Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
''Martînê Bextewar'' xwendevanên xwe, Jan Dost û Avesta bextewar kir
2012-11-19 14:23
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Romana dawî ya Jan Dost Martînê Bextewer dawiya meha gulanê, li Fuara Kitêban a Diyarbekirê derketibû. Di nav 6 mehan de duwemîn çapa romanê derket.
Jan Dost ji bo ku bi xwendevanên xwe re bê ba hev, 24-25ê mijdarê li Stembolê ye.

Martînê Bextewer…
Pirsa qedîm a dîrokî ye; mirov bi pey sirrên jiyanê dikeve, li jiyaneke bextewer digere…
Ji ber ku “…devera ku mirin lê hebe, bextewerî xwe dide paş.”
Martîn, bi vê armancê berê xwe dide Şerqê. “Şerqa rûhaniyetê. Şerqa ronahiyê. Şerqa roj û xweşiyê. Şerqa tesewwufê. Li vir çi heye Martîn? Nakokiyên dêran û keşeyan? Bi sedan mîrnişîniyên ku êdî ji qijnikan xerabtir xwîna xelkê dimijin û di pehnavan de rebenan kom dikin û bi şûran hev qir dikin? Welatê dînan e ev welat. Çi li vir heye?”
Martînê Bextewer, ku navê xwe daye vê kitêbê, ji Almanya radibê, li ser şopa vê pirsê ber bi welatên Rojhilat, welatên ku roj lê hiltê dikeve rê. Ji ber ku heta dilê wî nebê warê hikmeteke mezin ruhê wî xilas nabe. Ew dixwaze bigihîje kitêba “El Ifade fî Iksîr el Se‘ade.”
Û li welatên Rojhilat, di bin ronahiya rojê de rastî heqîqetên jiyanê tê ku ew û rastiyên kitêban li hev nakin.

Dawî dema ji wê “komedya mirovahiyê” a ku li xaneke Bazîdê tê temsîlkirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; “şîret”ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike.
“Martînê Bextewer”, sînorên romana kurdî fireh dike…
Martînê Bextewer
Jan Dost
ISBN: 978-605-5279-10-3
13×19.5, 264 rûpel, 17 TL
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
EM LI VIR IN!
AVESTA LI FUARA KITÊBAN YA STEMBOLÊ YE (AVESTA İSTANBUL KİTAP FUARINDA) Û MÊVANÊ ÎSAL JAN DOST E

AVESTA DI NAVBERA 17-25 MIJDAR 2012YÊ DE LI 31. FUARA KITÊBAN AY NAVNETEWÎ AY STEMBOLÊ LI BENDA WE YE!

MÊVANÊ ÎSAL JAN DOST E!
JAN DOST DU ROJAN KITÊBÊN XWE ÎMZE DIKE Û 25Ê MEHÊ BI NAVÊ “ZIMAN DÎROK Û NASNAME” KONFERANSEKÊ DIDE.

SALON 2 NO 211 A
Axaftin: Ziman Dîrok û Nasname
Beşdar: Jan Dost
Amadekar: Weşanên Avesta
Dîrok: 25 Mijdar
Roj: Yekşem
Salon: Salona Kinaliada
Saat: 14.30- 15.30
Cî: TÜYAP BEYLİKDÜZÜ İSTANBUL
ÎMZE: Jan Dost
24.11.2012 / Şemî
Saet: 15.00 – 18.00
25.11.2012 / Yekşem
Saet: 15.30 – 18.00
Standa Avesta