Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] ji bo ko her kes mest bibe di rêya meyxanê de diçe
2012-11-10 10:10
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
ey mêrxwazo hêdî here agir ketîye canê min

ew birîra dijvar û kûr cewlana wî dilê min e
ez mayîme bêdost û yar di nav xelkê xayîn û neyar
wekî ku xencera jahrîn ji bona min pir bi kîn e
ey xortiko pîr ez im xaw tu yî qêrîn neke
efsaneya eşq û evînê bi wî halî birîn neke
ji bo ko her kes mest bibe di rêya meyxanê de diçe
bê meya meyxanê ketin evîna rastîn wa dike
bejna sipîndar e yarê, çîyayê Sîpan dimîne
çem cihê ku biçe derya rêya çîya dimeşîne
ey xwedêyo ez çi bikim derda girtî rihê min e
rihê min ji bona eşqê dîn e û dîvane diçe

:: Ayhan Urmîye