Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Hayîkiya Berken Berehî ‘’çiyayê por spî’’ û awireka li wê.
2012-08-02 10:54
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Hayîkiya Berken Berehî ‘’çiyayê por spî’’ û awireka li wê.

Pêşgotin:

Hayîki yek ji awayê nivîsîna helbestan ya Japonîyan e.

Ev awayê nivîsînê bi du bingehan tê nivîsîn;

1) helbest ji sê risteyan, rîzikan pêk tên û kîteyên wan 5-7-5 in. Yanî rîzika-rêzika pêşiyê ji 5 kîteyan pêk tê ya didoyê ji 7 kîteyan û ya paşiyê ji 5 kîteyan pêk tê.

2) Herdu rêzikên pêşiyê behsekê vedike û rêzika paşiyê derba paşiyê ‘’ji dereka cida’’ didane.

Tê gotin , Hayîki welê ye ko mirov bi du risteyên pêşiyê nefesekê dikêşe û bi risteya paşiyê wê diberde.

Li gor Hayîkinivîsên Japonî di eslê xwe de zimanê xwezayê bi Hayîkiyan e.

Bi zimanê Japonî navê 俳句-yê wek Hayîki tê xwendin lê tirk wek Haîku û ingilîz axêv jî wek Haykyû dixwînin min jî wek xwendina japonî nivîsî.

Ya rastî min ji berê ferq nekiribû ka Hayîki û kurmancî çende li hev dikin, lê bi Hayîkiyên Berken Berehî li ber çavên min zelal bû ko kurmancî û Hayîki heke ne bira û xuşk bin, hebe-nebe pismam û dotmam in.

Heke Hayîki zimanê xwezayê be mirovên bi xwezayê re herî têkildar kurd in û dibe ko dilê xwezaya Kurdistanê jî wek 5-7-5 bijene.

**

Her çende rastorast(rasterast) di kurmancîyê de ji beriya Berken Berehî min Hayîki nedîtibin jî gelek metelokên kurdî wek Hayîkiyan in.

Mesela:

‘’se se ye,
Dema hestîyan dixwe,
Qona xwe hizir dike’’

---

‘’Golika wê dayê(dayikê)
Jê re nemezîxin kadînên kayê,
Kêrî ti paşî û paşerojan nayê’’

--

‘’ ker dixwit kerbeş,
Ma çi fêm dike ji gula geş’’
(Kerbeş,kerbeşok: gîyayek e ko bistirî ye, tam tehl e, dîtin kirêt e û li rexa rêyan hişîn dibin)

**


:.. Hayîkiya Berkenî

Hayîkiya B. Berehî ya:

‘’ çîyayê por spî,
Hêdî hêdî digirî,
Êêê Kalbûn zor e’’

Di vê Hayîkiyê de wek çawa ko Hayîki bi xwe zimanê xwezayê ye, Hayîki giyanî diberde ser çiyayî û hewl dide bi wî çiyayî mexseda xwe bîne cih.
Di ‘’çiyayê por sipî’’ de, em dibînin ko çîya hatiye bikaranîn ko di civata kurdan de bi me’neyên: qedîmî, saxlemî, wefakarî, dostînî û hwd. tê gotin.

Em kurd gelek caran, ji bo dosînîyê û wefakarîyê dibêjin ‘’Ew wek çîyayekê li pişta min e, pişta min nayê erdê’’, di çîrokekê de ji bo heybet saxlemî û mezinîyê ho hatiye gotin: ‘’ Xweşmêrekê wek çîyayan da ji derîyî ve û rimê xwe da koda sîngê wî…’’

‘’pora spî’’ di civatê de piranîya caran bi awayekê erênî tê gotin, mesela ji bo tecrûbe û zanînê pora spî gelekê caran tê gotin. Di çîrokeka Mîrza Mihemedî de ho tê gotin ‘’ Kalikê serê sêryanê; pora wî spî û dirêj bû, fîstanekê 40 pîne pê ve lê bû, pirsa hemî rêwingîya dibersivand û rêberiya wan dikir…’’ an jî dema ko kesekê por-spî xeletîyekê bike ho tê gotin ‘’ ma tu ji pora xwe ya spî jî fihêt nakî’’

Encam: Li gor min di ‘’çiyayê por spî’’ de hem kevnaretî, hem tecrûbe heye û ya mihomtir jî ji-xwe-şermîya pora spî heye ko tecrûbeyên salan welê dike ko mirov xwe mecbûr dibîne ko hesabê jiyana xwe bike û hesabî bide.

