Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
çîrok - Te qet bi giyanê şerwanîyê navê jinekê di hemî dewsên mekabî de mohr kiriye?
2012-12-13 17:34
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
::. Selamî Esen


Helbestkar welat afirand, welêt bêbextî kir!
/Kawa Nemir/


“Gavek ji te dûr, ji min re xweş nayê! Neçe, neçeee. Ma tu yê min bikujî?”
“Ji te bawer dikim; ez çi bikim şêrîna min, xwezî çêbûya û em her dem li ba hev bûna, me li her der û deverê azadiyek biafiranda… Çişt ji destê min nayê…”

Çûbû... Pismamok, tên kuştin hêviyên ku li ser asîmanan û ber bi taveheyvê dibiriqin. Çawa ku bebekek devê xwe bavêje pêsîrên dê û giriyên xwe daqurtîne welê bû ew tiştên ku min ji jiyana min û wê û me re hildayî. Carina tên kuştin hêz û hezkirina ji dê hatî. Çiqas ez van rûpelên ku ji kaya bê kadîn çêbûne bi pênûsa ku ez nizanim min ji dikana kîjan Erebî kiriye, dagirim jî tu yê, wek her demî, ji van tiştan re xwe kerr bikî.

Xwe kerr neke! Kendalê biraziyê te yê çarmehî di mehtika xwe de dike qîjevîj. Û digirî, aniha qêrîna wî ji min re bûye bilur û xwedê ‘kim tu carî ev bilur ji mala mamê te kêm nebe. Bêje pismamo! Na, nebêje! Bi tenê guh bide dengê min û qet netaxêve, ez dizanim tu çi kurmamê min î. Ez ê bêjim lê xwe neyxe di nav re, bi tenê guh bide, heyrana te.

Te qet bi giyanên şerwanîyê navê jinekê di hemî dewsên mekabî de mohr kiriye? Tu qet bûyî dîkê mezin Dengaîl ku heft qet di binê erdê de ye û te destûr daye ku hemû dîkên li ser rûyê erdê li pey hev bang bikin? Te zehf stran guhdar kir, ne? Lê tu di devê jinekê serhildêr de bûyî stran? Û te di nava van bajaran -ku kilametan xwey dikin- de rengê kulîlkên zindî bi dîwarên azadiyê ve zeliqandiye?

Pismam, xweş guh bide min. Piştî çûyîna wê saet ji min re dibû wek pawanek. Saet nobedarê min ê mirinê bû heçko. Lê sed mixabin, ev odeya ku ez tê de diçilmisim jî ji min re stranan nabêjê êdî. Berê dîwarên ku bi portreya Bavê Felek hatiye neqişandin ji min re strana Ay Lê Gulê distira.

Çiyayên ku min şaw û zozanan tê de kedî kiribû êdî xwe venajînin jî, heft car heram be qene nabêjin tu kurê kîj bavê yî jî. Li ser hev qêrîn û hawaran peyda dikim di nava hundirê xwe de; lê dîsa jî sed mixabin ku tu bersiv nîne. Dengvedanên xwe dîsa xwe bi xwe dibihîsim. Birçî nabim, zikê min jî ne di xema min de ye. Rê dişewitînim, lê çavên min dixeniqin. Çû… Di nava vê kambaxiyê de, di vî bajarê mayî bêxweyî de bê wext û bê sitar digerim. Lingên min naêşin loo. Hema digerim, nawestim! Pismam, wek tu jî dizanî, xalan rakir xwaharzî; maman winda kir birazî. Hay ji min û gotinên min hebe. Heq e tu min bigirî û tu min winda nekî! Çareseriya her kesî ew bi xwe ye lê eger ê ku bêje ez mirovek pirralî me bila mêr be û xwe têxe di şûna min de.

