Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[daxuyanî] Provokasyonên li ser Zimanê Kurdî Pûç Bikin !
2012-09-18 08:00
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Provokasyonên li ser Zimanê Kurdî Pûç Bikin !

« Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin. »


Ji Dem û Dezgehên Neteweyî yên Kurdistanî re,
Ji Raya Giştî re,


Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.
Welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn.

Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.

Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn. Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.

Digel van hewldanên çareseriyê jî, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Başûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê « Yekîtiya zimanî » de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin.

Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin.

Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de « xeyrî ciddî » ye û esasen ev helwêst bi xwe « lîstina bi agirî » ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke « Grûpa Parastina Zimanê Kurdî » dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!
Bê guman, alfabe ne armanc e, lê alavek e ji bo pêkanîna armanca rastnivîsandin û derbirîna dengên zimanekî. Ji ber vê sedemê, alfabeyek dikare di pêvajoya pêşketina xwe de gellek caran ji bo baştir guncîna dengên wî zimanî were guhertin an jî adaptekirin. Alfabeya kurdî-erebî bi xwe nimûneya vê yekê ye û gellek caran hatiye guhertin. Digel vê jî, li ser ruyê dunyayê tu alfabe nînin ku bikarin hemû dengên zimanekî nîşan bidin. Beşekî mezin yê gelê kurd şiklekî alfabeyekê kiriye malê xwe û pê nivîsandiye û dinivîsîne. Lewre, munaqaşeyên li ser kurdbûna alfabeya kurdî-latînî yên bi vî rengî nikarin werin qebûlkirin.

Herweha, di daxuyaniya « Grûpa Inîsyatîfa ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de hatiye gotin ku « Em tekît dikin ku em bi tu awayî dîtina xwe li ser tu kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana Bakur bi xwe dikarin di vî warî de biryarê bidin », lê di heman belavokê de xwediyên însiyatîfê diyar kirine ku « Guherandina alfabeya kurdî bi ya latînî yan hizirkirina bikaranîna du cureyên alfabeyan di beşên Kurdistana Rojhilat û Başûr de ji me re xeta sor e … » Ev helwêst « parçekirina coxrafya û hiş û bîra kurd û Kurdistanê ye » û herweha « xwesepandina » li ser gelê kurd li Rojhilat û li Başûr e û ev kar nakeve berê tu kesî !

Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike.

Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê.

Em deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo « hemû Kurdan », ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.


17. 09. 2012

(Ev daxuyanî heta 01.10.2012’an ji bo îmzeyê vekirî ye. Heçî kesê ku dixwaze piştgiriya vê daxuyaniyê bike, dikare navê xwe bişîne ser eposteya jêrê.)

bangakurdi@gmail.com


Piştgirên daxuyaniyê yên pêşîn

1. Dr. Abdulwehab Xalid Mûsa
2. Dr. Afrasiab Shekofteh
3. Ahmet Aliş
4. Amed Tigrîs
5. Ayşe Navruz
6. Azad Kurdî
7. Azîz Aliş
8. Baban Seqizî
9. Dr. Bahiez Omer Ehmed
10. Dr. Bahrooz Chamanara
11. Bayram Ayaz
12. Dr. Behrûz Şucaî
13. Berken Bereh
14. Bûbê Eser
15. Cemîl Demîrcan
16. Ciwanmerd Kulek
17. Çiya Mazî
18. Dersîm Oremar
19. Dilawer Zeraq
20. Dîlber Hêma
21. Dilbixwîn Dara
22. Dr. Elî Rehmetî
23. Eskerê Boyîk
24. Evdile Koçer
25. Fehim Işik
26. Fehmî Balayî
27. Dr. Felat Dilgeş
28. Feratê Dengizî
29. Fexredîn Amediyan
30. Dr. Gundî Dilberz
31. Golî Shadkam
32. Hesen Silêvanî
33. Hêvî Berwarî
34. Haydar Işik
35. Hîwa Massîh E.
36. Husein Muhammed
37. Huseyin Kartal
38. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan
39. Ismaîl Hoseynpûr
40. Kamîran Haco
41. Dr. Kamûran Berwarî
42. Kawa Nemir
43. Lal Laleş
44. Lerzan Jandîl
45. Dr. Lezgîn Evdilrehmanî
46. Lokman Ayebe
47. Dr. Luqman Guldivê
48. Mecîd Heso
49. Meral Varişli
50. Miradê Gundikî
51. Mîran Janbar
52. Mîrhem Yîgît
53. Mûrat Satik
54. Mustafa Gazî
55. Mustefa Reşîd
56. Nedim Baran
57. Remzî Kerîm
58. Riza Dinç
59. Rodî Zinar
60. Rojan Hazim
61. Ronayî Onen
62. Roşan Lezgîn
63. Salihê Kevirbirî
64. Samî Tan
65. Selwa Gulî
66. Şengul Ogur
67. Şermîn Bozarslan
68. Seyîdxan Kurij
69. Siddîq Bozarslan
70. Sidqî Hirorî
71. Şoreş Reşî
72. Têmûrê Xelîl
73. Tosinê Reşîd
74. Xelîl Dihokî
75. Xusro Abdollahî
76. Yado Ciwan
77. Yaqob Tilermenî
78. Zana Farqînî
79. Zinarê Xamo
80. Ziya Avci



