Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîroka gelêrî] pîrê û dîkil
2012-06-10 20:03
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Careka ji caran rehmet li dê û babê guhdaran, hebû ti nebû ti kes ji xwedê mezintir nebû. Carekê li derekê pîrikek hebû.

Pîrikê mal malişt,

libek[1] mehûj dît.

Danî ser milkuçikê.[2]

Dîkilî[3] nikilek lê da.

Pîrê milkiskek[4] lê da.

Dîkilî tirrek kir.

Pîrê got:

- em biçin nik mamê kund.[5]

Çûn nik mamê kund.

Pîrê got: Hoo mamê kund!

Kundî got: Ew navê min e.

Pîrê got: Tu şirî`etan dikî?

Kundî got: Ew karê min e.

Pîrê got: Min mal malişt.

Kundî got: Te paqijîyek kir.

Pîrê got: Min libek mehûj dît.

Kundî got: Ew nesîbê te bû.

Pîrê got: Min danî ser milkuçikê.

Kundî got: Ew mekanê wê bû.

Pîrê got: Dîkilî nikilek lê da!

Kundî got: Wî bênefsîyek kir.

Pîrê got: Min milkiskek lê da.

Kundî got: Te neheqîyek kir.

Pîrê got: Wî tirrek kir

Kundî got: Wî jî ji kesadî û fesadîya xwe kir.

----------- Qewlika min çû deştê ez û dê û babê xwe çûyin biheştê -----

Têbînî:

[1] lib=heb, libek=hebek

[2]Milkuçik: Ew tifik e(cihê agirî ye) ko mirov xwarinê li ser çêdike, pêşiyê bi sê kuçan/keviran dihatin çêkirin û paşê jî di malan de ew ”sêkuç” hatin herîdan û hat bi kar anîn û jê re gotin kuçik. Vêca her milek yê wê kuçikê milkuçik e.

[3] dîkil=dîk

[4] Milkis: Ew zilên(gîyamilkiskên) serê wan hatine girêdan in ko pê mal tê maliştin.

[5] Kund: Ew kes e ko çavteng e û naxwaze malê xwe bide ti kesan. Lê ramana wö ya navö heywanekö ji heye, di çîrokê de ji bo Bîman/bûman gotiye kund. Di gellek çîrokên kurdan de bûm wek kund tê bi nav kirin û ew şirî`etan dike.

Çîrokbêjên li Botanê wek ’’ Careka ji caran rehmet li dê û babê guhdaran, ne’let li Şeytanê ber dîwaran...’’ dest bi çîrokan dikin, lê min ji bo hirmeta ji bawerîyên cida re ew gotin jê rakir, ko ev çîrok malê hemî kurdan e.(Mîradê Gundikî)
----

Çîrok: gelêrî – Ji Herêma Botan

Çîrokbêj: Safyaya Osmanê Evdilkerîm

Berhevkirin û nivîsîn: Miradê Gundikî