Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Dêya Michael L. Chyetî, Geraldine Ann Hyman Chyet çû ber dilovaniya Xwedê
2013-01-05 19:50
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Geraldine Ann Hyman Chyet, duhî(4ê kanûna 2013ê) li bajarê Los Angelesê yê DYEyê gihaye dilovaniya Xwedê.

Ew jineka 83 salî bû û dêya Profesorê kurdolojîyê Michael L. Chyetî bû.

Li gor Michael L. Chyetê kurê Geraldîneyê, Geraldîne Chyetê jiyaneka xweş jiyaye û wê wek edetî her roj bi kurê xwe re diaxaft û Geraldîneya kurdhez pê keyfxweş dibû ko kurê wê ji bo kurdan dixebite.

Geraldîne Chyet bi xwe li Los Angelesê dijîya û xebera mirina wê îro giha destên kurê wê Michaelê li Washintonê dijî. Li ser wê yekê Michael Chyet xwe amade dike ko biçe Los Angelesê.

Bila serê kurê Geraldineyê Michael û hemî hezkiriyên wê sax bin. Xwedê sebrê bide wan.

Michael L. Chyet yek ji dost bira û şîretkarên Kurdîgehê ye û Kurdîgeh jî Geraldîneyê wek dayikeka ji malbata xwe dibîne û xemgîn e.

:: Kurdîgeh