Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
PÊNÛSÊN CIWAN Û KOVARA ZANÎNGEHÊ
2012-10-22 11:33
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Hejmara yekê ji kovareka nû ji bo nivîskarên genc bi navê Zanîngeh di nav weşanên Arê de derket û weşanxane wê weha dide nasandin:

Kovara ku nivîskarên wê ji xwendekarên zanîngehan û ji nivîskarên ciwan pêk tê, di nava Weşanên Arê de dest bi weşana xwe kir. Ev kovara ku ji her cure nivîsên nivîskarên ciwan pêk tê, dê di du mehan de carê bê weşandin.

Çawa ku her jîndar li ser rehê xwe aj dide û zêde dibe, divê nivîskar jî xwe ji ayendeya xwe qut neke… Ayendeya nivîskaran jî ciwan in… Bi armanca ku di qada nivîskariyê de ciwan jî cihên xwe bigirin û bi berhem û nivîsên xwe yên nû û nûjen tevlî refan bibin hewceyî bi qadên nivîsandinê heye… Kovara Zanîngehê jî bi vê armancê dest bi weşana xwe kir… Dê bi nivîs û piştgiriya ciwanan jî bijî û geş bibe.
Kovara Zanîngehê li benda nivîsên we ciwanan e.


::.. Serkanî: Kulturname