Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] tarî ye qene bila li şevan ‘’Heyv’’ hebûya
2012-10-09 23:21
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Şevê her kes kiribû di hêlîna xewê de û perdeyeka nîv-mirîtîyê danibû ser wan û fîstanê reş bi bedena xwe de berdabû.

Şev parçeyek ji taristanê bû…

Di vê şevê de divdivokeka baranê bi bayên sar lewendîyên xwe diveweşand ser rûyê Heyvê. Coyikên biçûk wek tîjeyên maran, bi tirs û recîfekîyê di nêva rêyê de diherikîn û digihan golikên rexa rêyê.

Porên Heyvê yên bi baranê giranbûyîn xwe berdabûn xwarê, biskeka ji pora wê bi hinarokên wê ve xwe girtibû û hêsrên çavên wê dimêt.

Ew kolane bêdeng bûbû, tirêjên ronahîya gulopên kolaneyan, fîstanê şevê diveçirigand û rê dida gavên qels ên wê ciwanekeçê. Heyvê di nêv fîstanê şevê de, piştîyê xemên xwe danibû ser milên xwe û ketibû rê.

Wê şevê gelekê bêhna Heyvêyê teng bûbû û bi destûra midûra mala sêwîyan hinekê derketibû derve lê divîya zû bivegeriya.

Ti neborî ko şilokeyê dest bi barînê kir, pişkên berfê li ber ronahîya gulopan ditirisîn û paşê li erdê di nêv baranê de winda dibûn.

Heyvê hat ber deriyê Mala Sêwîyan, ji bo wê çûyina avahîyekê ve wek çûyina di goreka teng de bû. Her çende dilê wê ew bi paş de divekêşa jî mejiyê wê fermana çûyina di malê de dida pêyên wê.

Recîfekek bi sermahîyê di laşê wê de çû xwarê.

Tiliya xwe ya bi sermahîyê sor bûyî û şilovil bûyî danî ser zengila derîyê Mala Sêwîyan. Dengê zirav yê zengilê di Malê de veda.

Dergevana mala sêwîyan hatibû ber derîyî ko xirtexirta hezareya derîyî hat.
Dergevanê derî vekir û halê Heyvêyê yê şilovil dît.

(Dergevana derîyî jineka nîxsere bû, mûyên sipî ketibûn nêv pora wê, wê hima hejaleyî kefîya xwe dabû serê xwe, biskên pora wê yên neşkinandî wek çiqên darên ji bin şkêran derdikevin, xwe ji bin kefîya wê dabûn der. Milkisikê wê di destê wê de bû, eşkera bû ko di ber maliştinê de bû.)

Çavên wê beloq bûn ko kir ji gozika xwe derbikeve. Nefesek kişand koda sîngê xwe, bêyî ko tiştekê bibêje devbeşkî kir û destê xwe yê rastê bi şaqisbûnê danî ser devê xwe û li xwe fitilî.

Dergevan çû di odeya midûrê ve û Heyvê di cihê xwe de, li ber derîyî ma.

Şirikên ava baranê bi Heyvê de diçûn xwarê û li ber derîyî golikeka biçûk diçêkir.

Piştî sîqînîya derîyî, pêşiyê midûra Malê derket û paşê dergevan jî hat.

Heyvê serê xwe nifs kiribû. Dilopên avê xwe dibiskên wê de ber bi valeyê de diberdan û li erdê dipijiqîn. Ava li erdê jî her pilate dibû.

Midûra Malê jineka rû-tirş û xwîntehl bû.

Xwîn li çavên wê kom bûbûn, bi acizîyê ji Heyvêyê pirsî.

- Ma te heta vê dema şevê li derve, li ber baranê çi dikir?

Heyvêyê serê xwe ranekir, di nêv biskên xwe yên dahelikî de bi awirên tuj nêrî û îskilokekê girîyî hatê.

Midûrê ducarî kir.

- Erê, ji min re bibêje heta vî demê şevê tu li kîjan koxanê bûyî!!?

Heyvê bi dengekê kotekî û bi recîfekî got:

- Ez bi tenê ji xwe re bi rê ve diçûm.

Midûr yek car aciztir bû û bi ser Heyvêyê lil bir:

- Aqilsivika ker vê dema şevê, di vê baranê de … !!!
Heyvêyê dixwest zûka ji hesabdanê xelas bibe û biçe ser cihê xwe lê ji midûrê piştrast bû ko ew nahêle ko bi hêsanîkê ew biçe.

Midûrê got:

- Heta ko tu nebêjî ji ber çi tu li ber wê baranê bûyî, ez nahêlim tu bêyî di mal de.