Pora spî ya li serê çiyayan dibe ko bi barîna berfê serî-spîbûna çiyayan anibe bîra Hayîkinivîsî. Dema ko berf dibare serê çiyayan bi berfa cemidî tê nixamtin. Ew çiyayên ko di biharan de rengorengo bûn, kelecanek pê re bû, bêhnên kulîlkan jê diçû, siha honk û tîrêjên tava germ li ser vedihewan, li ser mêrgên wî xezalan tirîvanik dianîn xwe û hwd yanî bi kurtî û kurmancîyê civcivok (hîperaktîf) bû di zivistanan de disekine. Dema ko her tişt sekinî roja hesabî tê, hêdî serê çiyayan ne bi bêhnê kulîlkan ve mijûl dibe û ne jî bi herikîna sûlavan ve…

Dema ko hemî gîya li bin berfa sar hişk bûn, wek tîmsahê ferxikên xwe(çêlikên xwe) xwarîn hêdî hêdî berfa serê çiyayan dihele yanî ew ‘’hêdî hêdî digirî’’ lê tiştek gelek xerîb e ko dema rojeka ji bo ferxikên tîmsahan xeter hat, tîmsah bi wî devê ko ferxikên xwe dixwe, ferxikan ji xeterîyê direvîne. Ji bo ferxikan hem devê dayika wan dojeha wan e ko dikare wan bixwe hem jî biheşta wan e ko dayika wan bi devê xwe wan disitire û ji belayan bi dûr diêxe.

Weke devê tîmsahî ew berf û sariya ko dar û gîya hişk kirine, bi xwe dihele xezna kanîyan tejî dike û di biharan de belkên nû yên wan daran, zîqilên nû yên wan gîyayan ji ‘’girîyana berfê’’ ji ava wê vedixwe û ji nû ve dijî.
Yanî ‘’hêdî, hêdî girîyana’’ berfê di eslê xwe de esaleteka pir mezin e ko ji xwe dihelîne û dide nifşên li paş xwe.

Dîsa mesele digihe saxlemî, esalet û tecrûbeyên çiyayê por spî.
Ew giriyana çîyayê por spî ne xwe-kuştina wî ye lê jîyandayina nifşên nû ye.
Me di destpêkê de dema ko Hayîki dida naskirin me ho gotibû: ‘’ Herdu rêzikên pêşiyê behsekê vedike û rêzika paşiyê derba paşiyê ‘’ji dereka cida’’ didane. ‘’

Rêzika paşiyê ‘’êêê kalbûn zor e’’ wan kirin û bûyinên li xwezayê, ji xwezayê derbasî mirovan dike. Min ji ti zimanan behsa kevinbûn, kalbûn, ciwanbûn an jî nûbûna çîyayan nebihîstiye. Heger behsa emrê çiyayan bê kirin illeh(teqez) têkilîyeka wê bi me wan kesên mirinbar(fanî) ve tê dayin.
Kalbûn zor e, ji ber ko ew dewrek e, dorek e ew kesên dora xwe dike hêdî hêdî, dilop dilop hest dike ko dora hinekên dî tê.

Kalbûn xweş e j ber ko ez hêvî dikim ko dilopên ji her çiyayên wek Berkenî dihelin, daristan û gulistanekê pey xwe bihêlin.

Bêguman e ko ji kulîlkên çîyayên kurmancîyê bêhna Berken Berehî dê herdem bê.

Malî ava çîyayê por spî.

:.. Miradê Gundikî

têbînî: ev nivîsar pişkek ji rêze şîrove û lêkolînên min e û ez keda xwe ya ji bo van lêkolînan dîyarî mamoste û dostebirayê xwe Dr. Michiel L. Chyetî dikim.