Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[Helbest] li ser xetên eniya te qedereka kevin hebû, li wê min çîrokek nû nivisand…
2012-09-21 09:59
Vîyan ZARZAA
info@kurdigeh.com
Di şeva çavên te da,

sipêdehîyek ronak diyar bo...

dema bijankêt te lêk diketin,

bayek hên deste xwe li rometin min dida..

tu xevnekî kevin bûyî lê …

bihnekî gelek nû, axînek nû, keserek nû..

li ser xetên eniya te qedereka kevin hebû,

lê min çîrokek nû nivisand,

da berê vê çirkê li rojê be her dem...

min rêka xwe li ber singê te winda kir

le ez winda nebûm di nav xevnan da

ez ji dayik bûm carak di vexta ko

di şeva çavên te da sipêdehîyek ronak diyar kir.


:: Vîyan Zarzaa