Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Lezgînê Çalî: Hafiz û edebiyata farsî û Melayê Cizîrî
2012-10-20 10:57
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
— Heta niha gelek behsa Melayê Cizîrî û Hafizê Şîrazî hatiye kirin, lê hêşta têra babetî nake. Li bal gelek kesan bandora Hafizî bi eşkirayî dihêt dîtin, her nebe di çend çameyên Melayî da navê Hafizî derbaz dibe an malik û nîvmalikên helbestên wî hatine. Lewma, cihê çi guman û sevîşkan namîne ko hayê Melayî li Hafizî hebûye û hogirekê dîwan û helbestên Hafizî bûye.

Lêkolîna liser bandora helbesta farsi liser klasîkiyên kurdî dikare gelek mifayan bigehîne. Dikarim bi wêrekî bibêji ko di vî warî da hema lêkolîn nehatine kirin. Lewma, div ê gotarê da ez dê tenê dergehî li beranberî vê qada berfireh vebikim. Mifayên vî karî diakrin ev bin:

1. Rastkirina şaşiyên derheqa jiyana klasîkiyên kurdî, Melayê Cizîrî wekî nimûne:

Li destpêkê, ez dê tenê du nimûneyan behs bikim. Bi qasî ez dizanim, zêdetir ji 5 lêkol anko lêkolînvanên kurd behsa evîna Melayî digel keseka bi navê “Selma” an “selwa” yê kiriye. Mixabin, gelekan jî li şûna mijûlbûna bi binemayên lêkolnên zanistî, xwe daye destê xeyal û çîvanokan û tiştên gelek berradayî û bêbingeh ji hinbana xwe derêxistine. Jibo mînak, hindek ji wan gotiye ew Selam xwîşka nizanim kî mîrê Buhtan bûye û Mela bi sedema wê evîna qedexekirî kevtiye zindana “Mîrê Botan” jî!! Ev ne hema karekê nezanistî ye, bêbextî û buxtanek e jî!!

Selma di dîwana Hafizê Şîrazî da jî gelek caran behsa Selmayekê kiriye, lê tu caran jiber wê behskirinê nekevtiye zindanê! Selma jî mîna Şirînê, Zînê, Leylayê, Xecê û Zileyxayê yek ji yarên evîndaranî yên helbesta klasîkî ya Rojhilata Navîn e. Herçend e ko Selma zêdetir li bal helbestvanên ereb belav bûye, lê wekî me got Hafizê Şîrazî û Melayî jî qala Selmayê kiriye. Pirraniya qalkirinên Hafizî di çarçûveyê çêkirina wekheviyeka denganî di navbera peyva Selmayê û peyvên mîna selam (slav) û silametiyê da ne. Wekî van mînakan:

Qasêdê menzêlê Selma kê selamet badeş
Çê şeved ger bê salami dêlê ma şad koned

[Qasidê menzila Selmayê ko selamet bit
Dê çi bit ger bi slavekê dilê me şa bikit]

an

Menzêlê Selma kê badeş herdem ez ma sed selam
Porr sêdayê sarêbanan bînî o bangê ceres

[Menzila Selmayê ko hemîdeman ji me sed slav lê bin
Dê tejî bangê sarebanan (serkêşên karwanan) û dengê zengilan bînî]

Selwa jî eger li cem wan bi-nav lêvekolan ne hema guharoyeka peyva Selmayê be, mumkin e peyvek ji peyvên pêkhateyên mîna “selwa rewan”ê be. Di dîwan Cizîrî da gelek caran risteya “selwa rewan” derbaz dibe. Pêkhateyên vê risteyê selwa û rewan in. Selwa awayê kurdî yê peyva “serw” a farsî ye. Serw di Farsiyê da, û Selwa di kurdiyê da, navê darek ji darên malbata şiveşînên mîna kaj û hevrisan e. Dara selwê bi raêkî û rastî û ziravî ya bejna xwe navdar e, û ev hemi helbestvanan diêxin hizra bejna “yare”. Lê yar selwek e ko ne mîna selwa darîn e. Yar selwek e dimeşe, anko “rewan” e. Aha, risteya “selwa rewan” ji vêderê hatiye û ew hemi profîsorên ziman û edebiyatê li Başûr êxistine vê tengaviyê. Risteya Selwa rewan, bi guhartoya xwe ya farsî, bi dehan caran di dîwana Hafizê Şîrazî da hatiye. Gelek helbestvanên dî yên Fars jî risteya Selwan Rewan bi kar înaye, lê ev riste di helbestên Şêx Seidiyê Şîrazî da zêdetir ji helbestên hemi helbestvanên dî hatiye. Jibo mînak, Hafiz dibêje:

Gul-êzarî zê golêstanê cehan ma ra bes
Z’în çemen sayêyê an serve revan ma ra bes

