Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Rindê Çaçan: bi çavê Anna Snitkinayê Fyodor Dostoyevsky
2012-10-13 17:24
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
— Dem pir giran bi rêve diçû, di navbera jiyanê û mirinê de gelek nema bû. Her tişt hatibû amede kirin, stûn di erdê de çikilandî bûn û leşkeran tifingên xwe hilgirtibûn û li hêviya biryarê bûn. Di despêkê de wî nedizanî ka ew stûnên ko di erdê de çikilandî dê ji boyî çi bin lê paşê têgihişt ko ewê wan bi stûnan ve girêdin û paşê guleyan li wan bireşînin.

Tenê çend deqîqe mabûn, deqîqeyên talîyê, dibe ko ew deqîqeyên herî buha bin di jiyanê de, dema ko mirov bizane dê piştî wan bêhnikan ji jiyanê hemîyê bar bike. Gelo mirov di çend deqîqeyên kurt de dikare çi bike, Dibe ko bikare di du deqîqeyan de xatirê xwe ji heval û hogirên xwe bixwaze û paşê di deqîqeyekê de çend gavên giran û sist ber bi stûnên mirinê ve biçe û di bêhnika herî talîyê de bi xemgînî li leşkeran binêre û bi hesret ji xwe bipirse gelo ez çima hatim jiyanê û çima dê jê biçim? Demeke pir kurt bû lê întenisîv bû û pir bi wate bû.

Sê hevalên wî birin, girêdan û paşê dora wî hat, dengê teqîne tifingan bilind bû. Wî li hevalên xwe nêrî, ew hêjî sax bûn. Wan hemiyan bi diqet li hev nêrî û pirsek tenê di çavên wan hemiyan de hebû, gelo ew gule li kê ketin, wan dît ko berê tifingan li ezmanan bûn, gelo çi bû? Piştî bêhnekê leşker ber bi wan ve hatin û gotin ko biryara îdamê betal bûye û bi cezayê zindanê hatîye guhertin. Ji kêfa re wî nezanî çi bike, bi dengekê bilind ji bextewariyê kir hewar, wê şevê ew neraza, wî heta sibê stran gotin.

Wî ticarî nedizanî ko jiyan hewqasî şêrîn e û pir jê hez dike qasî wê bêhnikê, wî mirin bi çavên xwe dît lê belê weke ko ji nû ve Xwedê dabe, dîsa dest bi jiyanê kir.

Fyodor Dostoyevsky (1821–1881) ji Anna Snitkinayê re behsa serhatiya xwe û biryara îdamê dikir. Di nêva axafinê de Dostoyevsky bêhnekê disekinî, keserên kûr dikişand û bêyî ko dest ji çixareya xwe berde dîsa axaftina xwe berdewam dikir.

Hêj di gencînîye xwe de Fyodor Dostoyevsky bû heyranê ramanên feylesof, sosyalîstê frensî Charles Fourier û bi bawerî bû endamê rêxistinekê, lê hayê polîsan ji aktîvîteyên wan çêbûn û di civînekê de ew û hevalên wî hatin girtin, bi cizayê îdamê mehkûm bûn.

Anna Snitkinayê texmîn dikir ko Fyodor Dostoyevsky mirovekî pîr e. Dewlemendiya ezmûnê di pirtûka wî ”Bîranînên mala mirîyan” de hişt ko wisa texmîn bike. Ew pirtûk li ser jiyana Dostoyevsky li zîndana Sîbîryayê bû, stîla Dostoyevsky xwe berda dilê Anna Snitkinayê yê tenik û gelekî girîya.

Lê belê dema Dostoyevsky dergehê malê jê re vekir, Annayê bala xwe dayê ko temenê wî ji 45 salan neborî bû. Miroveke bedenzeîf bû, bilindahiya wî orte bû, spî bû û pora wî jî qehweyî bû lê belê westiyan pir lê diyar bû weke ko nexweş be, gumlekek spehî li ber bû, cilûbergên wî gelekê elegant bûn lê tişta ko herî bala Anna Snitkinayê kişand çavên wî bûn, ferehiye çavên wî ne wek hev bûn, paşê zanî ko Dostoyevsky di bin tesîra nexweşiya xwe de carinan ji kontrolê diket, di ketinekê de çaveke wî birîndar bibû, dermanê ko jibo birîna çavê xwe bi kar dianî ferehiye çavê wî guhertibû.

Dostoyevsky ji bû romana xwe ”Sûc û ceza” stenografek xwestibû, mamostayê Anna Snitkinayê yê zaningehê ew tewsiye kiribû.

Fyodor Dostoyevsky hizir û ramanên xwe digot û Anna Snitkinayê dinivîsand, carinan diwestiyan û di navbera nivîsandinê de bêhna xwe vedidan û suhbet dikirin, diyar bû ko têkiliya Dostoyevsky bi êşê re hêj ji zarokîtiyê de despê kir. Nexweşxaneya ko bavê wî wekî doktor lê kar dikir li taxeka herî feqîr ya bajarê S:t Petersburgê bû, nexweşên wê jî hemî perîşan û zarokên sêwî bûn.

Gelek caran Fyodor Dostoyevsky bi bavê xwe re diçû cihê karê wî û rojên xwe li baxçeyê nexweşxaneyê bi feqîran re dibuhirand û guhdariya jan û derdê wan dikir. Dostoyevsky gelekî hesttenik bû û mirovatiya wî zêde kûr û berfereh bû heta sînorekê ko êşa her mirovekî jê re dibû derd.

