Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çandî] banehên me -1
2011-01-22 22:25
:: Sebrî GUNDIKÎ
info@kurdigeh.com

Me li vir di destê dayîkan de jiyanek honand. Me di zom û zozanan de tovê pêşerojê diçand û pê hevîyên xwe av didan. Li van banehan me dest bi xem û xeyalan kir.

Banehên me yên pîroz diketin alîyê rojhilata gundê me. Gund hebû lê belê ji biharê heta payîza dereng gundî diman van deran(banehan). Bi heywan, zevî û daristanên xwe ve mijûl dibûn. Di payîza(pehîza) dereng de, dema baranan dest pê dikir hedî-hedî malan bar dikir û berê xwe didan gundî.

Piraniya gundîyan zivistanan xwe li gundî dibûrandin û serê biharê cardî berê xwe didan zomê. Yên di man banehan ji bilî çelapê û mijûlbûna bi heywanan ve ti tişt dî nedikirin (ji ber dijwarîya zivistanê.)

Govik û kûlikên gundê me ji hev firr bû. Ne li yek derê kom dibûn. Di nêvbera hin govikan de 3, 4 heta 10 kîlometrenya dûrahî hebû. Malên me li heremek gelek fireh bilav bûbû. Lê belê hemî gundîyan hay jêk hebûn. Hema hema her roj serdana hev dikirin û her kêmasîyên hev pêk tanîn. Hewar û bangînîyên hev dibihîstin...

Her demsalên banehên me, ji hev ferq û xweştir dibû. Bihara wê cida, havîna vê cida, peyîz û zivistana vê cida bû. Her demsalêk ya vê spehîtîyek hebû. Lê ji demsalan ya xweştirê bihar bû, li nik dilê min. Wekî ko tu ji şewa tarî biçî ber roja pîroz; me ji Adarê dest bi bihara pîroz dikir. Biharê, dar û daristanên me fîstanên xweyên kesk li xwe dikirin û li ser çêl û çiyayên me govend digirtin. Şalûr û bilbilan koroya xweyên zindîde vedilorandin. Di zevî û banîyên me de kulilkên reng û reng dibişkivîn û bêhnên wan dibî şox û şenga war û welatê me.

Xweşî û xemla şêv û rojên me jî hebû. Şêv ronahîyeka nûjenî nebû. Wekî elektrîkê… Me çira di berdayê. Piştî şîvê Pîrik û bapîrên me ji me re mamik û çîrok digotin. Car caran ji bo lehengên çîrokan em dikenîn, car caran jî em ditirsan û xemgîn dibûyîn. . Çîroka Mîrza Mihemed her dem ya xweştirê bû...

Carinan hê çîrokbêjî dest pê nekirî xewê dilê me digirt û xewnan çavên me dadigirt.

Heger di wan şêvan de çend mêr li hev bicivîyan bilû rê dest pê dikir û lawij, şevbûherkan dûbare dikir.

Car caran yên dengê wan xweş dest diavêt binguha xwe û dest bi stranekê dikir. Hingê dilê min direcifî ji keyfa.
Şêva min dibû roj.

Roj jî xweş bûn. Şixwilên rojane ti caran ne diqedan. Ticaran şixwil xelas nedibûn.

Bêrîvanî, meşk keyandin, giya dirûtin, çilo birîn, kezwan çinandin, berbînder… yêk şixwil xilas dibû û ya dî dest pê dikir. Rojê, sharê dest pê dikir û heta roj diçû ava, dinya tarî dibî dûbare dikir. Di êwaran de mirovên westiyayî hêdî hêdî berê xwe didan malên xwe...

Jîyana van mirovan wêje bû. Teşî û raçandina Tevna di deste van dayîkan de, kepenê li ser milê şivanan heta meşka di destê qiza de û çeltê li milê xortan ve hemû tevahî wêje bû û tahma me ji wan standî,îro em ji teknîk û nûjenîya zehfîya nastînî. Westiyana van rojan jî tahm bû… Çand bû…


Peyvistan:
Fir: Qij
Çelape: Nêçîr
Gov(ik): Gom, axur