Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] Bilbilê bêgul – di nav agirî da beden cemidî
2012-06-02 09:27
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Bilbilê bêgul – di nav agirî da beden cemidî :: Akîf Bajêrgeyî

lê lê îro gula me qetandin

li ser bostane teyrê reş bandin

îro bilbilê bêgul hatin

ax û zar feryad û fîxan ketin



Têne kuştin, bilbilê bêgul

wek polek aqir ketî ye ji dil

goşt nîne yekbûn lê bûne sil

îro bû keder bû êş bû kul



xwîn dikelîya li leşê ciwanan

xeyal dêfirîyan can difirîyan

lê di tarîyê da her rex bû canan,

her kesê îman anîbû ji xewnan…



di nav agirî da beden cemidî

nîn e goşt qedîyan hêdî hêdî

qêrînek hat ne tirkî ne kurdî…

dengek ser zimanan bû me dî.



digo hûn yek in temam însan in


Xweda ye yê em temam dane

Xwedayê me Xwedayê zahir, batin