Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] Qeraxên zozanên me
2012-10-03 14:56
:: Omer ALAN
info@kurdigeh.com
gurpînî ewrên li bin lingan diket

ezman dikeliya, du siwarên çak î kubar

du hespên kihêlên bi deqdeqî

bi bayê heyamên xwînrij re deşt pêkolî dikirin

sing dikutan li ber lûtkeyên sîs

tevahiya şepeyên berfa sûs diweşandin

li qeraxên zozanên avî

çend kêrgûşk, çend rovî li ser berfebelekiyê dibezandin

çend xîçên şîl şîlî ji ber lingên hespan difistiqîn

du siwarên çak î kubar

du mêrên şêr î rimavêj

li ser ewrên qewmê xwe re xûzî zozanan dibûn

zozan bextê wan, zozan mirêsa wan bû

ew ji zozanên avî dagêr nebûn

bi qirn û dewranan

di nav zivistanên sîs û berfa pûs de qerisîn

bûn hibra qelemên helbestkaran

pey re xikîxalî ma zozan û aran



::.. Omer Alan