Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] çîrokbêjiya dayika min û şevên Serhedê
2011-01-29 12:40
:: Omer ALAN
info@kurdigeh.com
Di şevên Serhedê de çîrokbêjiya dayika min

Di wan şevên zivistanên Serhedê yên dûv-dirêj de çirûska ku tariya şevên me ji me re ronî dikir çîrokên dêya min bûn, ku bi guhdarîkirina wan, em diçûn welatê xewn û xeyalan.

Dîsa ew çîrok bûn ku bi dema guhdarîkirina wan me tameka bêhempa jê distend.

Wê çaxê hemû lehengên çîrokan yek bi yek dibûn rastiya jiyana me. Çiyayê Qaf wek çiyayê li piştî gundê me be û ne zêdetir dûr be û Teyrê Sîmir jî herwiha bikare li ser ezmanê gundî bi per û baskan bikeve. Me nedizanî ka gelo bûyerên ku di çîrokan de diqewimin rast in an jî xeyalî ne.

Di zarokatiya me de em hîn dibûyin ku hin qaîde yên guhdarîkirina çîrokan hene û diviya ku em hemû xwişk û bira li gora wan qaîdeyan tevbigerin. Ne tenê em, herwiha çîrokbêja me jî li gor pergalekî çîrokên xwe vedigot. Lewre dayîka me beriya ku yê çîrokên xwe yên rewanbêj ji me re bigota ji bo dê û bavên guhdaran daxwaziya rehmetê ji Xwedê dikir.

Çîrokbêja me piştî rehmet xwendinê qasekî disekinî, me jî tavilê rehmet xwendina wê lê vedigerand û ji wê re digot; yên te jî. An ku Xwedê bi rehma xwe ve miriyên te jî şa bike. Her çi qas em xwedî miriyên hevpar bûna jî me dîsa jî ji wan re rehmet dixwend.

Îcar gava ku dem dihat nêzîkî raketinê em li benda çîrokên efsunî zûtir diketin nava nivînan. Em di nava nivînan de bi awayekî bêdeng disekinîn da ku çîrokbêja me ti astengî ji me re dernexîne. Me ev yek dizanibû ji ber ku wê carcaran bi teherekî şêrîn em teme dikirin da ku em di dema vegotina çîrokan de zêde xeber nedin û nekenin. Çimkî dibû ku dengekî xerîb ev atmosfera aram xerab bikira û bi vî rengî jî pêşî li herikandina çîrokê bigirta. Dema ku wê dest bi vegotina çîrokekê dikir wê wilo digot;

“Rehmet dê û bavên guhdaran
Kûsî û weşiyên binê daran
Xêncî çirçirkê kulê dîwaran
Wezîrên wizaran “

Niha hin caran dema ku ez li ser vê yekê disekinim ez texmîn dikim ka gelo çima wê pêwistî bi vegotina wan kelamên Kurmancî re didît.

Bi ya min bi zanîna çend kelaman be jî wê ew çîrokên xweşik wek barekî emanet li ser pişta xwe didît. Lew re dixwest ku wan emanetan bide nifşên nû û bi vî rengî wan ber gefên windabûnê xelas bike.

----------------------------------