Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Hîtler û jiyan
2012-11-04 11:32
:: Bawer RONAHÎ
info@kurdigeh.com
Mirovek, bi tenê serê xwe dikare çi bike?

Helbet hin mirov dikarin qedera xwe, ya gelê xwe, ya welatê xwe û heya gehe ya dinyayê jî biguherînin. Baş an jî xerab… Carina mirovek bi tenê jî dikare gelek tiştan, gelek jiyanan û gelek welatan serobino bike.


Yek ji wan mirovan Adolf Hîtler bû. Qedera dinyayê berovajî kir. Fermana şer, kuştin û talanê da, jiyana bi milyonan mirovan bi yek gotina wî tarî bû. Hîtler, 1ê îlona sala 1939an fermana dagirkirina Polonyayê da û Şerê Cîhanê ê Duwemîn dest pê kir. Bi daxwaza dagirkirina hemû dinyayê, leşkerên Naziyan dest bi vî şerê qirêj kirin. Bi tevahî, leşker û sîvîl, 72 milyon mirov hatin kuştin. Lê dawiya dawî wî bi xwe gazî mirina xwe jî kir. Erê, fermana wî dinya serobino kir lê roja dawî ya avrêla 1945an “Fuhrer”ê mezin, bi evîndara xwe Eva Braûn re, demança xwe da cînîka xwe û xwe kuşt..



Piştî ku di hilbijartina serokweziriyê de ser ket diruşmek li ser zimanî bû: Ein Reich, Ein Volk, Ein Fuhrer! Ango Yek Dewlet, Yek Gel, Yek Serok! Xelasiya gel û welatê xwe bi navê xwe ve girêdabû. Ji bo Elmanya ew ne tenê serokek bû, bi ser de jî ‘Fuhrer’ê welatê xwe bû.



Hemû xwuşk û birayên wî yên ji wî mezintir pêşiya wî miribûn. Ji zarokên dê û bavê wî ew tenê mabû. Bi ya wî ew mirovek ’taybet’ bû. Ji xwe piştî ku serokatiya Elmanyayê bi dest xist çil û du caran sûîkast ji wî re hatin amade kirin. Gelek kesan mirina wî ji dil û can dixwest. Lê nebû, neqewimî û desthilatdariya xwe heta xwekuştina xwe bi hosteyî domand.



Silava Hîtler navdar bû. Di serdema Romayê de ev silavdayîn hebû û împaratoriya mezin a Romayê ji bo hemû serokên cîhanê mînakek balkeş bû. (Ma kî nedixwest wek wan bibe hukumdarê cihanê?) Vê silava balkêş, bi destê silavdarê xwe, ji girseyan re digot: Ez ji we mezintir im, hûn hemû piçûkên min in û destê min li ser serê we ye! Hûn kole û bende, ez efendiyê we!



Hîtler jî mîna wan destê xwe ber bi pêşî ve radikir, dirêj dikir, bi kefa destê xwe li girseya bende dinêrî û wek bavekî ku ji kurê xwe re şîretan dike destê xwe didanî ser serê gelê xwe. Û girseya giş ‘giyanleşker’ bi yekdengî ji ‘bavê xwe’ re soz û peymana xwe diqêriya: ‘Heil Hîtler’.



Awirtuj, serbilind û xeberxweş bû. Bi axaftinekê xwe bandorek ecêb li hemû mirovên Elmanyayê dikir. Qarîzmatîk û giyanhişk bû. Bi fikra dagirkirina hemû dinyayê dest bi şer kiribû lê têkçûna xwe jî bi vî daxwaz û armanca mezin re wî bi xwe amade kiribû.

Nekarî bigehije mexsed û mirazên xwe yên mezin û nekarî di şerê xwe yê ‘hundirîn’ de serkeftinê bitamije…



Çima gelo?



&&&



Mirovên xwedî armancên mezin her tim ‘dualî’ şer dikin. Şerê yekemîn xwe bi xwe re, yê duwemîn jî bi dujminê xwe re. Serkeftin her du şeran de jî dijwar e. Lê herî zêde ‘şerê hundirîn’ zora şervan dibe. Nexasim mirovên ku payeya ‘şervan’ wek paşnav ji xwe re pejirandine tu carî nikarin giyanê xwe ji ‘dujminê hundir’ biparêzin. Çi ku ‘aşitî’ her tim payeya herî bilind û giranbuha bûye ji bo hemû şervanan jî.



Dîroka cîhanê dîroka şer û kuştinê ye. Ji ber vê yekê jî bazirganiya herî bi qedr û qîmet ya çek, bombe û guleyan e. Lê çi destkeftiyên şervanekî? Bi ya min ‘heqdestê’ leşkeriyê xwîn, xelata kuştinê jî cendek e. Lê hemû şervanên mêrxas serkeftin bi aşitiyê bi dest xistine. Şerê bê aşitî ne şer e. Armancên şervanan çi bin jî –ax, pere, azadî, hêz û hwd- dawiya dawî li dû aşitiyê ne. Ew nebe ma çi qedrê berjewendî, text, tac an jî zîv û zêran heye? Bê dawî kîjan destpêk dikare me bi qîmeta xwe bixapîne?..



Me şer dîtin, şervan dîtin.. Kuştin, talan û dagirkirin jî… Ji bo qurtek azadî an jî bihostek ax çi ma ku nehat serê me xwelîserên mirovan? Çendîn caran em ketin pey xewnên xapînok, me xort û mêrxasên xwe yên bejnrihan kir qurbana guleyek bêbext? Ma rojê hezar caran narincokên pirtî parî neteqiyan li ser dil û giyanên me? Lê nebû, nebû, nebû… Aşitiyek birûmet û qedirbilind hema bêje tu carî nebû para me.



&&&



Yek ji şervanên navdar Ho Chî Mînh e. Çil salan li hember artêşa Emerîkî, di nav daristanên Vîetnamê de li ber xwe da. Dibêje; “Ji azadiyê rûmetir tiştek nîne.” Lê gelo azadî çi ye? Ma azadiya herî birûmet –peşî her tiştî- ne jiyana mirovekî/ê ye? Ji jiyanê buhatir kîjan azadî heye li ser erdê dinyayê?



Ax jiyan! Dibêjin ji te wêdetir welat jî hene. Dibêjin piştî te biheşt, horî û şereb li benda me mirovan in. Û dibêjin carina tu ne tiştek î li hember mirinê.



Ez li ser te sond dixwim min dîlberek ji te qeşengtir nedît û ez ê nebînim. Tu diyariya me ya tekane yî. Tu aşitî, tu azadî, tu evîna pak î. An rojek ji rojan wê gul û sosin şîn bên li ser sînga te an jî wê heta hetayê vizîna gulan guhên me qulqulî bikin, ta ku em ji kuştinan kerr û gêj bibin.



Lê lê jiyanê! Bila hîç xema te nebe! Roj wê bê, em ê bi stranên xwe yên aşitîxwaz di guhê te de bang din. Nabe ku heta hetayê mirov biqêrin bi dengên berz: Heil Hîtler, Heil Hîtler, Heil Hîtler!



Wê roj bê, çiyayên me wê bêhna barûdê ji bîr bikin. Kûlîlkên sosin, beybûn û herdemtazeyan wê zora hemû qirêjî, gemarî û genîtiyên şer û pevçûnan bibin!



Bila çavên şervanên çavnebar bi mistek axa reş têr û tijî bibin! Bes tu rojekî ji ber me mirovên ‘gunehkarên şer’ xwe nekuje lê lê!



Bes tu xwe nekuje!..



_____________



Bawer RONAHÎ