Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Romana Îlhamî Sîdarî “Jan” derket
2012-11-18 12:52
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Nivîskarê kurd İlhami Sidar ku heta 2010ê du helbest û çar jî roman, 6 pirtûkên bi tirkî nivîsandibûn û di sala 2011yê de romana wî ya yekem ay bi kurdî Tehma Xweliyê ji nav weşanên Aramê hatibû çapkirin, niha duyem romana wî ya bi kurdî “Jan” li pêşberî xwendevanan e. Romana Jan ku editoriya wê ji aliyê Besam Mistefayî ve hatiye kirin ji nav weşanên Aramê derket.

Roman palpişta xwe dide salên bêyom yên 1990an, şer û pevçûnan jiyana kurdan serobino kiriye, nivîskar, wan salan ji Amedê li derûdora evîneke trajîk dihûne. Meseleyên dewleta kûr, gundên ku hatine şewitandin, koçberên ku ji welatên xwe hatine sirgun kirin, girtiyên ku li zindana Amedê hatine işkence kirin,welhasılî travmaya wan salan bi aşkereyî nîşanî me dide.

Beşek ji romana Jan:

“Mirin!” dibêje, ji perdeyeke pes dest pê dike, “Çi peyveke pûç e ku weke puxteyê li ser lêvan rûdine, weke tehmeke jengê hilîne.” serê xwe ber bi esmên ve dike û berdewamî dide, “Serhildêr ne muptelayê mirinê ye, berevajî ji her giyanawerî bêtir muptelayê jiyînê ye.” û weke ku di ber xwe de biaxive pê de diçe, “Kulîlkên jiyanê di bexçeyê wî de bi têra xwe bişkuvîne. Di gerdûna dijraberiyan de têgihîna mirinê, heman demî têgihîna jiyanê ye jî, serhildêrek ew qas bi mirinê re rûbirû dimîne û ew qas dimire ku ew weke kakilekê di hinava wî de şîn tê, jiyan jî wisa weke kakilê di nav kakilê de şîn dibe. “Çi peyvên hekîmane!”dibêje keçxezal ji dilekî pakîze. Serhildêr kêliyekê dêhna xwe didê û serê xwe bi giranî kil dike û bi şûn de weke ku ruhê wî ber bi bêdengiyekê ve kaş bibe berdewamî dide, “Zanatî gencineyeke herî dewlemend e ku van çiyayan fêrî me kiriye; her serhildêrê ku hebûna xwe radestî hembêza wî dike ji kaniya hikmetên wî bi têra xwe vedixwe, giyana xwe pê xwedî dike, xwebûna xwe pê dikemilîne; ‘weke daristanekê azad’ e li hembêza çiyayan jiyîn û mirin rawestgeha dawîn, jê û wê de tu rê tune ye! Di vê beyabana abadîn de li ser her kevirî çend çilkên xwînê şop dane, çend ji me di bêdengiya lat û zinaran de bi neynûkên xwe gor kolane û çend ji me tenhayiya tevnepirkan de miriyên xwe gorî kirine? Ew hevalên me yên ciwan, ew hevalên qeşeng û delal ji nava me bar kirin û çûn, bi hêviyên têr û tije bar kirin û çûn.” Xumameke tenik li ser çavên wî belav dibe, “Belê em ji wan fêr bûn zanatiyê, ruhê me yê birindar ji wan fêr bû hikmetên jiyanê. Di rastiya xwe de serhildêrek ne muptelayê mirinê ye, muptelayê jiyînê ye, jiyîneke ji bend û qeydan azad; lewra bengiyê azadiyê ye serhildêr; gava ku di bin giraniya çekan de dide pey minminîkekê weke çûkekê bi firê dikeve, gava bêhna kulîlkekê li bêvila wî dikeve polenên ku ji ruhên wî belav dibin ji kulîlkekê derbasi kulîlkeke din dibin, gava weke dilopeke avê tevlî xwişîniya sulavekê dibe mucizeya jiyanê pêk tîne, di rêberiya vê mucizeyê de ji dêvla jiyîneke bêrumet mirinê hildibijêre, ji dêvla ku di nav jiyaneke lewitî de her roj bimire, di nav jiyaneke azad de carekê tenê dimire, ev e mirina bextewar ev bixwe ye.” Gulîstan di nav heyirînekê de dimîne û di serê xwe de, “Bi mirina bextewar a Camus’î re çi qasî li hev tê!” disêwirîne, kêliyekê pê wisa tê ku ev serhildêr, Mersault’ya ku bi nihiçka xwepareziyê, di riya mirinê de bêpaxav dimeşe bixwe ye, weke ku di koça ruhan de sîtava Mersault’ya azadiperest bixwe ye, wisa pê tê û dengek bi pistinî xwe li binehişê wê digire: “Ji mirinê wêdetir tu rê tune ye!” Di wê navê de bêdengiyek diqewime û di hinava wê de dehlîzeke teng û tarî dirêjî dide.
---

Kurdîgeh - Kulturname