Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] çûyina te bû qetla kûçkên lingşewitî ku wan li ser sergoyan tenê hestiyên evina me dixwarin
2012-10-21 13:17
Yehya OMERÎ
info@kurdigeh.com
rojek hat hîv ji me xeyidî û tu çûyî
binêre bê çi çêbû;

tu çûyî

evin mellikî
stêrk şewitî
hesret teriqî
demsal xurrufi.

çend kerî gotinên xwinmij hebûn.
min ew xistin dergûşa xwinê…
gernas û mêrxas vegeriyan hêlîna tirsê
erê xweşikê
çûyina te bû qetla kûçkên lingşewitî
ku wan li ser sergoyan tenê hestiyên evina me dixwarin

tu çûyî

ewr şelliqîn
asiman qelişîn
baran mellisî
berf hunguvî

gava ku ez ji bêrikirina te çûm;

şaneşina çavên te rizîya
tu hew ti kesan dihewînî şevbuhêrkên mijankên xwe
pêtaleya çirokan kesirî
efsaneya azadiyê xesirî
keçên rojê vemmirîn
ez di hinava hêviyan da wenda me
pırtukên agirî dixwînim
ez lal" im
lalekî zimandirêj im ku
li ser lêvê tembura min derewên keser-kûr
efareyan xewnerojkê çuyina te xwedî dikin

tu çûyî

adar qulupî
gulan reqisî
payiz pengizî

erê tu çuyî
keskesor dîn bû
çi qas çûyinek bêyom bû çûyina te.
axx zimanê wan dengbêjan rewîya qirqa derewan
axx wan zarokan disa kincên xwinê li xwe kirin
û gazi leşkerê mirinê kirin
ew bûn şagirtê mirinê
em bûn rûreşê jînê


tu çûyî
rastî herrimî
derew fellişî


Nivîskar: Yehya Omerî
Ev helbest di hejmara 8ê ya kovara Pêngavê de belav bûye