Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Gotinên paşiyê yên nivîskarên navdar
2012-12-19 08:11

info@kurdigeh.com

Wek hûn jî baş dizanin ko karê nivîskaran nivîsîn e, avakirina gotinan û li ber çav kirina wan e.

Dema ko mirin hat, belê dema ko demê mirinê hat, ez nizanim ji ber tiştên hatî nivîsîn û nehatî nivîsîn e an jî ji ber tişteka dî ye, giranîyek li koda sîngê wan siwar dibe û meseleyek kifş dibe, belê ew meseleya, ka nivîskar dê li ber kesera mirinê çi bibêje...

Ev mînakên li jêrê hatine berhevkirin ji bo rayêxistina li ber çavan ya wan gotinên belav bûyîn û cih girtîn e.

Ti mexsedên me yên keyfnexweşkirinê nîne!

*James Thurber: ‘’Xwedê min efû bike, ne’ilet li vî karî!’’

*W.Somert Maugham: ‘’bêhna mirovî ji mirinê teng dibe, ez tewsîye nakim ha, êmanet nemirin!!!’’

*R.B. Sheridan: ‘’ ez serobino bûme, dilê min şkestiye.’’

*Noel Coward: ‘’şev baş canên min sibeyê em ê hev bibînin.’’

*William Sorayan: ‘’ belê rast e her kes dê rojekê bimirin lê min digot qey ferq û cidayîyek dê ji min re bê kirin, ê vêca yê çi çêbe?’’

*Henrich Heine: ‘’Xwedê yê min efû bike, karê wî ev e wîî!!’’

*D.H.Lawrence: ‘’ez baş dibim.’’

*Alexender Pope: (piştî ko dixtorê wî jê re dibêje tu baş dixweyî) ‘’erê ji xwe ez ji ber dîyarbûna nîşanên başbûnê dimirim ma nee!!’’

*Leo Tolstoy: ‘’erê li ber siha mirinê jî dido, didoyên dî (dido û dido biçin ser hev), nabe şeş’’ (piştî biryara wî ya ko ew venagere Dêra Ortodoksan
ko wê dêrê ew eferoz kiribû)

*H.L.Mencken: ‘’Ka ji hevalên min re bibêjin serê min ketiye belayeka mezin!!’’

*James Joyce: ‘’gelo hinekan ez fêm kirim an, no!?)

*Frank O"connor: ‘’ez hêvî dikim ko hûn ne li hêviya wê yekê bin ko ez we keyfxweş bikim!!’’

:.. Berhevkar: Gul ADAR

Têbînî: wêneyê li jor yê Leo Tolstoyî ye