Ez çi bêjim… Bûyer di derengiya şevekê sar de qewimîbû. Piştî wê şeva sir û qir, min jî hêdî hêdî bîranînên xwe li ser şaxên bedena xwe bi xêzên bêxîretiyê qelem dikir. Lê ev qelemkirin ne ya dara kizwanê bû ku bibe fisteq! Ev qelemkirin, nîşana qermîçekên dilê min bûn. Belê, ew jî bûbû bîranîn! Lê kes min bi bîr neanîbû. Jixwe qet nayê aqilê te jî şkestina min, ji ber ku te bitenê bi rûkenî min dîtiye û her tim te welê min nas kiriye. Min go, piştî wê gera xwe ya bêencam ez ê çayek ji çayên ku ji emrê min re rêhevaletiyê kirine vexwim. Te dî, çaya tarî ji me Botiyan re wek nan û av û xwê ye loo! Min lingên xwe hilgirt û ez ketim di nava kafeyek li ser rê de. Hundirê kafeyê germ bû. Dîwarên kafeyê bi rengê xemrî hatibûn boyaxkirin. Boyaxkarê vê dîwarê kifş bû ku bi pûte vê dîwarê boyax kiribû. Lewre, di tu derê dîwarê de rengê xemrî tama dîtina xwe xirab nekiribû. Heçko xemriya ji xwezayê derketî ew xemrî bû. Maseya ku mêvaniya min qebûl kiriye bangî kesek din jî dikir; sandeliyê li hemberî min vala bû. Heçko bîhna nanê garis dihat pozê min; ez bawer im ku li der ve garisfiroşek hebû. Jixwe paşê re jî dengê wî hat: misir, taze misir… Kafecî ji min re çayek din jî anîbû. Çayek din jî. Sait Faikê xweşbêj hat li bîra min. Tenêtî û çay li ser çay… “Xorto ka vê çayê û dinyayê biguherîne!” Lê nediwêrîm bibêjimê. Hişê min li ser şeva sir û qir bû… Rast e, dinya wek berê naguhere lê çima çû, çima diçin? Yên te kes çûne pismam, an? Eger çûbin, wek Murathan nebêje: “ê/a ku dimîne diterikîne!” Her ku ez pê wê şa dibûm; her ku min bi pozê wê ya qerenfîl welatan azad dikir ew bi kevaniya diya min re dibû tamek şêrîn. Lê diya min li kû bû? Wê jî ji min standibûn. Ka şêrîna min... Wêneya wê li ber çavên min dibin berçavk.
Evî rihbizinî ez kezebreşî kirim û dîsa çayê anî… Li ser de jî Sait Faik… Vê carê kafeciyê rihbizin ji min aciz bûbû ku mehdekirî bû. Lê ev diwarên xemrî, mehdê kafecî û tenêtî li hev tên. Piştî ku min deynê xwe yê heft çayan da ez ketim dîsa di nava wan zamboqan de… Hişê min li ser wê şeva sir û qir bû. Gavên min hijmakariya çûyîna wê têxin di qirikê de… Lê ka, kê li wir e, kê li vir e qet nizanim. Ev mirovên di kolanan de meşek bêwate, meşek ji hev bê xeber pêk tînin bi kû ve diherikin? Ma dinya dîsa çi hêncetê ji xwe re dîtiye ku dizîvire? Neazûbillah!

Xwe kerr neke pismam! Û tu bi serê xwe kî lomaniya jî neke; ku tu dizanî lomanî ji me re dibin tumanî. Ew şev bû. Heçko navê bawerî û hêviyê guherîbû. Saetek berê bûyerê min sedem bêbavîtiya xwe ji hemî bavan re dijûnan dikir. Saetek berê bûyerê min sedem girêdayîna xwe name li ser nameyan dinivîsand. Piştî agahiyek têrwate ez çûm parka şaredariyê. Me yê li wir hev bidîta. Di navbera park û mala me de nîv saet riyek çivanek hebû. Zamboq bi tenê li taxa mala bavê min teng bûn. Bi lez û bez ez çûm wê parkê. Hêj nehatibû. Dîsa çayek… Çavên min li şevereşiya gerdûnê bû lê di dilê min de tirs hebû; li hêviya wê bûm.
Pismam ez dizanim tu jî zehf li hêviya kesan mayî; lê gelo tu ewqas bi qilqal bûyî? Qederek borî min hew nêrî hat. Dîsa cilên gewr li xwe kiribû ez heyran. Sandeliyê vekişand alê xwe û rûnişt. Neaxivî… Paşê re jî bû kufekufa cixara min… Pora wê li ser milên wê de rijiyabû. Dîsa wan çavan xemsariya kenînê pêk anîbû. Dixwaze tiştek bibêje lê axaftin jê re giran dihat. Li hêviya min bû ku bitenê peyvek jî be ez biaxivim. Heçko rê heta li wir bû. Heçko dinyaya ku bitenê ji bona hêviya azadiyê dizîvire westiyabû. Heçko Xuda êdî mirovan dihebanda. Heçko tav êdî li milê destê min ên rastê de dihilat. Heçko êdî dem bûbû dema “heçkoyan” Zimanê wê yê zarokî lepitî:
“Çişt ji destê min nayê”
Piştî vê gotina wê, sandelî bi laşê min ve zeliqî. Min dîsa bavê xwe sucdar dît. Ewî, yanê mamê te, welê kir ku heta ez jî westiyam. Min digot qey dema ew jin yanê şêrîna min li ba min be ez ê hemî barê mirovahiyê hilgirim. Lê piştî bikaranîna wê hevokê û huşbûyînê hemî barê mirovahiya ma li ser milê min ên qelsmayî. Û li ser de jî ez, ew ê ku qels, sivik û bê qewet. Û min got:
“Gavek ji te dûr, ji min re xweş nayê! Neçe, neçeee. Ma tu yê min bikujî?”
Û wê got:
“Ji te bawer dikim; ez çi bikim şêrîna min, xwezî çêbûya û em her dem li ba hev bûna, me li her derê azadiyekê biafiranda… Çişt ji destê min nayê…”

Sedema çûyîna wê jî nafikirim. Ji ber çi çû, ji bo çi çû… Meseleya mirina min ne sedem bû. Mesele çûyîna wê bû. Çi li hêviya min bû? Ez li hêviya çi bûm?

