Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] xeleka asê
2012-06-16 08:48
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
XELEKA ASÊ

“Gulê guh nedê, dûvê dinyayê dirêj e.
Lê lê çû, lo lo maye ey stêra geşa asmanê
şîn û şadiya evîndarê serneçemandî.”

-Sebrî Botanî-


BERIYA ZANÎNA ÇÎROKÊ

Meha Gulanê, li ser bajareke hatî jibîrkirin de diloriya. Gelawêj, ne xortekî kêrhatî bû jî -ewî wiha digot, ez pê nizanim êdî. Paşeroja xwe vedipirsiya. Heçko ji vê tiştê bextewar dibû ku di wan tabloyên paşeroja kevnare de wêneyên kes û kîsan dikişand di zêhnê xwe de.

Hin kes dikeniyan… Hin kes digiriyan… Mad û mirîçê hin kesan ketibû di nava hev de… Hin kes dibişiriyan…

Lê gelek kes û tiştên wî jê standibûn… Kî, çi wan kes û tiştan jê standibû? Pê de ketibû…

Xort bû, temenê wî mala hejmara hejdehê biribû li ber mîratê; û hejmara nozdehê gazî wî dikir. Di çardeh saliya xwe de mabû di bin bandora cixarekeşên li der û dora xwe de û dest bi cixarê kiribû.

Serî de bi xefikî cixarê kişand; lê birayê wî Selman, rojek ew di zamboqek teng de girt û du şimaq lê da. Ji fêhêtiya birayê xwe qet ne axaft û gava li rastî birayê xwe Selman dihat serê xwe daniya li ber xwe û ji tirs û fêhêtiyê difikiriya ku dê kengî Selman ji vir biçe an jî ez çawa xwe ji vê rewşa nerewnaq xelas bikim.

Li ser de roj qulibîn êdî mezinên li der û dora wî ji bo vê rewşê nehestewar bûn û wî jî ji bo ku bûye xwendekarekê zanîngehî êdî bi rehetî cixarê dikişand…

Gelawêjî digot:

“Hatin em; û me dît:
Em nalebar in ji bo wan”


Aniha li malê, li ser doşekê xwe dirêj kiribû. Hişê wî li ser diya wî bû. Hişê wî li ser tiştên ku jê hatibûn veqetandin bû.

Dizaniya, kêmasî ev bû: “lerizandin, li-xwe-hesîn” Bêsemta wî jî ev bû: nalebar dijiya li gor merivên sedsala bîst û yekem ve. Li zamboq û kolanan bi serê xwe, bi mûzîka xwe ya kevnare rê û rêbar diçû. Saet, derengiya şevê bû.

Ji xwe her tim ev dem bûne şerê wî û jînê. Kul, kul û kul…. “Çima kenên ji dilên dîlanî, ên geştî tune Xwedêyoo!” Rê diçe kû? Meriv diçin kû? Kî dijî, kî mirî ye? Tiştên ne ji dil binpê dikir. “Ez Kurd im! Rast e, tenêtiya min ji mêj ve dest pê kiriye” Û di serê xwe de nivîsand:

“Ez ev im, têra xwe, têra we heme
Lê mame tenê …
Di nava van mirovên bêevîn de,
Zeviyên bêwec jî wek min ji evîna xwe dûr in
Ez ê bêm kuştin li newala Qesaba, li Wanê
Li Qilebanê, li ber sînor”


Stranên li ber guhên wî dîlanê digerand. Rabû li û berê xwe da milbexê, qarîfek av vexwar û hinek li ser xwe de hat. “Hinek li ser min de werin!”
Çavên Gelawêj zîq vekirî bûn; lêbelê tu cûdabûna dîtin û nedîtinê nemabû heçko.

Jiyan li ber çavên wî reş bûbû. Hêj neh salî bû dayîka wî Sorê, ji nexweşiya zerikiyê miribû. Bavê wî jî vegera bû li gund; êdî qet nedikarî jiyana bajarî bijî. Gelawêj ji aciziya, cixareyek pê xist. Nêzî malê bû û cixareyek din pê xist. Her tim digot: ”rast e, tenêtiya min ji mêj ve dest pê kiriye”

PIŞTÎ ZAYÎNA ÇÎROKÊ

Ewr…
Sê kerî ewr li ser banê çavên min bi hev re digewixin. Aniha straneke diya min di ber guhê min de rawestiye. “wî şahînoooo, haaa hooo, ê de hey lêêêê…” Ez ne xelet bim ev strana Îsa Berwarî bû û gava diya min cilan dirûtiya vê strana guhdar dikira.

Destê min ê rastê mîtroyek ji çavên min dûr ketiye. Zehf baş dizanim aniha li ku me. Qaşilên laşê min ser de çûne. Xwîna laşê min ê brîndar ziwa bûye jî… Lê fêm nakim; ne şivanek û ne jî bêrîvanek, qet tu kes li vî alî re nabore. Kes min nedîtiye û bawer ‘kim ku kes min nabîne jî...

Bihara ku Xwedê li zinarên der û dora gulîstana min ava kirî -bîhna şer û şîrê dide- xwe ji ber çavên min dabûn alîkî. Min destên xwe ker dabû çemekê. Ev ne çemekê weke çemên din bû. Aqîf Axayê Eruhî ku li Eruhê û herêma Şûvan, li hemberî çavkoran serî hildayî, ev çem kiribû saltanata mirina rojhezan. Rojhezên ku hestiyên wan mayî di bin axa sar û sir, û di berqafatan de, heçko ji min re strana “şahînooo…” digotin; lê ew jî ji min dûr bûn. Gere ew jî aniha li ba min bûna, lê ka? Min bi kurahî xwe girêdayê vê stranê kiribû. Na na, stran xwe bi êşên min ve girtibû. Ne dengê “qijikên xêrê” dihat; ne jî dengê mirovên ku mala xwezanîn û xweşikiyê avakirine dihat. Bitenê dengê strana rojhezan dihat. Ev çi hest e Xwedêyo…

Heçko ji xeynî min tu kes guh nedabû vê stranê... Eger guh bidana dê îro ew ê jî li ba min bûna. Lê, ka kî ma û ka kî got ez hatim? Çemê ku ez di xuyanga wê de mame girtî jî aniha dilore… Na na, ez derewan nakim, bi rastî jî dilore; bawer dikim ew nehesiyaye ku ez li ber xuyangê wê me. Semyana vê çemê jixwe tamxweşeyeke din e. Lê ji bo ku hatiye jibîrkirin, ji bo ku îxanetê li ser stranên wê kirine, ji bo ku lê venegerane, ji bo ku wê xapandine ew jî dilore… Lê çima min nabîne? Va, termê min jî li ber dar û deviyên li dora wê ne… Min ji bo wê şer kir lê çima digrî?

“GELAWÊJ… JI BO TE DIGRÎM…”

***


::Selamî Esen