[Gulîzara gulistana cîhanê ji me ra bes e
Ji vê çîmenê siha wê selwa rewan me bes e]

Şêxê Seidî jî dibêje:

Bê temaşayê dêrextê çemeneş hacet nîst
Herkê der xanê çun û servê revanî dared

[Bi temaşaya dara çîmenê hewceyî nine
Herkesê di malê da serweka rewan a mîna wê hebit]

2. Rastkirina şaşiyên dîwanên klasîkî, dîwana Melayê Cizîrî wekî nimûne:

Herwekî min di nivîsareka dî da di kovara Yekîtiya Nivîskarên Dihokê da diyar kiriye, di pirraniya dîwanên çapbûyî yên Cizîrî da, benda şeşê ji qesîdeya “newaya mutrib û çengê” weha hatiye:

Ji vê zulmat û deryayê, ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê, ecacê wê şefeq dayê

Ji herfa mah û sale ma, nehat der şiklê falê ma
(Koca danend hale ma sebokbaranê sahêlha?)

Merema min destpêka vê bendê ye. Erê gelo “ji vê zulmat û deryayê” rast e an “şeva zulmat û deryayê”, an jî mumkin e bibêjim “şev û zulmat û deryayê”? Jibo birryara herî dawîn mumkin e em hewcedarên destnivîs û dîwanên kevn bibîn.

Di wîneyê qesîdeya Cizîrî da deyay e, mewc û pêl in, tarî û zulmat e, rewşeka aloz û pirr-tirs e. Di vê rewşa bi tirs û saf û zulmat da, eger helbestvan bibêje ko bi ser van hemi sedemên hebûna tirsê da, şev e jî, çawa ye? Bi rastî wîneyê helbestê hêşta zêdetir dikemile. Ev bi tenê mirovî pal dide ko bihizre “şev” ji “ji vê” yê rasttir be.

Lê mirov dikare bi rêya hevberdanana dîwana Cizîrî bi dîwana Hafizî ra bigehe rastiyê. Di vê mînaka me da, qesîde anko çameya Melayî li pey xezeleka Hafizî hatiye helbestin ko bi “Ela ya eyyuhel saqî”yê dest pê dike. Her di wê xezela Hafizî da, malikek bi vî awayî heye:

Şebê tarîk o bîmê mowc o gerdabî çonîn hayêl
Koca danend hale ma sebokbaranê sahêlha?

[Şeva tarî û tirsa mewcan û avzivirkek weha tirstijî
Çawa dê rehet û bar-sivikên li perava deryayê halê me bizanin?]

Hûn dibînin ko eger ev helbesta Hafizî di hizra Cizîrî da bûbe (ko bûye), wî çaxî beraqiltir e ko bibêjîn “şev” rasttir e.

3. Serûkaniya hizr û ramanên klasîkan bi danberheva klasîkiyên farsî diyar dibin:

Di dîwanên klasîkiyên mîna dîwana Cizîrî da gelek malik, nîvmalik û riste û çeveng hene ko amaje û îşareta bi helbestên helbestvanên dî an bi Quran û hedîsan in. Bi lêkolîneka edebî ya danberheva van wekheviyan jêderên wan hizr û derbirrînên klasîkiyên me eşkira dibin. Jibo mînak, di helbestên Cizîrî da pêkhateyên mîna muxbeçe, rind, selwa rewan û gelekên dî hene ko rastûrast ji dîwanên mîna dîwana Hafizê Şîrazî hatine.

Mînakeka berçav ya bandora Hafizî liser Melayî çemk anko têgeha rindiyê e. Di kurmanciyê da, bi qasî ez dizanim, di hemi ferhengên kurmancî da, peyva rind bi ramana “spehî, bedew, qenc, qeşeng, baş” hatiye (binihêrrin ferhengên Elî Seydo Gewranî, Îzolî, J. Blau, Baran, Tuhfet-ulHemîdiye, Michael Chyet). Lê, di farisî ya ”derî” da, herwekî di helbest û nivîsînên sedsalên 4-6 mişextî da eşkira dibe, peyva rind bi awayekê nîv-neyînî bi raman kesê bê edeb, bê terbiyet û bê rêz bûye. Paşî, hêdî hêdî, jiber bandora sofîtiyê, nemaze wekî karvedaneka li beranberî hişkiya baweriyên şerîetbawer û feqîhan û jiber belavbûna baweriyên sofiyan (nemaze sofiyên melametî), peyva rindê barekê ramanê yê erênî jî wergirt. Di helbestên Hafizî da, rind çevenga Hafiz bi xwe ye. Rind li li beranberî sofîyên hişk, feqîh û şerîetparêzên hişk û muftiyan e. Ev raman erênî, ya têkhilî ramanên îrfanî nemaze ji helbestên Hafizî û bi rêya helbestên Cizîrî kevtiye nav edebiyata kurdî. Mixabin, çawa ko di zimanê farsî da nimûneyên nivîsî ji raman neyînî ya peyva rindê hene, di zimanê kurdî da, nivîsînên ji dîwana Cizîrî kevntir gelek li ber dest nîne, eger hema nebêjim nîne. Di farsiyê da, berî hafizî, Senayî dibêje:

Ber serê men gomaşt rêndî çend
Hemço û nakes o zemîmê şîm

Seidî dibêje:

Yarê men owbaş o qellaş est o rend
Ber men û xod parsayî mîkoned

[Yarê min ko serserî û sextekar û rind e
xwe mîna Xudê-tirsan nîşa min dide]

Lê Hafiz dibêje:

Rêndanê teşnê le bra abî nemîdehed kes
Gûyî velîşênasan reftend ez în şehr

[Kes avekê nadit rindên têhnî
Dê bêjî qay welîniyas li vî bajarî nemane]

Herwekî hûn dibînin, Hafiz bi eşkirayî rindan dike welî. Mela jî li gelek deran, mîna Hafizî, rind bi ramana erênî bi kar înaye:

Cama ji destê saqî, jengê ji dil dişotin
Pîrê Muxan ji rindan wehweh dikir rîwayet

4. Bandora şêwazê Hafizî li ser şêwazê Cizîrî:

Bi rastî dema mirov dibîne ko gelek ji peyv û ramanên di helbestên Hafizî da hene di dîwana Cizîrî da jî dihên dîtin, sanahî ye ko mirov bibêje wê daxbariya Melayî bi Hafizî bandora xwe di şêwazê Cizirî da hiştibe. Lê, ez gelek vê encamgiriyê rast nabînim.

Heta dema Hafizî, helbestvanên mezin yên şêwazê îraqî, di xezel û çameyên xwe da tenê yek babet diîna. Jibo mînak di pirraniya babetên Seidî da, an di pirraniya helbestên Mewlana Celaleddînê Rûmî di Dîwana Şemsî da, babet yek babet e, ew jî evîn e. Lê wekî bibêjî Hafizî dest û pêyên xwe di wî şêwazî da girêdayî didîtin, lewma şêwazek bi navê “nezma perîşan” bi kar îna. Mirov dikare bibêje ko şêwazê Hafizî tiştek di navbera Şêwazê Îraqî û Şêwazê Esfehanî an Hindî da ye. Herwekî hûn dizanin di şêwazê hindî anko esfehanî da, her malikek ji helbestê malikeka serbixwe û serbest e ko gelek caran ne ji dûr ne ji nêz ve girêdana wê bi malikên pêş û paş xwe ve nine. Hafizî ev nekirye, lê gelek ji vê nêzîk bûye. Lewma, herçend e ko Hafiz ji helbestvanên Şêwazê Îraqî dihêt hijmartin, lê dîsa jî di eynî helbestê da mumkin e çend babetan behs bike. Jibo mînak behsa bedewiya yare, bê wefayiya cîhanê, bêdînî û dînsistiya muhteseb û feqiyan, nazikiya helbestên wî, pakijiya dilê weliyên xudê û bêwefayiya yare hemiyan di eynî helbestê da bihêt kirin.

Helbet di dîwana Cizîrî da tiştekê weha dihê dîtin. Çameya “newaya mutrib û çengê” bi eşkirayî malik-bi-malik li pey wê helbesta Hafizî diçe. Helbestên dî yê weha jî hene. Lê helbestên ji coreyê îraqî yê petî jî hene. Di gelek helbestên dîwana Cizîrî da ne hema helbest kit-babetî û tekbabetî ne, di helbestê da her malikeka nû bi peyva herî dawîn ya malika pêştir dest pê dibe. Mînakeka herî balkêş ya van coreyê helbestan, helbesta “ey dil were weqt û mecal” e:

… Efaa li ser wan silsilîn, reşmar li burcan kemmilîn
Werda bibêhn, baxê gulîn, dayîm xeyala hebsiyan

Mehbûs ez im, zindan qefes, şahî ji min girtî nefes
Daxa ji dêmê reng weres, mexlûq ji miskê cismiyan

Mexlûq ji miskê reng cesed, dendan û lêv laal û bered
Peyda nebûn ew reng çu qed, ne di mexrib û ne di şerqiyan …

Bi vê çendê gotara xwe kurt dikim da serê hewe neêşînim. Bi hîviya wê rojê ko lêkolînên bihadartir li ser dîwana Cizîrî û hemî klasîkên dî bibînîn.

-----------------------------------
Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ - nefel.com
lezginch@hotmail.com