Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[şano-nivîs] “Dinya; bi her awayî xwe ve û bi her tiştê xwe ve, her tim di nav gotûbêjan de ye.”
2012-10-10 22:30
:: Îmad Bernas
best_jiyan@hotmail.com

Pênûs: Tu wan derdên min jî nahilgirî?
Lênûsk: Na, êdî bes e te ez reş kirim ji hibra êş û kulan!

**

Keç:Ji bo çi tu wusa dilxem î?
Kur:Ez li te diramiyên!

**

Cotkar: Îsal deynek baş tu yê bidî?
Zevî:Dan û birin ji Xwedê ye!

**

Ewr: Baranekê bibarînim ser te?
Erd:
Gorî rewşa xwe ne, li gorî rewşa min baranê birije ser min!

**

Paytext: Em çend paytextên dinê ‘sazbend û fermî ne’ lê gelên me qet wek gelê te me pîroz nabînin, ma çi yê me ji te kêm e?
Amed: Ez ji xwînê me, hûn ji axê ne!

**

Şev: Ez ê çawa geşûron bibim?
Roj: Dema roj heliya!

**

Guh: Tu çima hertiştî dibêjî?
Dev: Tu ker be, ez ê jî lal bim!

**

Helbest: Ger ez nebim tu yê çawa hestên xwe bînî ziman?

Şaêr: Ger ez nebim tu na bî!

**

Keç: Hez çi ye?
Kur: Tu hêj nizanî hez çi ye tu yê çawa ji min hez bikî!

**

Siwar: Çima wusa lez diajoyî?
Ajokar: Hêdî biçûma te yê bigota ‘çima ewqas hêdî diçî’!

**

Behr: Çima Kurd ji te ew qas hez dikin, tu jî komek ji axa dinê yî ma çi heye di axa te de?
Kurdistan: Ez ne ax im helbest im û bi çar çarînan pêktêm!

**

Desthilatdar: Tu hertim serhildidî,ma wê heya kengî çavên te li jor bin?
Serhildêr: Heya ku çavên te dirişin!

**

Dil: Tu min hertim diêşînî,tu çima wusa dikî?
Êş: Ez nebim hayê te bi te na be!

**

Berf: Dema dibarim rû yê te spî dikim, te êdî çi divê?
Ax:Ez bi esl im ji rûpûşkan û makyajên spî hez nakim lê tu ne rûpûşk an jî makya jî!

**
Bav: Ev kur çima wusa dike?
Dê: Ez çi bizanim kurê te ye,wê wek te be!

***

Tirs: Cîhê ku ez lê bim nizam çima rû yê te qet nabînim? Rastî: Tu ‘rûreş î’ û her cîhê ku tu lê bî ew der tarîstan e loma jî ji xeyrî rûyê xwe rûyê tu kesî nabînî lê rûyê te jî li ber te tarî ye!

***

Kurdî: Tu dibêjî ‘zimanê min rûmeta min e’ lê tu tenê vê hevokê dizanî, ma ez tenê bi çar peyvan pêk têm, tu çima min tevî nizanî?
Kurd: Ez ji te fam dikim lê nizanim bi te biaxavim,ev hevok jî min ji yek din bihîstiye! (bi tirkî)

***

Dawî: Berê ez li cîhê te bûm,nizanim çawa hatim vir?
Paş: Kesê çû cih lê çû, gere te mafê xwe biparêziya!

**

Tu: Tu kî yî? Tu çi yî? Tu heyî? Tu neyî? Tu ... …? Tu …?
Tu: Te ‘Tu’ ji min pirsî ? ha erê lê ka ez ‘Xwe’ ji kê bipirsim. Ez hêj têr fêrî xwe nebûme ku bikanîbim ‘xwe’ ji xwe bipirsim.’Tu’ bise gava min bersiv da ‘xwe’ ez ê bersiv bidim te jî!

**

Çirûsk: Ez ê rojekê bibim agir, bibim war, bibim welat, bibim raman û bibim û bibim …?
Belkî: Belkî tu bibî agirê serhildana gelekî, Belkî tu bibî agirê sotina daristanekê, Belkî tu bibî ramana bingeha felsefeyeke nû, Belkî tu bibî xwelî û Belkî û Belkî …!

**

Pirs: …?
Bersiv: …!
********





Îmad Bernas




Berfanbar 2010-Pûşper 2011/Stenbol,Amed,Stenbol

**

Bênder: Ev şano-nivîs di hejmara 14ê ya kovara Çirûskê de belav bûye