Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] giriyên xwe bikin şerbet, kenên xwe yên derew bikin xêlî, stranên xwe bikin şîranî
2012-10-16 15:38
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
-ji qewmê pezkûviyan re-

te ji kê stand ev êş Çûro?

de bêje, tu bêje!

ma ew diwêrin bibêjin te: “em ne yên şerê namûsa xwe nin!”

Çûro derketiye haydanê.

li deriyê bîranînên xwe dide:

- “îşev hûn haydarê daweta çûyîna min in

giriyên xwe bikin şerbet

kenên xwe yên derew bikin xêlî

stranên xwe bikin şîranî

lêxin lêxin, xweş lêxin

bila darbesta min bibe dihol

bila gotinên min bibe zirne

û bi zimanê min ê evîndar jî …

lotikan bavêjin

ne hewce ye

ku hûn destên min hine jî bikin

bi tenê ji min re

helbestên xwe bistrin…

doz û sozên xwe bistrin

xewnên xwe yên evîndar

-ku we tecawizê wan kiriyê- bistrin

eger hûn bikarin

li dû min dijûnan jî bikin



çavên we bar nebû ku

mayîna min

bibe sedema şerê namûsa we

qet nebe

bila xweliyên min

bibin rûmeta şerî…”

------


Nivîskar: Selamî Esen
esenselami@hotmail.com