Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Kurdîgeh dê li 2000 cihan bibêje: ‘’Zimanê ko zarok pê nepeyivin, zimanekî bêpaşeroj e!’’
2013-01-01 20:55
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Kurdîgeh, ket sala sêyê ko ew bi 41 nivîskarên xwe yên ciwan ve hewl dide, rengê ciwanan li nivîsînê zêde bike.

Xema Kurdîgehê ya herî mezin, paşeroja kurdîyê ye: ji bo wê yekê jî ew gotinên dapîr û bapîran, gotinên pêşiyan, mamikan, îdyoman û hwd ji bo zarokên kurdîaxêv diarşîvîne û ji bo paşeroja kurdîyê rê dide nivîskarên nû heta, ew dibe fêrgeheka nivîsînê.

Kurdîgeh ho baş dizane: ji bo ko zimanek bibe xweyîyê paşerojekê divêt zarokên ko paşeroja neteweyan e zimanê wê neteweyê biparêze.

Wek Kurdolokê Profesor yê Emrîkî, Michael Chyetî jî mexsedên wek yên Kurdîgehê bi kurt û kurmancî dîyar kiriye ko ‘’Zimanê ko zarok pê nepeyivin, zimanekî bêpaşeroj e!’’

Kurdîgeh dê hewl bide li 2000 cihên Kurdistanê, li rawestgehan, li firoşgehan, li ber dibistanan, li serê kolaneyan û hwd welê bike ko ji bîra me kurdan neçe: ‘’Zimanê ko zarok pê nepeyivin, zimanekî bêpaşeroj e!’’

Ew ê hefteya bê ji Diyarbekirê dest pê bike û afîşan li her deran bide.

Heger heyina me bi zimanê me be û paşeroja neteweyê me zarokên me be, divê zimanê wan jî zimanê me be.


:.. Li ser navê Kurdîgehê edîtor û berpirsê wê: Miradê Gundikî