Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] xewna gula deştekê
2012-06-09 20:04
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
:: Îbrahîm Şahîn

Dayîka min çand şitlek
Di hewşa mala bavê min de şîn da gulek..
Diçû ciranan bîna wê
Lê mixabin , nedihate min…
An gul ne dildara bêhna min e
An gul mehkuma mirina bêreng e
An jî gul tirsoneka ewrên biharê zer e
Ma çi dizane kesk dibin şitlên bihara evînê
Ma çi dizane …
Di paxila xewnên min de radikevê
Li her rojan, Li her salan
Û
Li her demsalên xewnên min

Xewnên min birîndara deştekê
Kurdistan tu gula cîhanê
Mêwana xewnên min ên her şevê

Li Amedê şevên sar
Ne şevek her şevên sar
Dicemidim bêdeng , lal û bêzar
Di xew de dizî dilê min ê har
Li bêkes bûnek bêwar
Li deştek bêdar
Li welatek tije ji mar
Xewnên min naçe serî
Ta ko min şîyar bike ew yar