Kela girîyî da ser Heyvêyê û wê bi gotinên di nêv îskilokên girîyî re got:

- Mmmmin, min bêriya babê xwe kiiir. Min dêya xwe ti caran nedîtîye, bi tenê di hemîya dinyayê de babê min hebû ji bo min. Ez fêrî çûyina wîîî … nn.. nabim. Dinya û ev mal li min teng têên. Babê min gavan bû û ez bêrîya bêhna rîxê ya ji wî dihat jî dikimmm. Destên wî yên bi şixulînê hişk bûyîn ji balkeyên we yên nerm sebrîntir bûn. Ez bêrîya simbêlê wî jî dikim ko dema eniya min maç dikir wek sîxan bi min re diçûn.
Heyvêyê yek carê jî serê xwe ranekir û li ser êk gotinên xwe rêz kirin û dîsa girî.

Germahîyekê xwe gihand lamên Heyvêyê, midûrê bi her du destên xwe serê Heyvêyê girtibû û enîya wê maç kir. Paşê danî ser sîngê xwe.

Du dilop hêsran xwe di qermîçekên rûyê midûrê de berdan. Wê şilîtîya porên Heyvêyê li ser sîngê xwe hest kir.

(Midûr carekê bi evînî zewicî bû û hêj zarokên wan çênebûyîn mêrê wê miribû… piştî hingê wê kînek dabû dinyayê û yek dabû mirovan… û piştî gelek salan wê bi rehm keçek, hembêz dikir.)

Heyvêyê destên xwe li navtenga midûrê aland û hiçka şidand. Ew mehek bû ko babê wê miribû û heta hingê wê ti caran mirovek ew qasê nêzîkî xwe hest nekiribû…

‘’bila ev çîrok ji birayê Michiel Chyet re dîyarî be’’

::.. Miradê Gundikî


Ferhengok:
------------------
Divdivoka baranê: ew baran e ko dilopên wê hûr in û hêdî-hêdî dibare

Lewendîyê fîstanan: Ew zêdehîya fîstanan ya bi ser çengê wan ve ye ko jin bi ser çengên xwe re girê didin an jî bi taybetî di dawetan de didahelikînin.

Tîjeyê maran: ferxikê(çêlik) maran in ko di hêkên maran de diçêbin.

Hinarokê rûyan: ew parçeya rûyî ya li bin çavan û li rexa difinê ye.

Gulop: ew alav e ko bi elektirîkê ronahîyê dide.

Piştî: awayek yê girêdana ‘’barê mirovan e’’, gelek texlîtê çêkirin û girêdana barê heywanan yên wek bendeke û şaqolikçêkirinê hene.

Tirisîn: ew ronahî ye ko ji derekê hatiye li derekê ketiye û ji wê vedide.

Şilovil: şilbûna zêde ye.

Hezareya derîyan: Ew parçeya derîyî ye ko dema derî tê girtin ew parçeya wek çûvik an jî darikan dikeve kuneka(kuleka) li rexa derîyî û bi wî awayî derî ji aliyê derve ve navebe.

Mirovên nîvsere: gotina ‘’pîr’’ li Botanê hinekê fihêt e, ji bo wan mirovên 50-60 gotina nîv-sere û ji bo wan mirovên ji 60-70 yê zêdetir jî gotina sere tê bikar anîn

Tiştên hejaleyî: awayê kirina wan tiştan e ko bêyî ti rê û rêbazan hima bi lezê an jî bi bêxemîyê hatine kirin.

Koda sîngî: rik an jî qefesa sîngî, ew valahî ye e ko bi perasûyên xwe li morikên piştê girtîn çêbûye.

Li xwe fitilîn: li xwe zivirîn, li xwe zîvirîn.

Devbeşkî kirin: Heta ko vebe vekirina devî ye. Bi taybetî ji bo wan çûkên ferxik yên di hêlîna xwe de devê xwe ber bi jorê bilind dikin û heta paşiyê vedikin, ev gotin tê gotin.

Pilatebûn: hinekê ji pijiqînê cidatir e, tişta ko dipijike ji êk vediqetin û bi aliyên der-dorê ve belav dibin lê tişta ko pilate dibe bi awayekê bi êk ve an jî nêzîkê êk ber bi der û dorê ve belav dibe.

Xwîntehl: antîpatîk

.. carî kirin: gotina dubare, barekirin li botanê gelekê nayê gotin, ji bo nimûne ew kesên ko li medreseyên Botanê dixwînin ji bo her xwendineka kitêba pîroz dibêjin ‘’carîyek’’ ‘’yek carîkirin’’ ‘’du carî kirin’’ … ‘’deh carî kirin’’ an jî kesekê/a nexwaze gotineka pêşiya hingê gotî dîsa bibêje ho dibêje ‘’ Tu Xwedê kî li min nede carîkirin’’

Bi ser lil birin: eman nedan, bêyî ko firsetek bê dayin bi israr carîkirina tevgerekê ye

Dana ser mirovan ya kela girîyî: Ew demê girîyî ye ko ji nişkê ve hestên kombûyîn wek girîyî xwe didin der.

Navteng: nava mirovî çihê tengbûnê ye, li bin sîngî re û li ser kêlekan re ye.

Alandin: lê baêxistin, lê badan.

Lam: herdu rexên rûyê mirov û heywanan e.