Agahiyên li ser Konferansên Zimanê Kurdî (Hewlêr û Amed) :
http://ku.wikipedia.org/wiki/Konferansa_Zanist%C3%AE_ya_Ziman%C3%AA_Kurd%C3%AE#Be.C5.9Fdar.C3.AAn_Konferans.C3.AA

Daxûyanîya ""grûba ji bo parastina ziman û alfabeya kurdî"" ya komek soranîaxêvan li jêrê ye, ev daxûyanî Hesen Gazîyî ji soranîyê kiriye kurmancî û Kurdîgehê ji Kulturnameyê girtiye.

Grûpa Inîsyatîv ji bo Parastina Zimanê Kurdî Ziman û alfabeya kurdî: Di navbera têkbirin û çareseriya zanistî de Di çend mehên borî de, du konferans, li Hewlêrê (payîza 2011) û li Diyarbekirê (behara 2012), ji bo lêkolînkirina arîşeyên zimanê kurdî û mêzekirin li persepktîva pêşeroja wî hatin li dar xistin.

Du diyardeyên pir aşkira di wan du konferansan de cihê pirsînê ne û mirov nikare bi hesanî çavên xwe jê bigire: Yekem: Her du konferans xwenîşandanên siyasî bûn ji dêvla ku ew bibin derfetek ji bo lêkolîna arîşeyên zimanê kurdî û peydakirina çareseriyeka zanistî ya wisa ku berjewendîya nêzîk û dûr ya neteweya kurd û zimanê wê bike pîvana sereke. Lidarxistin, birêvebirin û heta vexwandina beşdaran li gor pîvanên siyasî ne li gor pîvanên zimanvanî û zanistî bûn. Duyem: Herçend gelek kes ji bo wan konferansan hatibûn vexwandin, lê rastî ew e ku zimanvan, kurdîzanên naskirî û cîdî u zanistkar nehatibûn vexwandin û aşkira hatbûn dûr xistin. Ji tevaya du sed kesî ku di konferansa Hewlêrê de beşdar bûn û sê sed kesî ku di konferansa Diyarbekirê de beşdar bûn, yên ku bi rastî dibe wek zimanvan û kurdîzan werin bi nav kirin ji 10 kesan zêdetir nebûn.

Her du konferansan xebatên xwe bi belavkirina hinek tewsiyeyan, yên ku di naveroka xwe de hizirkirineke siyasî ne plankirina îro û pêşeroja zimanê kurdî radixin holê, bi dawî kirin. Naveroka wan tewsiyeyan du hêma bûn; yek ji wan hilweşandina wî zimanê edebî yê standard yê ku bi salan e bùye bingehê yekîtiya neteweyî û ya duyem jî sepandina alfabeya tirkî-latînî li ser ziman, kultur û medeniyeta kurdan.

Di rewşa îro ya Kurdistanê de û berçavgirtina pêşveçûnên kûr û dûr ku di hemû waran de diqewimin, xuya ye ku hizrîn li ser pêşeroja kultur û zimanê kurdî û danîna planekê ji bo bihêzkirin, zengînkirin u nûjenkirina zimanê kurdî pêwîstiyeke dîrokî, jiyarî û zanistî ye. Pêşkeftin, guhorîn û pêşveçûnên bilez di hemû warên zanistî me berpirsiyar dikin ku divê zimanê kurdî karibe xwe li gel pêşkeftinên warên zanist û zanyariyên vê serdemê de biguncîne. Xweguncandineke weha tenê bi rêya dewlemendkirin û pêşxistina wî zimanê kurdî yê standard yê ku nuha heye tê bi cih anîn û di vî alî de gerek e ezmûna Kurdistana başûr bibe bingehek ji bo hemû planên girêdayî pêşeroja zimanê kurdî.

