Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[şe'ir] Edebiyatê! ‘’por-kurê!’’ Arjen jî çû…
2012-11-03 14:31
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Edebiyatê!
Por-kurê!
Malik li me şewitî
Arjen Arî mir…

***

Edebiyatê!
Piştî jenîna paşiyê ya dilê Ar-jenî,
Ar li dilê min jenî, bû pêta agirî, min dişewitîne…
Ti halê min nîne, ez li bextê te me, min ji vê ‘’xemistanê’’ bibe…

Gotin li ser gotinan siwar dibin,
Gotin di nêv gotinan de winda dibin,
Gotin li bin gotinan difetisin…

Wekî ko gotina paşîyê hat gotin…

Destên min ji qelemê ditirsin…

Çav-xwînên gurran çavê xwe berdane, gotinên min ên birîndar

Jê direvim…

Direvim…

Direvim..

Min li nêv xwe bihewîne, edebiyatê!

Bêwar im!

***

Edebiyatê çima tu çavşirr î heee!

Biaxive!!

Kanî pora te ya dirêj!!

Kanî kenê te yê ji bin simbêlekê diherike!!

Bêje hey edebiyata bêbext,

Te emrek li pordirêjekê herimand, ka jê re text!!

***

Kurdistan!!
Çîyayên rûreş!!
Kurmên axê!!
Avên sûlavan!!!

Hey zalimino!!!

Hûn ti caran neaxivin…

Hişşş bin sûavên qehristanê,
Serê xwe nifs bikin çîyayên şîr-heram
Kurmên axê ne li axê bijîn ne li nêv axê bijîn, ax li we heram e!!

Ma hûn ê bimiriyan we rojek ji rojên azadiyê bidaya azadîxwazekê!!

Serê xwe bikin li nêv çaqê xwe re û herin, dûv-li-nêv-çaqên heram!!



‘’ji bo giyanê Arjen Arîyî’’


Mirad Gundikî