an bi keran an jî bi milê xwe av dikişandin ji paleyan re. Av di destîyên ji herîyê hatibûn çêkirin de di parastin ku zû germ nebe.


Wexta çinîn wê biqede bi dawî bibe, paleyan tirpanên xwe berdidan cixarek pêdixistin û dikirin
- “offf e offff”.

Malxoyê malê digot:
- “ Xêr e, bavo çi offf e offfa we ye ? Çi qewimî gelo ? “

Serhonaz digot
- “ Ma wê êdî çi bi qewime malava, ev der daristane tirpanên me nikarin bi birin bila ev jî bimîne

“ An jî “ Di vir de lewirek heye em newêrin bi ser de biçin “ Malxoyê malê amadebû ji bêrîka xwe yan pere yan jî pakêtên cixarê derdixist dida pala, bi wî awayî xelata wan dida. Paleyan bi “ Ya Elah bismîlah “ ew der jî diçinîn û bi selawat karê xwe di qedandin. Ev wek şahîyekî bû, pîrozbahîya xweşîyê bû.

Ew dewr îro nema ye, hacetên cotkarîyên hemû guher în. Tarktor û makîneyên modern standarda jîyana cotkaran bilind kir. Wek berê zehmetîyê nakişînin, karê berê bi deh paleyan dihate kirin niha bi sîya traktoran nîv rojekî tê kirin. Traktor bi klîma ne, mirov tê de xwîdan nade bi berfirehî karê xwe dike. Gelek kesan CD , teyb û hoparlor bi tarktorên xwe ve kirine bi stran û awazan karê xwe dikin. Xwarin û av nayê ber mêrg an zevîyan. Diçin li mala xwe him bêhna xwe didin him jî xwarina xwe bi cîh tînin. Ev êdî ne paletî ye, bi awayekî din axatîye. Werhasil ew paletîya zemanê berê niha nemaye û nayê zanîn jî. Nûjenî û teknolojî roj bi roj jîyana cotkarîyê hêsan dike lê mixabin kevneşopîyan jî winda dike.

Hêvî dikim nifşa nû ji bav û kalên xwe pirs bike, ka çawa jîyane û karû berê xwe bi çi awayî pêk anîne. Çande û kultura xwe hîn bibe, zanînên xwe bi zarokên xwe re par ve bike ku bê zanîn. Ku derfet hebe hacetên cotkarîyê yên kevn berhev bikin û bi parêzin . Rojek were wê di mûzeyan de cîh bigrin. 17 Gulan 12
**