Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] Ehmed û çûyina ser rezan
2012-09-15 06:26
:: Sebrî GUNDIKÎ
info@kurdigeh.com


Sihara zû bû. Ehmed hêj di nav cihên xwe yên nerm û germ de taştê-xew dikir. Garan û pez nû çûbûn çêreyî. Dinya jî hêdî hêdî zelal dibû û tîrêjên rojê dida serê çiyayê Cûdî. Ehmed, li kilekil a meşkê ji xewê hişyar bû. Serê xwe ji bin nivînê ve derxist û li derdora xwe nêrî. Xwiha wî hevîr distrha û dayîka wî jî bi dara berûnî ya li deriyê konî ve meşk dikeya.

Heta kil-kila meşkê xelas bû, ew ji nav cihê xwe re nerabû. Dayîka wî meşk vale kir û hat ser serê Ehmed û got:

“Ehmed! Kurê min! Ka rabe. Tu dizanî ku em ê biçin ser rezan. Hemû kes ên biçin û em ê bimînin bi paş ve.”

Ehmedî got:

“Bila dayê. Ez ê rabim.”

Dayîka wî got:

“Dê zû. Min meşk keya. Tu jî rabe tiştan berhev bike. Îro xutbe jî heye…”

Ehmed rabû. Çû ser kaniya li rexa konî ve û dest û çavên xwe şûşt. Hêj destê wî şil hat hundir de. Dayîka wî ji wî re di sînîkê de tijî xarûfkekê dewê meşkê û ser nanekê hinek nîvişk ji wî re hazir kirîbû. Ehmed nîvişk tev ser nanê sîlê re da û kir balûl. Balûla xwe kir destekê de û xarûfka dewê meşkê kir destkê de xwar û vexwar.

Ehmedî piştî taştiya xwe xwar, çû cihora hêstiran bi ka û ce yî dagirt û da serserê wan. Dema hêstiran dest bi xwarina xwe kirin, Ehmed ji çû werîs, kurtan, têrik, kelik anî. Li kêm û kasiyên wan nêrî. Dest avêt werîsê belek û li heçikê wî nêrî. Bi rîzê ve li werîsan, kelikan, têrikan, meşkikan, kurtanan nêrî û kêm û kasiyên wan temam kir. Cardin vegeriya konî ve û çû cem dêya xwe.

Got:

“Dayê, min hestir û tiştên wan berhev kir. Hemû kêmasiyê wan temam e. Heta ez ji xutbeyê vegerim, hûn jî xwarin û vexwarinên xwe û hemû tiştên din hazir bikin. Heger tiştek kêm be em ê asê bibin.” Û cardin çû ser kanîyê ji bo destnimêjê.

Ehmedî destnimêj a xwe girt û hêdî hêdî berê xwe da mizyeft ê. Hema hema hemû gundî hatibûn mizyeftê. Melî jî, ji wan re w’iz dikir: “Ey gelê Gundikîyan! Serdana goristanên xwe, nexweşên xwe, pîr û kalên xwe, rihsipîyên xwe bikin. Serdana wan bikin ko da ti kes, ti şeytan nekeve nava we û dilê we. Tifaqê çêbikin, nifaqê neçêkin. Ev sineta Pêximberê me ye.” Heta dawiyê ehmed guhê xwe da we’izan.

Piştî xutbeyê, Ehmed bi lez û bez çû malê. Kurtanên hêstirên xwe lê kir, barên wan jî lê kir. Gundiyan hemîyan berê xwe didan rezên xwe. Ehmed jî ket nav wan. Rîza wan bû wekî ristika moriyan ya xemilandî.

Dema Ehmed gihiya nav rezan de, barên hêstirên xwe danî bin siya darên berûnî û deyndar. Kurtanên wan jî danî derek cida. Û her hêstirekê werîsek pê yên wan ve girê da û bir piçekê dûr tewiland.

Payîz bû. Pêncşema borî, çûbûn ser goristanên xwe. Her sal, eve nêzîkî dused sal in bênavber diçûn serdana goristanên xwe. Hemû gundî diçûn. Li binê darên goristanê gundî diciviyan. Ji berî nîvro xwarinên xwe diçêkirin û xêr û xêratên miriyê xwe didan. Piştî nîvro jî diçûn ser goristanan û dia dikirin, Qur’an dixwendin û digiriyan. Wê rojê aliyekê xem û keder çêdibû, aliyê din ji wekî şahiyan çêdibû. Piştî serdana goristanê hêdî hêdî berê xwe didan rezên xwe.


:.. Sebrî Gundikî