Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] were em mehra xwe bi tirsê re bibirrin
2012-06-08 20:20
Yehya OMERÎ
info@kurdigeh.com
gotinên şoreşî
yên ku evinê dixe feqa helbest û daristana derewa,
yek bi yek ji zimanê min pekiya.
jêbirkek erzan xwe li ser dil paqij kir.

yar tu çûyî;
jiyana min ket şînan
çirokên sar û germ yên ku
ji ber şevbuhêrkên zarokan mayî.
yar!!
waye ez ê jî bimirim
wê mirin biêşe
wê Ezraîl hêviyên zarokên jar
di zimanê xwe de biçine
û wê biceheme ji bajarê êş"ê.

beri ku tu dilê xewnan bihêli
beri ku asiman di nav xwînê de bimînin
were em mehra xwe bi tirsê re bibirrin
bila ronahî ji çûk"ên serfiraz re be…
em ê xwe bi reşiyê binixumînin
belê te xelet nexwand
wê şev rûreşiya paşeroja me veşêre