Di kolanan de dîsa ew mîrateyên wesayeta -ku ji pola çêbûne- digerin. Heçko rehetî li kêrî vî bajarî nayê; ku tu tişt tunebe jî DoxînsistênXwedîPanzêr ji bo hevoka “va ez li virim!”ê li her der û deverê bajêr, polabûna xwe nîşanî nişteciyAn dikin. Aliyekî bajêr birçî û aliyê din jî ji têrbûnê têr bû. Ma bajarê te ye lo, tu jî dizanî mamê te me li vir bi talanan re hişt û da rê û çû. Ez û ez. Lê vê carê avêtina qelbê min -qaşo li ser navê wê ji şer re tavêjiya- dijwar dibûn. Bêwext û bêagahdar min bedena xwe li ber wê parka malikwêran dît. Cihê ku ez û wê li wir rûniştibûn vala mabû. Dîsa bedena min hate li ser wê maseyê û rûnişt. Li hemberê min ew tunebû. Çi dikim û nakim di xeyalên min de jî ew ne li hemberê min e. Tê û diçê.
“Tê çayê vexwî ezbenî?”
“Belê.”
Û bêhnek din re jî çay hat. Dîsa Sait Faik… Dayîkek nêzî pêncî salî û ciwanek jî li tenişta maseya min rûniştibûn. Ez bawer dikim ku dê û kur bûn ew. Çavê dayîkê li min ket lê min serê xwe danî li ber xwe. Piştî lênêrîna wê dayîkê haykoyek Bereh hate li bîra min:“Xeman nexwe lo/Tê jî herî rojekê/Wek derewekê” Çavên wê daykê heçko vê helbestê ji ber kiribû û ji min re distra.

Pismam, kurmam, hey dayîka te gorî qedagerêna serê te, tu min seh dikî, ne we? Lê hemberê min hê vala bû. Tu jî dizanî ku gelek hatin û çûn; li ser de jî bûn bîranîn. Lê ev ne dibe bîranîn û ne jî dihêle ez gavek jixwebawer bavêjim. Tê li bîra te, rojek şerwanek birîndar hatibû mala me. Navê wî Rêzan bû. Bi xêra wî me stranên şoreşê guhdar kir. Stranek guhdarî me kir û got ev stran helbesta Nûrî Dêrsimî ye û ji me re him behsa Baytar Nûrî kir û him jî kûrahiya helbestê ji me re zelal kir. “Ha de bêje, lê de bêje, wê de bêje! Wê çawa here ji bîra minê lêê!” Belê, ev stran qet ji bîra min neçû. Lê tu tirsayî, tu tirsayî ku Rêzanê egîd di mala me de talûke bû. Her dem qîra te bû: “wê werin me bigirin, bila ji vir biçe” Belê axayê min, rojek Rêzan dengê te bihîst û bi xefikî da rê û çû. Piştî du roj din xeberek hat û gotin Rêzan bi serê xwe êrîşê li ser DoxînsistênXwedîPanzêran kiriye, bi demek dirêj bi serê xwe şerek mezin kiriye û di dawiyê de şehîd ketiye. Ma ev ne ehmeqiya te bû axayê min!

Min biborîne pismam, ez jî her û her vê tiştê li rûyê te didim. Lê tu jî dizanî, Rêzan nebû bîranînek, bû sedema xwenaskirina min û te. Çawa ew nebûbe bîranînek ev bûyera şeva sir û qir jî nabe bîranînek. An wê bibe destpêka hinek tiştan an jî dawîbûna wan. Ez niha di nava peravên çûyîna wê de tî mame. Ez ê ji tîna bixeniqim heçko. Di kû re çû? Bêje pismam, bêje çûye bûye xwediyê wan mohrên ku min di dewsên mekabî de bi navê wê nivîsandiye. Bêje ne bûye endamê artêşa xweûmejibîrkirinê. Bêje çûye li ser tûjikên tehtan û azadiyê dililîne. Bêje pismam, bêje ne daliqandiye wan helbestên ku bi hestiyên Newala Qesaba ve hatine avakirin. Bêje ew Rêzan e û ewta nezanetiya te jî dike. Bêje çûye ji hevîrên me yên kelî re bûye xwê. Bêje ji genimên ji zeviyên bêxwedî hatine çinandin re bûye serada yadê. Û bêje... Paşê re daqurtîne vê nameyê, wek her tiştî, wek her mir(h)ovî...



Hezîran-Tîrmeh/2012
*Ev kurteçîrok di hejmara 7’ê a kovara Hawara Botan’ê de belav bûye.