Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] Kute-kuta dilê wî bangên mirinê li ber guhê wî didan
2012-10-22 11:56
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Bêhna Xelefî ji nişkê ve çika û bêhnçikê ew berda, û dîsa bêhna wî çika û dîsa…

Ew li ser Pêyan bû, dinya lê tarî bû, hêdîka bi paş de çû û pê hesiya ko pişta wî ji dîwarê govê girt, hêdîka kerixî û ket ber dîwarî. Kute-kuta dilê wî bangên mirinê li ber guhê wî didan.

Bi heyl û taqeta xwe ya kêm hewl da bizane ka çi ji wî hatiye.

Hêdîka destê wî yê rastê ji bêra di destê wî de sist bû û bi qerpînîya dengê bêrê pê hesiya ko bêra wî li erdê ket.

Li dora xwe fekir(nêrî) dît ko dûvê gayê wî Haroyî wek deqîqeyên wî yên paşiyê bihejmêre bi aliyê rastê û yê çepê ve diçû û dihat.

Kift-kift û xurt-xurta dengê çêlekên kayê dixwin hatin guhên wî. Dît ko li hinda sîngê wî cilikê wî bûne zibil, nû pê hesiya ko sto-şkestiyê Haroyî zirçikek li wî daye.

Tezînekên germ û cemidî di laşê wî de diçûn û dihatin.

Jina wî Xezal hat bîra wî…

Dema ko Xezal li ber sekerata mirinê bû, ji wî re gotibû ko keça wan Heyvê êmanetî wî ye. Welê hest kir ko ew ê Heyvêyê bi tenê bihêle û biçe dinyaya bêdawî, wî nedizanî ka ew ê çawa rûyê xwe li ber jina xwe rake ko êmaneta wê bi tenê hiştibû…

Girêyeka hiç, li gewîya wî çêbû, destê xwe danî rexa xwe û da xwe ko birabe, lê nekarî.

Du, sê, çar û pênc caran bi hemî heyl û taqeta xwe hewl da ko birabe lê her car nekarî û li cihê xwe ket.

Keserek ji nêva kulên wî hat û êdî wî jî dest ji xwe berda.

Serê wî bi rexa wî ya çepê de dahelikî, kumikê xwe yê kej dît ko bi rexikî ketibû di nêv pîsîya çêlekan de, li pêyên xwe yên di nêv çêlekan de dirêjbûyî fekir.

Serê pêlava wî bûbû rîx, bîra keça wî Heyvêyê hat bîra wî ko her car digot:

- Babo bêhna rîxê ji te tê!

Kenekê melûl xwe di çavên Xelefî de da der.

Hat bîrê ko wî rihê xwe jî jê nekiribû lê her cara ko keça xwe maç dikir wê jê re digot:

- Aaa babooo, dîsa rihê te bi rûyê min re diçe, ji xwe simbêlê te her car bi rûyê min re diçeee… ma tu îro rihê xwe jê nakî?

**

Hingê, di dema ketina Xelefî de, Heyvêyê ji xwe re xanîtokî dilehîst. Darikên zirav dişkênand û li ser êk girê dida û paçikekê sor pê de dikir ko digot:

- Ev bûkika min e.

Babê Heyvêyê soz dabû wê ko piştî ew govê paqij bike ew ê arîkariya Heyvêyê bike. Ji bo xanîtokên wê, dê jê re xanîyên biçûk biçêkiriyan.

Babê Heyvêyê xwe bi wê re aciz dikir ko digotê.

- Divêt, tu neyê di govê de! Gayê me Haro zirçikan dike û tu xwe di govê de dikî rîx, ez nikarim her roj serê te bişom!

Wê rojê Xelefî serê Heyvêyê şûştibû û pora wê şikinandibû. Ji ber wê yekê Heyvêyê nedixwest ko biçe di govê de.

Heyvêyê herdu destên xwe dan rexa derîyî û xwe ber bi govê ve dirêj kir û banî babê xwe kir.

- Babooo! Ka were û fekê ka min çende bûkikeka spehî çêkiriye. Ka zû were ji xwe te gotibû tu yê arîkariya min bikî, ka dêêê lezê bikeee

Berê xwe dayê ko ti teng ji govê ve nayê.

