Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] Pepûûûûk! Kundooook!!
2012-06-08 21:43
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com

Careka ji caran rehmet li dê û babê guhdaran, hebû ti nebû ti ji Xwedê mezintir nebû.


Carekê li derekê du birayên êk hebûn. [êk=hev]

Ev herdu bira rojekê diçin rêvasan, birayê biçûk telîsî digire û birayê mezin, rêvasan ji erdê dike û dike di telîsî de. [telîs: kîsê mezin]

Ji siharê heta êvarê, herdu bira rêvasan dikin, lê wan hay jê nebû ko binê telîsê wan kun bû û di kuna telîsî de gelek rêvasên wan dirijîya.
Di êvarê de, dema ko ew ê vebigerin, birayê mezin ji birayê biçûk dixwaze ko telîsî bide wî.

Birayê mezin li telîsî fedike û dibîne ko gelek hindik rêvas di telîsê wan de hene.

[fekirin=nêrîn=meyze kirin=berê xwe dayin]

Ji birayê xwe aciz dibe û pê re şerî dike. [pê re= bi wî re=bi wê re= bi wan re]

Ji birayê xwe yê biçûk re bibêje ko wî pirtirînê rêvasan xwarine lê birayê biçûk qebûl nake ko wî rêvas xwaribin.

Şerê herdu birayan dijwar dibe û birayê mezin berekê li serê birayê biçûk dide û dikeve ser rêya malê. [ber=kevir]

Birayê mezin, di rê de dibîne ko li her du-sê gavan gavekê hinek rêvas li erdê ne, wan rêvasan jî kom dike lê dibîne ko telîsê wî tejî nabe.

Li binê telîsê xwe dinêre û dibîne ko binê telîsê wî kun e, nû pê dihese ko wî neheqî li birayê xwe kiriye.

Zûka vedigere nik birayê xwe lê dibîne ko ew miriye. [nik=ba=cem=rex= def=têl]

Gelekê aciz dibe û navê vegere mala xwe jî… [ vîyan=xwestin, navê=naxwaze]

Bêdiayîyekê li xwe dike û ji Xwedê dixwaze ko ew wî bike kundek. [bûm=kund]

Xwedê wî dike kundek.

Ew ji bo ko çîroka wî bê zanîn û bira û xuşk qedrê êk bizanin, her şev digere û vê sitranê dibêje.

‘’ Pepûûûk!
Kundoook!
Kê kuuşt,
Min kuuuuşt!
Seb çiiiii!
Seb tayikek kereng’’


**

Qewlika min çû deştê ez û dê û babê xwe çûyin biheştê.

**
Çîrok: Gelêrî – Herêma Botan
Çîrokbêj: Safyaya Osmanê Evdilkerîmî
Berhevkirin: Miradê Gundikî