Bi bîranînên zaroktiyê re Fyodor Dostoyevsky bêdeng bû û hêstirek di çavên xwe de veşart.

Kovara ”Vremya” an jî ”Dem” ko Michailê brayê Fyodor Dodstoyevsky derdixist di bin deynan de mabû, dema Michail mir deynê kovarê ji Fyodor Dodstoyevsky hat xwestin.

Weşanxaneyekê xwe da ber deynê kovara brayê wî lê belê bi şertê ko Dostoyevsky romanekê binivîsîne û mafê belavkirina romanê bide wê lê şerteke dî jî hebû, weşanxaneyê demek pir kurt dabû wî û heger roman ji wê demê derengtir bimîne dê dest danin ser mafê belavkirina hemî berhemên Dostayêvsky. Dîyar bû ko xwediyê weşanxaneyê hêvî dikir ko Dostoyevsky nekare soza xwe pêk bîne da keda wî hemî ji wan re bimîne lê belê bi alîkariya Anna Snitkinayê romana ”Sûc û ceza” di demeke pir kurt de hat nivîsandin.

Anna Snitkina pir kêfxweş bû, ew gelekê hewceya karekê bû ko hinek pere jê qezenc bike, û di heman demê de derfeteke zêrînî bû ko Dostayevsky ji nêzîk ve nas bike. Nemaze wê berê pirtûkên wî xwendibûn û gelekî heyrana wî bû, lê belê ne li hêvîyê bû ko Fyodor Dostoyevsky hewqasê dilê xwe jê re veke, ew jibo kar diçû mala wî û Dostoyevsky hêj baş ew nasnedikir.

Fyodor Dostoyevsky hingê pir xwe tenê hîs dikir, ne ji mêj ve bû ko jina wî miribû, paşê jî brayê wî mir. Mirina herdu mirovên nêzîk valahiyeke mezin di jiyana wî de çêkir. Gelek salan berê û tevî ko bavê wî pir hişk jî bû û şidet li himberî wî û dayîka wî bi kar tanî û birînek di canê wî de hişt, wisa jî bi mirina bavê xwe pir gemgîn bû. Êşa herî dijwar mirina dayîka wî bû, bêrîya dayîka xwe dikir, ji êşa bêrîkirinê hundirê wî diherifî.

Rewşa wî ya aborî jî pir xirab diçû, hevalên wî yên ko baweriya xwe gelekê bi wan tanî dema ko problemên wî zêde bûn hemiyan xwe jê dûr xist û neyarê wî jî pir bibûn, lewra dema ko Anna Snitkinayê bi rûyê xwe yê bêguneh weke milyaketekê da ji derî ve rehetiyekê vegirt dilê Dostoyêvsky, wî di çavên wê de aramîya ko lêdigeriya û hingê pir pêwistiya wî pê hebû dît. Foyodor Dostoyevsky qet texmîn nedikir ko Anna Snitkinaya wê hingê 22-salî dê rojekê bibe hevjîna wî.

Dostoyevsky bihayê dahênana xwe pir giran da. Ew ji ezmûneke têralî û zehmet bû romannivîsê rêza yekem di dîroka lîteraturê de û fîgurên romanên wî bûn nimûne û mîrateyeke edebî ji bo hemî miletan.

Kesayetiya şexsiyetên romanên xwe weke psîkologekê herî jêhatî analîz dikir, feylesofê elmanî Friedrich Nietzsche got psîkologê tenê ko wî karî tiştekê jê fêr bibe Dostoyevsky bû.

Leo Tolstoy jî tenê Dostoyevsky weke rikeber ji xwe re didît. Cerekê di bîranîna Puşkîn de hevalê wan Ivan Turgeniyev û hemî nivîskarên Rûsyayê kom bûbûn, lê belê Tolstoy got cihê ko Dostoyevsky lê be baldarî ji kesî dî re namîne û nexwest biçe wêderê. Û bi rastî jî wisa çêbû, milet gelekî ji Dostoyevsky re li çepikan da û ew li ser milan hilgirtin.

Digel ko hezkiriyên wî pir bûn hinek neyarên wî jî hebûn, ew bi nexweşiyên psîkolojîk hat tawanbar kirin. Berî Dostayevsky wisa hat serê Friedrich Nietzche û Charls Baudelaire jî. Neyarên Jean-Jacques Rousseau jî bi dehan pirtûk li ser xwedêgiravî ”nexweşiyên wî yên mental” belav kirin. Mixabin hinek kes texmîn dikin ko ew dikarin mirovên hêja bi tawanbariyên wisa bişkînin.

Sigmund Freud ko gelekî heyranê Dostoyevsky bû li himber tawanbariyên wisa got: ”Heger mirov li ser kesayetiya Fyodor Dostoyevsky bisekine dibe ko mirov kompleksan bibîne lê belê li ber Dostoyevskyê nivîskar mirov nikare tiştekê bibêje, tenê bêdeng be, û bi rêz û hurmet xwe li ber wî bitewîne.”

Anna Snitkinaya ciwan bû hevjîna Fyodor Dostoyevsky, li kêleka wî ma heta sala 1881-ê ko Dostoyevsky ji jiyanê bar kir. Wê gelekî jê hez kir, piştgirîya wî kir û her lêxebitî ko rengê bextewariyê bide jiyana wî, piştî gelek salan hêj wêneyê Fyodor Dosyevsky ko ji despêkê de di serê wê de çêbûbû ji bîr nekir. Anna Snitkinayê di ber xwe de got: ”Min ji xwe re mirovê herî biaqil û yê herî dilpak yê dinyayê dît.”

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN-nefel.com
rindecacan@gmail.com