Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] Tenteneyên hişmendiyê
2012-09-26 22:57
Şêro Dalînî
info@kurdigeh.com
piştî sê sal û havînekê
gotinekê ji girîza lepê tirsê
hejivyayî
bi beşişandineke qels
arzan diyarî şikestina min dike
û bi sivkayî ji min re dibêje:
ciyawazî tu

min jî bi kesereke veciniqî
û bêyî ku ti ziyanan

bi gotinê bikim
bêyî ku hestekî mişeya
di mişarên bercewndiyên
xwe de
berdim
di ber oxirkirineke ji min ve
bi dûndeye
ji wê re got:
xwediya ban û bêlanên min î tu
.
.
ew çû ser dilovaniya xwe
û ez jî siwarê xewnên xwe yên
şiyar mam.