Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[şeir] Arjen Arî
2012-11-03 13:34
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com

xema çûna te ji dil girandim

helbesta evîn di can wejandim

mamostayê min Arjen Arî

bejna evînê bê te tevizî

rondikê pexșan bo te lerizî

wêjeya kurdî ma rût u tazî

mamostayê min Arjen arî

ramûsan weșart te li gelîyek*

çîyayê rûs sipî* der kir kanîyek

destana Kawe* got te ji nevîyek

mamostayê min arjen arî

ez bûm bîhoka pișta sînoran*

gorî u bindest* ji dest nemêran

pistî te ez bûm gola be" ivan*

mamostayê min arjen arî

çil çarînê* te dixwînim çil car

her car çil carî ji dil tê hewar

sor gulê baxan çima dikin bar

mamostayê min Arjen Arî

șêr ma bê gel û gel maye bê șêr*

mîrê helbestê oxir be, bi xêr

dil û çavê me ji te nebûn têr

mamostayê min Arjen arî



• *Navê kitêba mamosta Arjen Arîyî


nivîskar: karwan koçer