Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Şansê kavil!!
2013-01-18 09:21
:: Ayhan URMÎYE
info@kurdigeh.com
Şansê kavil!!

îro min 3 caran serê xwe li derzûnka derî da ....!

bila ez bêjim ez bilind im lê derzûnkên Geverê jî nizm in ...!

Xwedê çi ewdên xwe li belengazan neke , ez xerîbê Xwedê hûre berfa zêde nînim, duhû ez di nav berfa Geverê de asî bûm heya çend kesan ez pal dame bi zor ez derketim , hesab kin bejna min 190 CM ye, heta ber geviyê ez nav berfê de çûbûm , Xwedê rehma xwe dê û babê şaredariyê bike nizanim naxebitin anku ber re nagehin ....!

2 qedema çûm ewdekê ku çatiya xwe tavêt tam 200 kîlo berfa şil kire serê min de , çavê we Îşala rojên nexweş nebînin hindik ma istiyê min işkestîba , hema dengê eloka ser min ket , ewî jî fikir kir ez rovî me 2-3 bêrik jî ser tenişta min dan , min hindî digo bira te ez kuştim ewî he digo :
Cevooooo gel bir tane rovî burda* ....!

taze min zanî çi hatiye serê me ...!

min rebenê xwedê jî tirkî nizanim da ku bêjmê kurê .... ( tobe ) bêjmê mal xirab te ez kuştim ...!

taxa me serê me kom bûn hela 2 zopê dinge ji Şevqî min dan hey Xwedê qehrê lê bike , rehmeta Xwedê babê Alexander Graham Bellî be , eger telefona min wê gavê nekiriba zirin yê tirin ji min anîbana ....!

Şevqî got ay mamoste hûn in ?

min go ne lo ez Rabîne Hood im hatime Geverê diziyê ....!

velhasil ez çûme malê min carek din jî serê xwe derzûnkê da , xanimê got te xêr e mirov dibêje te gel sa geresê kiriyê ...!?

heyf elektirîk çû neku minê xanim kiriba şîş , elbet ez dijê şideta ser jinan im lê kuro min Şevqo neda ew kul maye serê dilê min ...!

*Çevooo were rovîyek li vê derê ye

::.. Ayhan Urmîye