**

Dengê Heyvêyê wek aveka honik bi dilê Xelefî de çû û ew kenê melûl yê di çavên wî de xwe ji nûve da der.

Hewl da bangê keça xwe bibersivîne…

Gotin li paş gewîya wî ya girê-hiçik lê bûyî kom bûn û nekarî dengekê derbiêxe.

Serê xwe yê di aliyê çepê de dahelikî bi aliyê rastê ve zivirand ko derî li wî aliyî bû.

Pêşiyê qey bayekê li fîstanokê Heyvêyê dabû ko Xelefî sertîka fîstanê wê dît û winda bû. Paşê dît ko gavikên biçûk yên Heyvêyê pêşiyê bi qelsikî û paşê bi lezê ber bi wî ve tên, Xelefî nedikarî serê xwe birake û serê keça xwe bibîne bi tenê pêyikên keça xwe didît ko ber bi wî ve dihatin. Pêlava qîra gizlawêt li pêyên wê bûn û bêyî ko xwe jê vede pêl rîx û mîzê heywanan dikir û ber bi wî ve dihat.

Heyvê li ser sitla rîxekê tehisî û devikî li erdê ket.

**

Gova ko Xelef lê dişixulî goveka dirêj û zirav bû, çêlek li rexa êk bi rexa afirê betonî ve hatibûn girêdan û derî li serê govê bû..

**

Heyvêyê bi du sê dengên dî jî banî babê xwe kir lê wî ti bersiv nedayê, Heyvêyê pêşiyê gavek avêt di govê de û bayeka biharê lê da piçekê ew cemidî, pora wê ya şil û şûştina babê wê hat bîra wê bi paş de çû û paşê dîsa li xwe fitilî û bi gavên qelsikî çû di govê ve.

Dît ko babê wê, pişta xwe daye dîwarî, pêyên wî dirêj-kirî ne û bi çavên nîv-vekirî bi aliyê wê ve difeke.

Di destpêkê de ditirsîya ko dema bavê wê, wê di govê ve bibîne xwe bi wê re aciz bike ji ber wê hêdîka diçû paşê dît ko babê wê, li erdê ye…
Heyvê bi lezê ber bi babê xwe ve çû, hin dît ko li ser rîxa çêlekan tehisî û li erdê ket hima di cihde rabû, dît ko tejî di nêv tiliyên wê re rîx bûye. Wê lepê xwe ji êk vekir û carekê didoyan lê nêrî paşê dîsa bi bezê çû û serdeyî bavê xwe bû.

Heyvêyê xwe avêt ser sîngê babê xwe, wê kovikên xwe danî erdê, nîvê
laşê xwe bi ser babê xwe re dirêj kir û destên xwe li stoyên wî şidand.


> Heyvê
**

Çawa ko Heyvê serdeyî Xelefî bû û Xelefî bêhna porên Heyvêyê kişand sîngê xwe, pêlên hestebariyê, rehmê û hez kirinê bi laşê Xelefîde çûn.

Xelefî qurtek ziwa da gewîya xwe û hewl da biaxive.

Dît ko Heyvê li ser sîngê wî hor-hor digirî, got:

- Heyyvêhh

**

Heyvêyê serê xwe rakir û li rûyê babê xwe nêrî, dît ko hêstirên çavan ji çavên wî jî dirijin, dît ko destên wê di nêv rîxê de maye, bi zenda fîstanê xwe hêstirên çavên babê xwe jê paqij kir û maçî kir.

Yek, dido, sê … bi dehancaran maçî rûyê babê xwe kir ko rihê wî dîsa bi rûyê wê re diçû.

Ji babê xwe re got:

- Ho babo!

Bangê dilê Xelefî bangê xwe yê jiyanê temam dikir…

Babê wê got:

- Keeeça mmm

Heyvêyê maçek li lamên babê xwe da, rengê wî spî bûbû û laşê wî cemidî bû…

-----------------
Ji bo dotmama Zozan Berwarî
--------------------
beşa yekê ya çîrokê: tarî ye qene bila li şevan ‘’Heyv’’ hebûya

nivîskar:Miradê Gundikî
miradgundiki@gmail.com