Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] îşev asîman şanogehek e ji bo lîstîkên stêrkan
2012-10-11 23:07
Nazê BAWERÎ
info@kurdigeh.com
îşev asîman şanogehek e ji bo lîstîkên stêrkan
dilên bi wenda kirina ronahiyê,
bi gûherîna tarîtiyê re li teselîyekê digere..
îşev stêrk bi reqsan xwe ber dil didin, xeman direvînin !


fîncaneke qehweyê di destê min de, bayeke hênik li rûyê min dide…
li xanimeke deng zîz guhdar dikim;

امشب در سر شوری دارم
امشب در دل نوری دارم
باز امشب در اوج آسمانم
باشد رازی با ستارگانم


"" îşev şerxweşiyek di serê min de heye
îşev nûrek di qelbê min de heye
dîsa îşev li lûtkeyî asîmanan im
bi stêrkan re razên xwe parve dikim
îşev serê min di şadiyekê de ye ;
qey ji vê alemê dûr im ? ""

qûrçek germ / heyv di piştî çiyayan de dihilête
""bi heyvê re diaxivim
ji rûheyva li xwe berhemekê digerim
ji van şevan e ku zindî dibim
xemên xwe derbaz dikim ""

strana hebûnê disitrînim navber heyv û stêrkan
da ku dengê min bibihîsin
li asîman mahşerê şiyar dikim
stranek heye niha ser lêvên min;
"" bi stêrkan re razên xwe parve dikim
îşev serê min di şadiyekê de ye
qey ji vê alemê dûr im ? ""

Naze bawerî

dûvelanka sitrana berbehs