Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] Ta’libê Eşqa Xweda bûm
2012-09-20 10:51
:: Omer ALAN
info@kurdigeh.com

Ey yara gerden bi xal
Ta"libê eşqa Xweda bûm
Te li min ew kir betal…

***

Divêt bêjim ax û wax û ax û wax

***

Ey xwedana bejn û bala takrihan
Maşûqê Mîrê Mîran bûm,
Te ji min bir ew Sultanê aleman…

**

Hê dibêjim ax û wax û ax û wax

**

Ey dilbera rûyî gulgeş û bi naz
Ez ku bendê dergahê Şah bûm
Te ez kirim bêta"et û bênemaz

**

Bes bibêjim ax û wax û ax û wax

***

Têbînî:

* "ax û wax û ax û wax" di helbesteka şairekî gewre de derbas dibû. Dema min nivîsî hate bîra min. Lê min nexwest ku biguherînim.

:: Omer Alan