Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] HETEROEVÎNÊN BÊ’WATE
2012-06-01 11:18
:: Mem Jan
info@kurdigeh.com
HETEROEVÎNÊN BÊ’WATE
:: Mem Jan



Evîn li ser qorika xwe ket û zingînî çû ji dû sed û şeş hestî. Masûlke vezilîn .

Notron,elektron û proton girgirîn li ser sergoyê mala apê Einstein.

Gelo wê çawa ecêb nemîne li vê rewşê mirov.

Evîn li ser qorika xwe ket ,mirov kor bûn.

Einstein zimanê xwe cûd/dicû.

Zimanek wek carûd peyvên sotî derdixist ji tenûra dil. Dil tenûra hestan e di dem û gavên evînî de.

Tenûr har dibe bi awêrên s(ar). Qemdek bisk kir şikeva hemû nan û nana’yan.

(got): Lêvên te nêçîrvanên ‘’na’’yê û ‘’na’’ tucar ji devê min nayê.

Evîn li ser qorika xwe ket. Hestên platonîk hemû şikestin. Dil platîn…

Dilê platonîk ,atomên xwelîreng ên ji qewmê xweliyê serad dikir li ber bayê dilxwexapandinê. Molekulên evînî qutê dile wî/ê ne. Çaxa bîrê hût derdiket ji bîrê û diket kewara dil.

Ax! Çend gulgenim şewitîn li ser vî dil î.

(got) : Dilê min her ku li enîşka deriyê bengê ketiye, ez tim şemirî,ez tim şeperze me. Na! nebêjin ku tu lal î. Peyv girêkên di werîsê qirika min de. Bizanibin barê dilê min ziman nikare hilde.

Evîn li ser qorika xwe ket. Mem Elsa revand, Aragon got; Zîn bûka mala ye ez jê hez nakim.
Dilên kapitalîst xwe firotin bi hilmek cixarê.

Helbest pere nake li vî welat î .Helbestvên etarê dilê mîka.

(got): Difikirî/e anha çi dike? Li ku de rê ye? Mehîr dixwe an na? Gelo 44XX(Y) kromozom jî ji min hez dikin?

Ax!

Homosapîens çima awêrên nîkotîn vedixwe?

Evîn li ser qorika xwe ket. Dilên ku ji xema şîqal girtine hemû riziyan,dil wek şambelotan teqiyan li ser sêla kula. Kizik kizirîn .

(got): Tu di xwîna min de avjenî dikî,awêrên te li ser şûşa çavên min çargav diçin. Dişemitin. Devê min hêlîna peyvên evînê, peyv hechecik in di demsala tedîtinê de diçin alî axa pîroz. Ez bi şiva Musa stêrkên li ser porrê teyê ê şevînî dadiweşînim.

Evîn li ser qorika xwe ket. Dilên helbestî koçber bûn ji vî welat î. Çavên evîndar kûr dibin wek çela Nagazakî. Hezkirin bi mutasyon ê hesûd bû.

Rondikên piştxûz di destê wan de gopalê keskesor qelibîn li ser baniya hinarkê.

(got): ’’çavê’ min derdê çavên te diçinin’’ . Xweda anatomiya gerdunê ji bo ku ez çavên te şayese bikim çikiriye. Daristan kesk,belgek kesk,teşîrêsan dikin keskesorê bayên veqetîn ê.

Helbest; lavlavka êwana mirinê

Evîndar; qesela bêdera gullestran a.

Pênûs; keçikek sed memikî û helbestkar her tim

zarok in tim ş(i)îrê ter vedixwên.
Jin; Adem ji dara sêvê ketiye û ji parsûyên wî ên çepê yek jê kêm.
E
vin li ser qorika xwe ket.

Şikest dilê platonik ,

Hate firotin li eraseya Elo Tewşo yê kapîtalîst
Giriya ê helbestî,

Çiriya ê mîka .

A dawî dilê sêgoşe ,di her goşeyê de tenêtî çû lîs.

Di evînê de wext tune, Saet;tenêtî derbas dibe bê nêtî(te)…



****
[1] Baba Tahirê Uryan, “Dubeytî”,ji Lorî:Sabah Kara, Nûbihar, çapa duyem-2010,Senbol, r. 133.

têbînî: Ev nivîsar di kovara pênGAVê de jî belav bûye.