Ew tevliheviya zimanî û kulturî ya ku di van salên dawiyê de ji ber mudaxeleya kesên bêezmûn û kêmezmûn peyda bùye dê li ber pêşkeftina zimanê kurdî bibe astengeke cîdî. Di heman demê de, pir girîng e em zanibin ku ne mimkin e û çênabe ku em pêşîneya hezarsalî ya zimanê nivîsînê yê kurdî hilweşînin û kultur, medeniyet û berhemên sedansalî yên fikir û mejiyê mirovê kurd ji holê rakin û ji sîfirê dest pê bikin. Her hizir û plan ya ku wê pêşîneyê neke bingeh û paşxan, encama wê dê me tûşî felaketeke reş ya weha bike ku hebûna netewe û nîştimana kurd tehdîd dike.

Armanceka din ya plankirina zimanê kurdî divê tijekirina derza navbera zarava û lehceyên kurdî be bi hêviya jihevnêzîkbûn û bihêzbûna wan di çarçoveya yekîtiya ziman, kultur, nîştiman û neteweya kurd de. Tewsiye û axaftinên wan du konferansan dikin ku derzên di navbera zaravayên kurdî de firehtir bikin ne ku wan nêzîkî hevûdin bikin.

Divê pêşxistin, pêşvebirin û standardkirina zimanê kurdî beşek ji siyaseta kulturî (cultural policy) be û ew bi ti awayî jê nayê veqetandin. Cudakirina arîşeyên zimanî ji arîşeyên giştî û bingehîn yên kulturê ne tenê çareseriya wî nake lê dijwarî û astengên din jî dixe rêya pêşketina wî. Girêdayî vê yekê, divê du rastiyên giring û bingehîn yên ku têgehîştina wan bi xwe ji bo hizirîna rast û çareserkirina dirust ya arîşeyan şertek e bên tekîd kirin. Yekem: Kurd, bi giştî, gelekê rojhilatî û misilman e û ji aliyê dîrok, ccografya û medeniyetê ve beşek ji wan e; duyem: Zimanê kurdî beşek ji malbatên zimanên îrani ye ya ku digehe grûpa zimanên hindoewropayî. Ev sê alî bingeha nasnameya neteweyiya kurdî û ziman û kultura kurdî ne.

Rêxistina konferansan bona lêkolîna arîşeyên ziman û kultura kurdî divê ji bo wan kesan yên ku di warê zimannasî û kurdîzaniyê de şareza ne û dikarin li ser wan babetan bi rêyên zanistî bikolon û bihizrin klubek be. Civandina bi sedan kesan tenê ji ber ku ew dikarin bi kurdî binivîsin yan bipeyivin ji bilî xwenîşandaneka siyasî pêve ne ti tişt e û nikare arîşeyên zimanê kurdî çareser bike. Ew bi dehan sazî, weqf, bingeh û navendên ku bi navê kultur û zimanê kurdî hatine damezirandin û di wan konferansan de beşdar dibin bi piranî rûyê derve yê grûp û rêxistinên siyasî ne û dibin sebebê çêbûna astengiyên zêdetir û parçebûna hêz û enerjiya zanistî ya kurdîzan û zimanvanan.

Em yên ku ev daxuyanî îmze kiriye dixwazin bi dilsozî dengê xwe bigehînin hemû nivîskar, zimanvan, ronakbîr, kurdîzan û kulturnasên Kurdistanê û wê yekê jê re xuya bikin ku arîşeyên ziman û kultura kurdî bi wî corê konferansan yên ku heta nuha hatine li dar xistin nayên çareser kirin û pêwîst e bi awayekê zanistî û bingehî hizir li ser wan bê kirin û xebat jê re bê kirin. Di heman demê de, em dixwazin van hêmayan destnîşan bikin bi mebesta têgehiştineke rasttir û tevayî:

