Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Wêjevanî û janên psîkolojîk
2012-10-08 23:18
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com

— Carekê rojnamevanekî ji romannivîsê ferensî André Maurois (1885–1967) pirsî ka gelo rast e ko piraniya wêjevanan ji aliyê psîkolojîk ve nexweş in.

André Maurois got rastiya wê ew e ko mirov bibêje heger wan dest bi nivîsandinê nekiribûya ango nebûna wêjevan wê hingê dê nexweş bibûna û got jan û problemên psîkolojîk wêjavanan çêdikin lê belê nivîsandin û huner wekî “terapîyê” mirovan ji nexweşiyan xilas dikin û janên wan sivik dikin.

Ji kevin de xelkê gumana ”nenormaliya psîkolojîk” ji mirovên guhertî kiriye, stîla jiyana wêjevanan hertim ji derdora wan cuda ye.

Dema ko romannivîsê ferensî Honoré de Balzac di kolaneyekê re bi rê ve diçû hemî nimreyên xaniyan ji ber dikir û paşê dihejmart, heger hejmara wan kit bûya zêde kêfxweş dibû û hez dikir ko her di wê kolaneyê de bi rê ve biçe, lê heger hejmara nimreyan cot bûya wî êdî qet nedixwest careke dî li wê kolaneyê vegere.

Feylesofê elmanî Arthur Schopenhauer jî fantaziyên wî xilas nedibûn, wî hertim xeyal dikir ko hinek li pey wî dikevin û dixwazin wî bikujin, ji ber tirsa xwe bêyî ko “tifinga” wî di bin serê wî de be nedikarî raze, hertim dixwest ko li xaniyên niviz û li qatên erdê bijî, da heger dijminên wî “yên xeyalî” êrişî wî bikin, pencere niviz be û bikare xwe jê biavêje û bireve.

Voltaire jî gelek pênûs li ber destê xwe datanîn, û piştî ko pirtûka xwe xilas dikir ew pênûs hemî dişikandin û diêxistin bin serê xwe û paşê radiza. Û Kafka ne bi ava sar bûya xwe nedişûşt. Heger berê serê Charles Dickens ne li bakur bûya qet ranediza, ji ber wê yekê hertim kompas di bin balgehê xwe de vedişart.

Rabûn û rûniştina wêjavanan û kesayetiya wan wêneyeke zehmet radixe ber çavên mirovî û mirov li wan heyirî dimîne.

Nivîskarê ferensî Marcel Proust digot çi tiştên hêja ko li dinyayê hebin bi destê kesên ko “seqetiyeke” wan heye çêbûne, û seqetiya Marcel Proust bi xwe jî ew bû ko ji dengê bilind psîkolojîya wî xirab dibû. Wî hemî dîwarên mala xwe bi îzolasyoneke taybet ava kiribû, da qet dengan ji derve nebihîse.

Vêca çawa mirov dikare dahêner be û di heman demê de ji aliyê psîkolojîk ve nexweş be. Ev pirsek e ko gelek caran hatiye kirin û lêkolîn li ser çêbûne.

Di serdema Yewnanistana kevin de xelkê wekî ko ji dinyayeka dî bin li kesên dahêner dinêrî.

Gordon Claridgeyê psîkolog û mamosteyê universîteyê li Oxfordê dibêje ew bi riya lêkolînên xwe yên li ser dahênerên dema antîk gihişt baweriyekî ko aqilê mirovên xwedî sewîyeyeke bilind ya dahêneriyê bi awayekî ji aqilê mirovên normal guhertîtir kar dike.

Heta taliya sedsala hejdehê jî xelkê bawer dikir ko mirovên dahêner “cinên” wan hene, û ji bo mirovên xwidanşiyan jî digotin ko destên “kesên bin erdê” gihaye wan lewra nenormal bûne. Ev bawerî hem li Ewropayê û hem jî di nêv miletên rojhelatê de belav bû.

Miletê ereb wekî nimûne ko helbest cihekî mezin di mîrateya wî ya edebî de digire, bawerî bi cinên helbestê hebû. Hinek mirovên ko dixwestin bibin helbestvan, mêrxasiye xwe didan hev û şevekê heta sibê li newaleke tarî diman bi hêviya ko cin dest bide wan da bibin helbestvan.

Baweriyên weha heta despêka sedsala nozdehê dewam kir. Psîkologan piştî lêkolînên demdirêj dît ko grêdaneke xurt di nêvbera dahênêriyê û nexweşiyên psîkolojîk de heye.

Psîkiyatr û lêkolînerê ferensî yê naskirî Philippe Brenot dibêje xemgînî bîranînê xurt dike û hişê mirovî aktîvtir dike. Dema derdên wêjevanan zêde dibin di periyodeke depresyonê ya kûr de diborin û bi aweyekî îzole dibin, wê hingê dahêneriya wan gur dibe, ew bi rêya berhemên xwe komûnîkasyonê bi dinyaya li dora xwe re dikin.

Philippe Brenot dibêje heger mirov berê xwe bide jiyana wêjevanan dê bibîne ko piraniya wan jiyaneke pir zehmet borandine. Her dahênerek pirsgirêkeke wî ya pisîkolojîk heye, û ne ji wê pirsgirêkê bûya, û ne ji êşa birîneke kûr bûya wêjavanên hêja wekî Jean-Jacques Rousseau, Fyodor Dostoyevsky, Fernando Pessoa, Ludwig Wittgenstein, Friedrich Nietzsche û kesên wekî wan dernediketin pêş.

Êş û jan tenê wêjevanekî çênakin û her mirovê ko dinivîsîne jî ne dahêner e. Li gor Philippe Brenot mirovên tradîsyonel nabin dahêner û nikarin tevlî proseseka guhertinê bibin. Philippe Brenot dibêje ramanên mirovê dahêner dibin enerjiya prosesa guhertin û pêşveçûna civêtê.

Lê wekî ko André Maurois dibêje heger nivîsandin terapî be, diyar e ko birînên hinek wêjevanan weha dijwar bûne ko nivîsandinê nekariya wan şîfa bike.

Lîteratûrê û nivîsandinê nekarî janên Franz Kafka sivik bike. Çiqasî dinivîsand hewqasî jî diêşiya. Kafka dibêje ew di jiyanê de mirî bû û ji êşê hêviya mirina bi rastî dikir. Kafka du salan pîştî vê gotina xwe mir. Yên ko wekî Kafka mirineke normal bi dest wan neket, bi xwe biryara mirina xwe dan û xwe kuştin: wekî Adeline Virginia Woolf (1882–1941), Ernest Hemingway (1899–1961), Ernst Toller (1893–1939), Romain Gary (1914–1980), Cesare Pavese (1908–1950), Vladimir Majakovskij (1893–1930) û Nikolai Gogol (1809–1852) ko bi birçîbûnê xwe kuşt.

Li Ewropayê mirov dikarin vekirî behsa nexweşiyên xwe yên psîkolojîk bikin, lê belê li gelek welatên dî hêj tirsa civatê û ka dê çi di heqê wan de bê gotin heye.

Heger wêjavanên me jî bi rastî behsa janên xwe yên pisîkolojîk bikin dê zelal bibe ka çiqasê grêdaneke xurt di nêvbera êş, heyecan, stres û rewşa ko tê de berhemên xwe diafirînin heye.

Di civata me de gelek caran xelk problemên psîkolojîk û nexweşiyên mental ji hev cuda nakin. Lewra ji tirsa tawanbariyên civatê mirov bêdeng dimînin û problemên xwe yên psîkolojîk wekî tabu vedişêrin.

:: Rindê Çaçan - nefel.com