- Babetên zimanê standard, zimanê resmî û zimanê xwendinê dikarin di civîn yan konferansên zanistî de bên behs kirin û lêkolîn kirin û kesên şareza, bi alîkarî û pitevaniya desthilata siyasî, li ser wan bigehin lihevhatin û hevdengiyê û mekanîzmek ji bo rêxistin û bikaranîna wan bê peyde kirin.
- Arîşeya zimanê kurdî bi hemû neteweya kurdî û pêşeroja siyasî û kulturî û medeniyeta kurdî ve elaqedar e. Di dema ku em bi her awayî piştgîriya hewl û xebata gelê xwe ji bo azadkirin û resmîbûna zimanê kurdî li hemû beşên Kurdistanê dikin, di heman demê de em dibînin ku gelek giring e taybetmendiyên her beşekê Kurdistanê li ber çavan bê girtin û ti beş heqî nede xwe ku siyaseta zimanî ya xwe bi ser beşên din yên Kurdistanê de bisepîne.
- Çênabe alfabe wek armanc bê dîtin, lê ew wesîleyek û emrazek ji bo pêkanîna armanca rastnivîsîn û derbirîna dengên zimanekî bi awayekê baştir û herweha ji bo pêşkeftin û geşbûna kultur û şarstaniyeta neteweyekê. Alfabeya latînî-tirkî bi ti awayî nikare bersiva deng û fonemên zimanê kurdî bide. Alfabeya latînî-tirkî têra zaravaya kurmancî jî, ya ku di serî de tenê ji bo nivîsandina wê zaravayê hatiye çêkirin, nake çunkî pênc fonem di kurmanciyê de hene û ji wan re di wê alfabeyê de ti nîşan nehatine danîn. Heger em behsa kurdiya navendî bikin, heft fonem di wê de hene ku jê re ti nîşan yan herf di wê alfabeyê de nehatine danîn.
- Kurdan di dema hezar salên borî de yek alfabeya serekî ji bo nivîsandina zimanê xwe bi kar aniye û hemû edebiyata kurdî ya klasîk bi wê alfabeyê hatiye nivîsandin. Di dema nuha de jî, piraniya tekst, berhem û afirandinên kurdî (heta sinorê %85) bi wê alfabeyê tên nivîsandin. Di salên sîyî yên sedsala bîstan de, du alfabe li ser beşekê netewe û zimanê kurdî hatin sepandin: alfabeya kirîlî ji aliyê rejîma Stalîn ve li ser kurdên Soviyetê hat sepandin û alfabeya latînî ya tirkî ji aliyê rejîma kemalîst ya Tirkiyeyê ve li ser kurdên Tirkiyeyê hat sepandin. Guhorandina alfabeya kurdî bo ya latînî-tirkî yan hizirkirina bikaranîna du corên alfabeyan di beşên Kurdistana rojhilat û başûr de ji me re xeta sor e û çênabe bi ti awayî bibe babetê behskirinê û plan jê re bên danîn. Sepandina alfabeya tirkî-latînî lîstina bi agirî ye. Alfabeya kurdî yek ji nirxên pîroz yên neteweyiya me ye û divê bê parastin. Wek qenaeta me û li gor tîgehiştina me ya ezmûna gelên derdorê di warê zimanvanî de, em bawer dikin ku çareseriya herî rast û zanistî li Kurdistana bakur, ya ku nuha di destpêka ezmûna bikaranîna kurdiyê de ye, ew e ku dest bi bikaranîna alfabeya kurdî bê kirin bona ku ew di mudeta çend salan de karibin xwe ji alfabeya latînî-tirkî û kultura sepandî ya kemalîzmê rizgar bikin. Lê em, di heman demê de, tekîd dikin ku em bi ti awayî dîtina xwe li ser ti kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana bakur bi xwe dikarin di wî warî de biryarê bidin.
- Em ji serkêşiya siyasî ya herêma Kurdistanê dixwazin ku ew ji bo lêkolîna li ser arîşeyên ziman û kultura kurdî tenê bi kesên zimanvan, kurdîzan, ronakbîr, nivîskar û zanistkarên cîdî re hevkariyê bike. Di dema ku em van rastiyan ji bo tebeqeya ronakbîr û xwendeyên kurd, ne pêwîst e em bi dehan û sedan belgeyên zanistî yên ku piştgiriya hizir û dîtinên me dikin li vir pêşkêş bikin. Lê, em di çarçoveya civîn yan konferanseka zanistî de dikarin naveroka vê daxuyaniyê û hemû helwêstên xwe yên zimanvanî biparêzin.

18-8-2012
Grûba Inîsyatîv ji bo Parastina Zimanê Kurdî

Aso Germiyanî, Ehmed Bawer, Ehmedî Qazî, Emced Şakelî, Bextiyar Emîn, Bedran Ehmed Hebîb, Pişko Necmedîn, Cotyar Tofîq Hewramî, Xebat Arif, Rizgar Şêxanî, Refîq Sabîr, Sudad Resûl, Selam Nawxoş, Şêx Omer Xerîb (Mîr Akreyî), Şêrko Bêkes, Asî Rebatî, Ferhad Şakelî, Fehmî Kakeyî, P. Dr. Fuad Heme Xurşîd, Kawe Emîn, Letîf Helmet, Muhsîn Ciwamêr, Nasirî Rezazî, Nerîman Xoşnaw